Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
xwedê kerîm û rehîm e - tirşik
xwedê kerîm û rehîm e

Navê mijarê ya ewil ev bû:xwedê kerîm û rehîm
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Biwêja ji bo rewşên hinekî zehmet lê ne bê hêvî tê bikar anîn. Mînak;

-tuyê bikarî bê xêlê birayê min?

-ez û bavê min emê biçin bajêr, hinekî karê me heye lê xwedê kerîm û rehîm e.




2. ...,rehmane, letîfe û dilovane, shor.. tobe tobe, xwedê kesê ku toba qebûl dike....

werhasil

(bnr: xwedê mezine).



07.09.2015 22:12 ~22:19 | shorbevan

3. (bnr: xwudê mezin e keçî bizin e)



07.09.2015 22:14 | endazer

4. (bnr: ya hewlilvela quwetilillahilbillah)



07.09.2015 22:39 | azadixwaz

5. biwêjek e, ku çîroka wê jî li jêr e:

dibêjin rojekî li gundekî zilamek he bû; çêlekeka wî he bû; gir û bilind, zexm û têrşîr, li gund çavê herkesî lê bû. mêrik jî hingî hij çêleka xwe dikir her êvar berî garan were nava gund hê zû diçû pêşiya garanê hêvîya çêleka xwe disekinî, hê ji dûr ve dibakir çêleka xwe, xelkê digot va çêleka filankeso hat. rojekî mêrik dîsa diçe pêşîya garanê, lê garan tê û jê dibûre çêleka wî xuya nake. ava germ serî de tê xwar, direve ber gavanî. gavan dibêje: li vir bû kengî winda bûye min fêm nekir. ev dikevin dora gund qene lê bigerin. piştî qederkî xeber li nav gund belav dibe, melayê gund jî piştî nimêjê dibêje cimaetê ka ev herdu ku ve çûne, jê re dibêjin hal û mesele ev e, mela dibêje herin wan bibînin bila bên ez ê devê gur bibirim. diçin mêrik tînin, dibêje melê ez bextê te çêleka min biqedr e, devê gur xweş girê bide; mela dibêje xema nexwe ez devê gur girê bidim bi izna xwedê heta sibî tiştek jî pê nayê, xwedê kerîm û rehîm e.

dibe sibeh mêrik li wê çolê dikeve, li çêleka xwe digere, piştî demekî di niwalekî de rasta çêleka xwe tê, lê ma çêleka reben piç jê nemaye, qet û metê mayî jî du gur pê girtiye dikişkişînin. mêrikê reben çavên wî tijî dibin vedigere mala xwe. melayê gewr dibêje ka bakin mêrik çêleka xwe dît an na. mêrik tê dibêje: seyda wileh min çêleka xwe di niwala jêr de dît, kerîm ji vî alî ve rehîm ji wî alî ve parçê goştê çêleka min dikişkişandin.



26.07.2017 11:39 ~11:53 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedê ked û emekên te nebe haşê
» kerîm lawo çeqilmast
» rehîmê qazî

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî