Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin - tirşik
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin
(37) (1) (7)
di mijarê de bigere

1. pirsgirêka me kurdan e, ê ku ji dibistana sereke heta zaningehê bênavber her sal, di dibistanan de dersê tirkî standine lê belê bihêle dersên kurdî standin, ji xeynî di mala xwe de tu derî kurdî jî neaxivîne.

ji ber vê yekê piraniya kurdan ku gora fikra min herî kêm %91,78ê kurdan e , tirkî ji kurdî baştir dizanin . ê dema ku em kurdî diaxivin, ger em tiştekî ku bi eslê xwe kurdî ye nekarin bibînin, tirkiya wê difikirin û wê werdigerînin.wî çaxî jî carinan biwêjên pir pêkenok derdikevin holê. zimanê mirov çi qas ji biçûktiyê hatibe hînbûn, ev pirsgirêk jî ew qas hindik e. lê wî çaxî jî pirsgirêkên din derdikevin ; (bnr: kurdî fikirîn û tirkî gotin) .

ez 2-3 mînakan bidim

--di bingehê de tiştên din razan (altında başka nedenler yatması)

--nêzikbûn (yaklaşım )

--wateya nêzik (yakın anlam)



31.07.2013 13:28 | brusk56


3. bi tirkî: mesaj atti

bi kurdî: peyam avît (a rast: peyam şand)



31.07.2013 15:53 | serpale

5. bi tirkî: yaşamini kaybettî

bi kurdî: jiyana xwe winda kir.

çi tiştekî eletewşe,divê qey jiyan pereyekî hûre heyran.



22.09.2013 20:48 | tivirloismail

6. Mixabin ez jî vê çewtiyê gellek caran dikim.

mirov çiqas bi tirkî bipeyve,mêjiyê mirov ewqas xwe li tirkî dipêçîne.



03.10.2013 13:18 | gulan

7. "Di konferansê de li ser xebatên çapemeniyê ya jinan a azad û rêxistibûyînî nîqaş hatin meşandin û lijneya rêxistinabûna çapemeniya jinê hat îlankirin."

(bnr: tartışma yürütmek)

erê min îro vê dît.



03.10.2013 13:25 | simurg56

8. di çapemeniya kurd ya li bakurê kurdistanê de ev ye gelekî tê kirin.. pirraniya ajans û rojname û malperên li bakurê kurdistanê pirrî caran nûçeyên xwe bi tirkî amade dikin û paşê ji bo beş û pişkên kurdî li kurdî werdigerînin.. heta gelek caran beyan û daxwuyaniyên bi kurdî jî pêşiyê li tirkî têne wergerandin û paşê li ber wergera wê ya tirkî cardin li kurdî tên wergerandin.. çima wilo dikin? ji ber ku sertanpê hemû jiyana wan bi tirkî ye.. ji ber ku di jiyana xwe ya rojane de kurdî bikar nayînin, bi kurdî naxwînin kurdiya wan her perk û stewr û kêmber dimîne li xwe zêde nake bi pêş nakeve.. yên bikar tînin jî ji ber ku pişta xwe naspêrin biwêj û qalib û gotinên pêşiyan û tiştên din yên folklorîk filan zimaneke ferhengokî yê şûştî û bêxwê û tamsarkî bikar tînin.. ziman tişteke sax û jînde ye eger neyê bikaranîn û rojane nebe zeng digire û ko dibe û êdî nema digere!



03.10.2013 14:03 | endazer

9. beni ara - li min bigere



ew ne raste, bi kurdi em debejin ji min re telefon bike. Newsa?



03.10.2013 14:38 | ferr

10. kurdî fikirîn û tirkî gotin;



kurdî: sebra min nayê

tirkî: sabrım gelmiyor



07.10.2013 16:46 | dilkevroşk

11. kurdî: dicemidim.

tirkî: beni soguktur.



07.10.2013 22:42 | dîno

12. (bnr: bi kurdî fikirîn û tirkî gotin)



07.10.2013 23:45 | endazer

13. zimanê piraniya zimanê teknîk ê îskeletê tirshikê..



08.10.2013 00:02 | gordereş

14. nivîserekî kurd ê ku bi ismê xwe beran dibire wê rojê digot "bi endaze tevgeriyan", wek di vê babetê te "divê mirov bi endaze tev bigere".. pest û pêpest yanî!!



08.10.2013 00:07 | gordereş

15. Ne heddê min e lê peyam no pelete/3038 bi fikra xwe tirkî bes bi zikra xwe kurdî ye..

nakokiya di navbera fikr û zikrê de di vê hevokê de

"Ji bo wî mirov yan jî heywanê ku bi aliyekî nediyar ya kes nizane kuder e ve çûyî re tê gotin"

dibe wek,

"Ji bo wî mirovî yan wî heywanî tê gotin ku bi aliyekî nediyar ve yan kes nezane kuder e ve çûye"

were safî kirin.. bila endazer beg li vî bendeyî negire..



09.10.2013 23:17 | gordereş

16. (bnr: cixare vexwarin) *



23.10.2013 22:48 | brusk56

18. (bnr: min te ji erdekî da erdekî din) ; yanê seni yerden yere vurdum * qene bêje min te yerden yere vurmîj kir malnemîrat



14.11.2013 19:15 | brusk56

19. (bnr: rewşa min tune)

(bnr: durumum yok)



25.12.2013 21:31 | simurg56

20. ew tiştên fehş in: mînak: hêsanî bê/kolay gelsin.



25.12.2013 22:50 | cekdar

21. derbasî be - geçmiş olsun

ev ciya tijiye - bu yer doludur.



25.12.2013 23:12 | ruhavi

22. ez taştê dikim-kahvaltı yapıyorum.



26.12.2013 14:32 | aryâspa

23. jiyan bi kurdî xweş e



26.12.2013 14:34 | fırat evdal

24. hejmara peyaman derbas bûye: xwedê dizane tirkî ye.

gelo nikare wisa bibêje: "ji 3000 peyaman zêdetir nivîsiye"?

li ser meseleya qalib û biwêjên tirkî û kurdî û yên ku ji hev stendine an jî bi awayekî xelet ketine kurdî mirov zêde nikare tiştekî bibêjê lê wek ku ev bikarhanîn xelet e.

mînak:

endazer/21806



27.12.2013 01:25 | dijber

25. Hin gotin hene ku di kurdî de ji bo wan li gor rê û rêbaz û mantiqa kurdî peyv û îfade çendî hebin jî lê dîsa mirovin hene ku diçin li gor mantiqa tirkî diaxivin. Herwekî lêkera " anîn ziman " li gor mantiqa tirkî ye, kurdiya wê " bi lêv kirin" e.

Lê carina ji ber ku zimanê kurdî zû de ye nebûye zimanê têkiliyên civakî yên nivîskî ez bi zanebûn hin valahiyan bi mantiqên zimanên din tijî dikim. Yanî zimanê kurdî ne mejbûr e ku hemû rê û rêbazên mantiqî di xwe de bihweîne. Wekî her zimanî kêmasiyên wî jî hene û zêdehiyê wî jî hene. Herwekî di tirkî de jî bi garanan îfade û lêkerê ku li gor mantiqa îngîlîzî û fransizî û farisî û kûrdî hatine darijtin hene.



Îcar hin îfade hene çendî heya îro di kurdî qet mînakên wan tune bin jî ji ber ku global in ne malê tu zimanî ne. Herwekî " 1+1= 2 li gor mantiqa kîjan gelî ye?" Çiqas pirseke tewş be jî, rapêşkirina hin îfadeyên ku bi xwezayî di ruh û giyanê her zimanî de hene, ber bi zimanên din ewçend tewş e.



27.12.2013 01:52 | ceso

26. (bnr: sonuçta benim de oğlum)

(bnr: di encamê de kurê min e jî)

min aniha ji dunya tv'yê bihîst. hê min vê nenivîsî, ev hat:

(bnr: allahim, insanlık öldü mü)

(bnr: xwedayê min ma mirovahî miriye)



05.01.2014 20:01 | simurg56

27. uzun sürdü = dirêj ajot

ne henek e ha ! him jî ev gotin, pêşgotina pirtûka lokman polat a bi navê kaniya stockholmê de derbas dibe *



23.02.2014 00:02 | brusk56

29. "ji destê min erzan filitî" yanî elimden ucuz kurtuldu:-) dibe ku hûn bêjin kes wisa negotiye lê pirtûka elmo bagerî ya mizgîna dizan bixwînin du-sê car vê hevoka hanê derbas dibe



23.02.2014 02:39 | ferhenga şikestî

30. "ji hêrsan siwarê kûpan bûm" yanî sinirden küplere bindim.. vê hevoka hanê jî di pirtûkekê de derbas dibûn lê mixabin nayê bîra min ku teşhîr bikim:-)



23.02.2014 02:42 | ferhenga şikestî

32. (bnr:/32461)



26.03.2014 17:34 | nazim tolhildan

34. hewal tu qet bi tendurustî nafikirî



27.03.2014 01:33 | renas

35. bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin, kemasiya nezanîna gotinên pêşiyan û biweja ye. bi rastî jî biwêj vê rewşê de pirr giring e, ji ber ku gotinên tirkî fikirîn û kurdÎ gotin gelenperî biwêj in. ev jî asîmîlasyona ser me diyar dike. asîmîlasyona ser ziman ewil berê xwe dide gotinên pêşiyan û biwêja. bi axaftinê de jî û nivîsandinê de jî giring e. nêzanîa va pirsgirêkek mezin e.

(bnr: gotinên pêşiyan)

(bnr: biwêj)



27.03.2014 01:53 | rêzan

37. nexweşiya dehsalan e. ji kovara mîrkutê (sal 1985);



"em kurd nikarin hevûdu bikşînin"

-yanî "biz kürtler birbirimizi çekemiyoruz"

- yanî "em kurd her tim hesûdî û zikreşiya hev dikin"



01.05.2014 13:08 | simurg56

38. tweet atmak = tweet avêtin



06.05.2014 23:25 | brusk56

39. "derdê min jî qet nayê kişandin!" (dert çekmek)

mahmûd lewendî / compûtera ber dilê min / rûpel 11



07.05.2014 20:17 | simurg56

40. min biruskan wan dikişand li ser xwe..

birusk kişandin li ser xwe , xuya ye ku bi feraseta tirkî fikirîne pêk hatiye...



firşik fireh; yên ku dost û dujminên xwe cihê nedikin, yên ku ji xwe heznakin re hevaltiye dikin..an tiştek wîsa



27.07.2014 00:13 | havka

41. (bnr: kêrê xwe da histî)



27.07.2014 00:24 | serpale

42. mixabin heta fikirîna me kurdan asimÎle bûye. nexweşiyeke pir xirabê. dermanÊ wÊ jÎ jiyaneke bi kurdÎ ye herdem Û li herderÎ..



26.09.2014 13:21 | xwelî li ser

43. (bnr: bes lêxin zilam mir)



26.09.2014 13:40 | ferhenga şikestî

44. kar û xebata trt 6ê ye.



29.09.2014 17:05 | brusk56

45. birîka te lê dixê Mem ( ji rêzefîlma mem û zîn)



30.09.2014 11:05 | jehran

46. bêjingkirin bikaranînek çewt e..

mînak: bêjingkirina hêman û mercên bûyerê di bêjinga hiş û mêjî de..

dan ber bêjingê an bêjandin, hêjandin, serîdandin..



12.10.2014 20:33 | havka

47. (bnr: 5 deqe paşê)

min îro di zarok tvyê de bihîst. bi tirkî dibêjin 5 dakika sonra, ji ber ku xêzefîlm ji tirkî hatiye wergerandin weke 5 deqe paşê hatiye gotin lê bi ya min diviyabû wisa be:piştî 5 deqeyan an jî 5 deqe şûnde...



27.10.2014 19:53 | simurg56

48. (bnr: 31 kêşan)



12.11.2014 01:44 | vêca çiyeeee

49. wêne kêşandin - fotoğraf çekmek



ya rast : wêne girtin



13.11.2014 21:58 | vêca çiyeeee

50. rewşa niha ez tê de me. min ku xwe bi xwe him xwendin him nivîsandin him jî axivînê alimî yanî zimanê kurdî ji her alî bi tena serê xwe alimî hê jî ji vê yeka hanê rizgar nebûm. carek du caran di xewna xwe de min kurdî axivî lê carek du caran çi ye li ba caran?



20.01.2015 01:02 | kurê xelkê

52. ji bala min filitiye, yaw - Dikkatimden kaçmış, ya.

c.kulek, defteren perrikdakan.



06.02.2015 13:08 | diclefirat

53. Asîmîle buyûne...



06.02.2015 13:31 | mamoste63

54. rexne xwarin..



14.04.2015 00:46 | berxweda

55. ji bo gelên bindest ku ji aliyê serdestan ve zimanên wan bi sedan sal hatî qedexekirin re bûyerek ji rêzê ye.



dewleta tirk nêzikê sadsalan zimanê kurdî qedexe kir û ji nava jiyanê dûr xist. ji ber vê bişaftina dijwar bi taybetî nifşên piştî 80yan ber bi jibîrkirina kurdî ve çûn. lê beramberê tekoşîna rizgariya netewî bi tirkî be jî di nava kurdan de hişyariyek kurdewar çêbû û dewlet bi xwe jî mecbûr ma ku bi kurdî propagandaya xwe bike.



her wiha di nava gelê kurd de jî ev kesên di bin bandora bişaftinê de pir mayîn xwestin vegerin li ser bingeha xwe û dest bi fêrbûna kurdî kirin. lê ji ber ku bişaftin dijwar e kurdiya wan de pirsgirêkên bi vî rengî derdikeve. ango nikarin xwe ji perwerdeya tirkî xulas bikin. bi tirkî perwerde dîtine, bi tirkî pirtûk xwendine, bi tirkî temaşeyê fîlman kirine û hwd. bi vî rengî bi zimanê tirkî di entelektueliyê de gihiştine heya astekî û kurdiya resen baş nizanin, ji ber vê jî pirsgirêk di hevokên wan de derdikevin.



divê em wan şermezar nekin ku hewildana wan bikêmasî be jî pîroz e. heya ku qet neaxivin bila şaş û maş destpê bikin. çawa be dema kesekî kêmasiya wan dît dê ji wan re rastiya ramîna kurdî û îfadekirina kurdî ya wê hevokê ji wan re vebêje.



pêwîst e ew kesên ku şaşiyên wan hatî tespît kirin û diyar kirin jî xwe aciz nekin, dema rastî dîtin ji wê demê pê ve hevoka kurdiya resen bi kar bînin. dîsa em ji bîr nekin kesên kurdî difikirin û xwedî zimanek rast in jî dema şaşiyek bi vî rengî dîtin bi zimanek dostane rastiyê nîşanî wan bidin û hewla wan venemirînin..



14.04.2015 01:02 ~01:18 | mele ehmedê nalbendî

56. ne tiştekî pirsgirêke ha bi tirkî yan erebî yanjî zimanên din got. tiştê problem kû baş nebêje.



14.04.2015 10:59 | shorbevan

57. Maf xwarin - Hak yemek

Hêj li ser twîtterê rast hatim *



15.04.2020 14:25 | xelîl

58. Mirovek li vî welatî nêzî 15-16 salan li dibistan û zanîngehên tirkan da perwerde dibe. Bi tirkî fikirîn di bin va şert û mercan de asayî ye. Lê dîsa mirov xwe bi xwe dikare xwe perwerde bike û ji bandora tirkî xwe dûr bixe.



15.04.2020 14:41 | reşwanî

59. bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin/11977 kurdîya "beni soğuktur"ê "min sar e" ye, ne "dicemidim" e.
Edît: format.



15.04.2020 14:52 ~14:53 | xabûrî

60. Encamek ya deformasyona ziman e. Para sazîyên zimanê Kurdî jî di nav de heye. Weke mînak: dema yek hilpişkî kalên me dibêjin "bi xêr be" lê kesên bi lîteraturê vi girêdayî ji ber ku di lîteraturê wisa biryar da ye dibêjin "her bijî"
Bi vê mantiqê Kurdî ji bandora tirkî xilas nabe



15.04.2020 18:35 ~18:36 | soryazyus

61. bi Tirkî fikirîn :yokluğu hissediliyordu

bi kurdî gotin : tunebuniya wî hest dibû

ji kena xeniqîm lew *



03.07.2020 01:54 | bûtîmar

62. Mixabin ez jî niha wusa me..Lê ev tişt normal e..Pir kurd bi tirkî re êdî zav tekilî de mane..



03.07.2020 09:55 | xeletnivîs

63. Rewşa ku ez bawer im li bakur Kurdê herî zîrek û Kurdperwer jî nikare ji sedî sed xwe jê rizgar bike. Ev sed sale tirkî niyaye jiyana me ma qey hûn nizanin?



03.07.2020 20:38 ~20:38 | xabûrî

64. fikirîn:
(bnr: rûvîya wê dêşe)

tirkî gotin:
(bnr: tilkisi ağrıyor)

not: ev replîka (bnr: cemîl hosta) bû.
notek din: rûvî di anatomî de "bagirsak" e û ajelekî ku xwedîyê nava rûvî;(ingilizi: fox, tirkî: tilki) jî heye.



22.02.2021 01:14 ~01:18 | heval.js

65. selim temo goti bu



07.04.2021 19:06 | stjîr

66. selim temo goti bu



07.04.2021 19:06 | stjîr

67. Aniha li Twitterê liqayî bûm, lawik gotiye "kes nikare dev dirêjî me bike" di tirkî de dil uzatmak tê bi kar anîn û di kurdî de (vbnr: dev avêtin tê bi kar anîn, wî) jî herdu kiriye yek, encam=dev dirêj kirin*



10.10.2021 02:27 | merwano

68. kurdî: erebe doşek pêça

tirkî: araba yatak sardi



08.11.2021 21:53 | tîrêj zana 21

69. (bnr: di heman demê de)
bnr. aynı zamanda



21.02.2022 00:18 ~00:18 | heval.js

70. Ji wan hinek gelek kenawer in .
Yek jê : pere razaye /raketiye ji min tê bêjim bila lihêfê xweş li xwe werde haa dê nexweş bikeve *



02.03.2023 22:55 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol