Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mihemed şêxo - tirşik
mihemed şêxo
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermendê Kurd yê navdar e. jiyanek him ji aliyê hunerê him jî ji aliyê welatparêziyê ve têr û tijî derbas kir. li qamişloyê hatiye dinê û di sala 1989 an de li wir miriye. stran û helbestên wî aliyê gelek hunermend hatiye şîrovekirin. minak : ciwan haco.



31.07.2013 01:57 | fuad hemedxan

2. (bnr: ay lê gulê)



31.07.2013 05:15 | seydayê_peyvan

3. stranbêj û stranên wî bi salan ciwan dibin.kevin nabin.ere ere wela tam wisa bû.

mînak keça kurda







04.11.2013 21:14 | diljan

4. eman dilo





04.11.2013 21:20 | diljan

5. Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

çavkanî:wîkîpedîa



05.03.2014 15:42 | rêzan

6. Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. stranê şêxo li kurdistanê hate belavkirin. mihemed şêxo hunermendekê nemir e, şêxo bavê felek e.



05.03.2014 15:50 | rêzan

7. (bnr: baha şêxo)



05.03.2014 15:51 | endazer

8. ciwan haco şagirtê mihemed şêxo ye, gelek caran stranên şêxo de vokalîstiye dike.



05.03.2014 15:56 | rêzan

9. yek mihemed şêxo û yek jî miradko do camêren mezin in.



06.03.2014 11:39 | mamostanısebin



12. Dengê dildarê evînên serbixwe û azadîxwaz



27.03.2014 19:23 | mam selam

13. di nava miletê kurd de ewqas deng dabû ku şêxo dema wefat kirî di nava du saetan de 70 hezar mirov li ser cenazeyê kom bûne.



28.03.2014 00:01 | zero

14. (bnr: lê lê ciwanê)



30.11.2014 17:36 | rêzan

15. îro (09.03.2015) bîst û şeş sal e bavê felekê ji nav me bar kiriye.



09.03.2015 02:57 | xendekî

16. Mihemedê şêxo bawê min ê esasî ye Xwedê Zane

Xwedê rihê xwe şa bibe

Tu herdem dijî yî dilê me da



25.04.2015 02:36 | zergahemzaerdaldilbirîn

17. Fertarî zereyê çewî de yew qêrîyayîș bêveng xo bi xo kay keno ya, wina.



25.04.2015 02:44 | ladyzazarus

18. bavê felek e.di heman deme de hunermende pir heja û bi nirx e.



25.04.2015 08:16 ~08:17 | cemilcanbegî

19. hunermendek kurde wekî her hunermendekî kurd di feqîrîyade perişanîyade mire çû. hunermendê kurd hetanî saxin kes qimeta wan nizane.

mînak wekî şakiro di birçibûnada kûçelanî bû çû.

huseynê farê bû ez ne şaşbim di televîzyonada dertê carna heva dirana di devada nemane.

dehev dengbejê birayê hev hebûn silhedîn û fexredîn meriv wan dibîne girîyê meriv li halê wantê erê welle gere ne wisabe.



25.04.2015 13:14 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemed teyîb tahir
» şêxo fîlîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî