Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dergistiyên kurd yên ku di whatsappê de bi kurdî ji hev re peyaman dişînin
peyamên çepikkirî

83267. (bnr: derfeta me hebû heval)

hene, ne dûr in, di nava me de ne, hê xelaya heyîna wan ji van erdan ranebûye..

ez ji xwe mînak bidim..

cara ewil piçek zehmet dibe lê divê meriv dev ji vê ked û cehda bêserûber bernede..

ger mesele afirandina jargon û têgehên evînî yên ku karibin şîroveya evîn û têkilî û vê jiyana nûjen bikin be, ne ewqas dijwar e, divê ji wan yek pirr baş bi kurdî zanibe, hay ji kelopara kurdî hebe, karibe ristên xweşik ên helbestan di hêşê xwe de xêz bike, li ser stranên kurdî serwext be, kêm zêde zanibe têgehên ji rêzê ku yên di hemî zimanan de yek-wate ne lê fesilandina wan girêdayî estetîkbûna têkiliyê ne..

ez yek ji wan kesan im ku bi dilgirtiya re bi kurdî diştexile, dinivîse û kêfxweş û xembar dibe..

kurdiya canikê ne ewqas baş e lê bi demê re baştir û çêtir têdigihîje û hêdî hêdî jargoneke hevpar û dilpar ava dibe ku her du alî jî dikarin pê wan, ya dilê xwe derbidirin.

evîneke bi kurdî xweş e ji lew pirrî peyv û hevokên hestî û hestyarî di zimanê tirkî de genî û qirêj bûne belam bilêvkirina wan di kurdî de wek şekireke şêrîn di ser zimanan de dihele û mirov ji bilêvkirina wan peyv û hevokan fedî nake..

aha! min yek dîte, ma neh heb ên dî, de ya bi xêr

not:car carinan pêdivî bi tirkî jî dibe, ew jî gelek normal e, wek min got kurdiya canikê ne ewqas baş e lê heta saleke dî wê bibe nivîskar û bibe pispor û psîkopata rÊziman û rastnivîsê dûre belkî jî bibe belaya serê min û serê carê hevokên min ên jihevketî rast bike û çend sal şûnda jî berhema xwe ya ewil biweşine* lêêê ne ji bo rewacan, belkî bo biçûkêt kurmancan!*



08.06.2013 14:50 | simurg56

83321. (bnr: kurdiya me têr nedikir yawrim)



15.06.2013 19:35 | simurg56

120133. ez û delalikê ber dilê xwe ne, bi dîmen, bê dîmen, bi nivîskî, bi dengî, her tim em bi Kurdî şore dikin. Wê her tim jî wisa be *



08.06.2013 18:10 | endazer