Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 60 peyam
dergistiyên kurd yên ku di whatsappê de bi kurdî ji hev re peyaman dişînin - tirşik
dergistiyên kurd yên ku di whatsappê de bi kurdî ji hev re peyaman dişînin

Navê mijarê ya ewil ev bû:dilgirtiyên kurd yên ku di whatsappê de bi kurdî ji hev re peyaman dişînin
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. eger li tirkiyê mirov ji van kesan 10 heb dilgirtiyên wisa bibîne mirov dikare bi vê ked û cehda wan a bêserûber kurdistanekê ava bike.* ji ber ku di nava nifşên nû de zimanê evînê nehatiye avakirin û ji asta çitkî tatlım derbas nebûye. Xwezî di vê mijarê de şaşbêj bûma lê mixabin rewş wisa ye. bila pazde heb tirşikvan derkevin û bêjin na wele ceso em ji yarên xwe re bi kurdî peyaman dipeyamînin, de hadê. em ê madalyoya rûmetê ya kurdistanê bi wan ve bikin.


Sererastkirin: rewşa ku ber bi başbûnê ve diçe. Êdî bi sedan xortên kurd evînên xwe bi kurdî dijîn.



26.08.2015 15:48 ~2020.04.13 09:41 | ceso

2. (bnr: me nekarî heval derfeta me tune bû, whatsapp jî)

lê hene. min dilgirtiyên wisa dîtine.

tiştek zehmet e ji ber ku divê ji xwe re jargonek nû ava bikin. lewra ji bo têkiliyek wisa, di kurdî de têgeh û biwêjên berbilav tune ne an jî nayên zanîn.

di eslê xwe de li cem pîrên me muheqqeq arşîvên berfireh hene lê ji bo hînbûna wan divê mirov bikeve sohbetek kûr û germ *



26.08.2015 23:32 | simurg56

3. (bnr: derfeta me hebû heval)

hene, ne dûr in, di nava me de ne, hê xelaya heyîna wan ji van erdan ranebûye..

ez ji xwe mînak bidim..

cara ewil piçek zehmet dibe lê divê meriv dev ji vê ked û cehda bêserûber bernede..

ger mesele afirandina jargon û têgehên evînî yên ku karibin şîroveya evîn û têkilî û vê jiyana nûjen bikin be, ne ewqas dijwar e, divê ji wan yek pirr baş bi kurdî zanibe, hay ji kelopara kurdî hebe, karibe ristên xweşik ên helbestan di hêşê xwe de xêz bike, li ser stranên kurdî serwext be, kêm zêde zanibe têgehên ji rêzê ku yên di hemî zimanan de yek-wate ne lê fesilandina wan girêdayî estetîkbûna têkiliyê ne..

ez yek ji wan kesan im ku bi dilgirtiya re bi kurdî diştexile, dinivîse û kêfxweş û xembar dibe..

kurdiya canikê ne ewqas baş e lê bi demê re baştir û çêtir têdigihîje û hêdî hêdî jargoneke hevpar û dilpar ava dibe ku her du alî jî dikarin pê wan, ya dilê xwe derbidirin.

evîneke bi kurdî xweş e ji lew pirrî peyv û hevokên hestî û hestyarî di zimanê tirkî de genî û qirêj bûne belam bilêvkirina wan di kurdî de wek şekireke şêrîn di ser zimanan de dihele û mirov ji bilêvkirina wan peyv û hevokan fedî nake..

aha! min yek dîte, ma neh heb ên dî, de ya bi xêr

not:car carinan pêdivî bi tirkî jî dibe, ew jî gelek normal e, wek min got kurdiya canikê ne ewqas baş e lê heta saleke dî wê bibe nivîskar û bibe pispor û psîkopata rÊziman û rastnivîsê dûre belkî jî bibe belaya serê min û serê carê hevokên min ên jihevketî rast bike û çend sal şûnda jî berhema xwe ya ewil biweşine* lêêê ne ji bo rewacan, belkî bo biçûkêt kurmancan!*



06.01.2016 20:41 ~22:13 | ferhenga şikestî

4. (bnr: kurdiya me têr nedikir yawrim)



07.01.2016 14:45 | wiha wilo wisa

5. ez u tuba.*



07.01.2016 22:28 | senaishere

6. mixabin ne ez im. :( û wê yekê wek durûtî dibînim. Divêm biguherînim lê ji ber ku me tirkî dest pê têkilîyê kiriye û wisa domandiye nikarin vegerin kurdîyê.



24.07.2019 11:39 | xelîl

7. (bnr: kurdên ku evîn û evîndariya xwe bi tirkî dijîn) ne xeyda û endazer in
(bnr: tirşikvanên ku xoşewîstên hev in)



12.04.2020 17:16 ~17:19 | brzn

8. çepikên ji dil û can ji wan ra dişînim
û silav û rêz ji wan ra pêşkêş dikim
evîna wan berdewam be



12.04.2020 21:25 | afa

9. ez û delalikê ber dilê xwe ne, bi dîmen, bê dîmen, bi nivîskî, bi dengî, her tim em bi Kurdî şore dikin. Wê her tim jî wisa be *



13.04.2020 00:50 | gulêê

10. Ên ku dinivîsinin Baş dikin, siheta wan xweş be.

-Ev kurik kî ye keçê tu jê re dinivîsînî?
-dilgirtiyê min e daye.
-wey dilgirtê xwezî te aqil bigirta.

(bnr: dergistî)
(bnr: hezkirî)
(bnr: evîndar)
(bnr: yar)



13.04.2020 01:57 ~01:58 | giyanstêr

11. ka werin ez maçekî xweş li we bidim *



13.04.2020 16:26 | soryazyus

12. Xalê min û xalojina min bûn. Dema xalojna min hîn keçik bû û li binxetê de li mala bavê xwe bû, ew û xalê min bi hev re Kurmancî diştexilîn, bi rêya wp re jî dîsa peyamên Kurmancî ji hev re dişandin. Lê ji ber ku xalojina min tîpên Latînî nizanîbû, bi tîpên Erebî dinivîsandin.



12.09.2021 01:29 ~01:52 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dergistiyên kurd yên ku di whatsappê de bi kurdî ji hev re peyaman dişînin
» kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin
» yên ku min dişopînin
» kurdî xwarig
» hevdîtina kurd û yewnaniyan a çand û dostaniyê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî