Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
qezaya li mekayê - tirşik
qezaya li mekayê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. qezaya ku heta niha 87 kes tê de mirine û 174 kes jî birîndar bûne. tê gotin ku sedem birûska li vînçê ketiye



11.09.2015 23:08 | dijber

2. ne xema tu kesî ye. ji ber ku bajarê ku bûyer lê qewimiye bajarê dewleta fîravunekê ye. û piraniya wan heciyan jî ne mirovên qenc in.

ji mirinên mirovên din zêdetir pê naêşim û li ser nafikirim.



11.09.2015 23:14 | simurg56

3. (bnr: rabbim zina yuvalarını vurdu)

(bnr: xwedê li wan xist)



11.09.2015 23:15 | ceso

4. (bnr: meke) an jî mekke

(bnr: meka?)



em di nav vê dorpêçê de ne, mirin bûye tişteke asayî û normal bûye. ew kesên diçin wir divê di serî de bifikirin ka dema diçin wir çi feydeya wan li wan an jî li feqîran an jî li ummetê û çi feyde li fîr'ewnê siudî dibe?



11.09.2015 23:18 | xendekî

5. (bnr: dubarekirina tîpan di peyvên kurdî de)

nivîsa ku muhtemelen "meke", dê ji "meka"yê çêtir be lê helbet ez nizanim



11.09.2015 23:22 | dijber

6. ya ewil di kurmanciya gewr de navê bajêr mekeh e..

ya didoyê çûna hecê yek ji wan pênc şertên îslamê ye li ser her misilmaneke halûwextxweş ferz e..

û ya sisêyê jî hÛn ji kû zanin pirraniya wan haciyên li wir ne qenc in? we dilê wan qelaştiye û lê nihêriye qey?

hûn çima ev qas cahil in? û li ser evqas cehalet ev çi curet û cesaret e ji bo xwudê?



12.09.2015 00:04 ~00:17 | endazer


8. başî û camêrî û canikiya wan insanan billej em nizanin. belkî her yek ji wan insanên gelek baş in, tenê ji bo ferza ola xwe pêk bînin çûbin. lê êdî li vî axî mirina insanan bûye tişteke ji rêzê û her ku kes li birîna me nahese an jî guhê xwe li mirina me digire guhê me jî ji mirina dinyayê re kerr dibe.



12.09.2015 00:13 | xendekî

9. ya ku bîlançoya wê ji 100ê jî derbas kiriye.

ez bi awatek objektîf nezanim jî bi awayek xurt texmîn dikim ku piraniya wan hecîyan ne mirovên qenc in.

halê misilmanên li welêt û dinyayê li ber çavê me ye. li tirkiyê çend misilmanên bi rastî rast û dûrist hene? çiqasê wan li hember zilmê dengê xwe derdixin, deng derxistinê berde dilê çiqasê wan ji bo mirina kurdan û hindikahiyên din diêşe, di karên xwe de çiqas rast in, çiqasê wan xwe ji heramê vedidin, çiqasê wan ne li pey torpîlan in, çiqasê wan bawer dikin ku bi kuştina kurdan wê bibin şehîd? rêjeya wan çiqas e? %10? aha rêjeya başiya wan hecîyan jî belkî evqas be.

û di tu civakî de ev rêje ne ji vê kêmtir e. loma ji mirina mirovên zêdetir ji bo wan naêşim. çima biêşim?



hemû zilmkar û dagirkerên me misilman in. her ku misilman xwedî hêz dibin û zêdetir tên ber çavan, dilê min zêdetir ji misilmanan sar dibe.



12.09.2015 18:11 | simurg56

10. cihê wan -yên qenc- bihuşt be..

rastiyeke beloq li holê ye ku li hemberê zilm û zordariyê bi qasî çend sed sal in ku misilmanên me kerr û kor in. da ku şer û texde neyê li ber deriyê wan, bûyer û pevçûnên heyî ne xema qûna wan e. heta li vir tu problem û guman nîn e lê belê ji ber ku kurd bixwe misilman in û tevî ku misilmanên qenc in dîsa jî li hemberê pêkûtiyên li ser serê kurdan bûne rîtûelên ji rêzê, misilmanên cîhanê ta aniha tu pejn û deng dernexstine ji ber wê yekê ye di nava kurdên sekuler de kîn û nefreteke deraqil heye li dijî misilmanan..

ez bixwe jî êdî hej ji misilmanan nakim, xweyî mesnet û sedemên saxlam im, lê nikarim bêjim baş bû ku mirin, xweş bû ku ji erdê xeleya wan rabû falan fîlan..

gelek însan mirine xwudê zane kî ji wan di çi rewşê de bû? çend ji wan xweyî zar û zêç bû? çend ji wan bi çi zor û zehmetî çûbûn ku peywira xwe ya dînî pê bînin?

ger mariv ji maske û berpirsyariyên naylon û bêwate yên ku civat bixwe li ser mêriv dike ferz, rizgar bibe, bi hêsanî dikare bêje ku heyfa ewqas însanan bû..

lê em êdî ne însanîn orjînal in, hîs û hestên me tev emeliyatkirî ne, pîne ne...



12.09.2015 18:28 | ferhenga şikestî

11. karê mossad û siyasetmedarên îsraîl e.



12.09.2015 19:42 | hola êzîda

12. (bnr: xwedê mala xwe xerabkir)



xwedê rihma xwe li wan bike felaketekîye. ji sersariyan ev qetlîam çêbûye. evan bêîmanê ereba pereyê kû ji misilmana distînin wan di xapînin pê çidikin gelo? çima vîncek baş avanakin..? karê wê vîncê li wêderê çiye? an karê hecîya li binê vîncê çiye? an jî evçiye heroj mekeyê restore dikin cîkî dipelêşin cardin avadikin..



13.09.2015 00:08 | shorbevan

13. (bnr: teqdîra xwedê)



13.09.2015 13:27 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qezaya trafîqê

Kategoriyên mijarê:: jiyan nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî