Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(54) (10) (5)
di mijarê de bigere

149. Yoûtûbir resûl bafeyî û pismamê wî nezîr gelek vîdyoyek baş derbarê nifirên kurdan de kişandine





01.04.2019 23:31 | brzn

150. Zikê te qul dilê te kul be



12.12.2019 12:51 | xerzanii

151. "heyla tu şeqa şeqa gunikan li ser quzê xwe nebînî"



18.01.2020 17:02 | oceancr

152. Heyla kîr bi wî qûzî nebe



18.01.2020 19:24 | tîrêj zana 21

153. Xwidê te nehêlê.



18.01.2020 22:48 | gumgumok

154. Bazinê stûyê te bi heft cîya bişkê.
Bi nalenal ji vê dînyayê bicehimî û herî.
Goştê te pincara biharê be.
Hestîyê stûyê te bişkê.
Hey lawo tu di behra bêav de bifetisî.
Heyla jina te keçel be.
Înşela tu ber bavêjî.
Kerê te di kendal da gêr be.
Kotî bikeve malê bavê te.
Tu di ava gû da bixeniqî.
Tu ber patosa kayê herî.
Bav û birayê te bi miradê te şa nebin.
Ne li vê dinê ne li wê dinê tu ti xêr û xweşî nebinî.
Destê negihijê ber devê te.
Ji gurê çîya birçîtir ji marê çolê tazîtir bî.
Mala te li ser pişta xezalê be tu bidî pey kûsî.
Bi kuştinê bêyî şûştin.
Derd û êş û dozgeh mirin para te bin.
Di şîna bavê te da hêsîrê te bimiçiqin.
Emrê te dirêj be, têrxwarina te tune be.
Ez çavê te bi destê xwe bidim ser hev.
Benikê doxîna te biqete.
Xwê û simaq bi dermanê birîna te be.
Dev li te bibe qûn.

Nifir û dua / berhevkar: asmîn ûyanik/weşanxaneya wardoz



19.01.2020 14:24 | dijwarwanî

155. Diya min ji ber di mala bavê xwe de zazakî dipeyivî wexta em wê pir hêrs bike, dibê "ohhooyy qeseba to bihelesyo!!!". Sedem çiye nizam lê yê min jî bêtir kenê min tê bi vê nifirê *



19.01.2020 16:08 | rizgarm

156. Tu bi êşa zirav bikevî
Topik li te keto!
Kezeba te di dev û bêvilên te re bê xwarê
Av negihê ser te
Xwedê nehişto!
Malxerabo!
Malviritîyo



22.01.2020 19:55 | oceancr

157. stû şikesto.



22.01.2020 21:37 | hêvî

158. Ava zer çipên çipên jê hato
Kîsikê te zuha nebuyo
Xwêna te di kevçî keto
Kirasê te bi serê min dabuyo



23.01.2020 19:44 | tîrêj zana 21

159. seheta te nexweş û mala te neava!



31.01.2020 22:10 ~2022.01.05 23:45 | mirovekirind

160. “hey mele manê to bişikîyo”
“hey mele ti siba nêbivînî”
“maşala ameyîşê to çinî bo”



01.02.2020 11:11 | kajav

161. Nizanim tenê li Nisêbînê tê gotin an li cihekî din tê gotin?

(bnr: jina zarokan)



17.03.2020 09:43 | merwano

162. Tiştê eceb ev hemû bi min xweş tên îro, her çiqasî ku gotinên xedar û nexweş bin jî di eslê xwe de. Çend mînak jî li vir in:

Agirê Helebê bikeve mala bavê te!

Çavê te birijin!

Kul texe!

Mirazê te çavê te da bimîne!

Lawo, Xwedê bîne pêşîya te jî! Zarên te jî wiha le te bikin!

Çavên te kor be!

Pişta te bişkê!

hwd.



29.03.2020 16:56 | elfesya

163. (bnr: mirazê te çavê te de bimîne) :/



29.03.2020 18:53 | xelîl

164. nifîna nû derketî: hey korona te girtî!



29.03.2020 22:02 | hespêsor

165. tu bêmrad bimînî

xebateka gelek hêja heye li ser nifir û dua yên kurdî Here lînkê nivîskar asmin uyanik bajar bi bajar, gund bi gund gelek nifir û dua daye hev, gelek spas ji bo vê xebata delal.



29.03.2020 22:10 | afa

166. Xwedê bike afat ji dev re bîne
Pê te bişkê destên te qurom be , tu car mala nekevî (ji bo keçan)



29.03.2020 22:22 ~22:24 | brzn

167. mêrg xweş û rengîn e wek zimanê kurdî
Kî nepeyive vî zimanî bi dil û merdî
rojek xweş nebîne, bibîne her derdî
merezdarî be li çola, bimîne bê xwedî.



29.03.2020 22:52 | quşxaneli