1. ezê li hemu dinyayê bigeriyam, minê li ser sere zagrosan li dora darên li ber siha wan gerîlayên têkoşer bêhna xwe vedidin xwe bilivanda. ezê li ber dile evîndarên hatîn li ser gora mem û zînê bigeriyam. minê keskesora dapîrê ji bo zûwa bibe raxistî ba bikira. minê kaxeza helbestvaneke nû, li ser helbesteke ne bi kêfa xwe nivîsandî li cem xwe bigeranda, bi dengeke bilind rêzika ax kurdistanam ax li cem şoreşgerekê bigota. minê xwe ji sûlaveke bilind berda û bi hêzekê xwe li avê bida û li rûyê masiyeke biçuk mewceke pir biçuk weke mist danê pêk bianiya. |
|
02.09.2015 01:16 |
azadixwaz
|
2. (..............minê pelên dara hewrê bialasta) |
|
02.09.2015 11:07 |
nazim tolhildan
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |