Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


29 mijar û 38 peyam
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin - tirşik
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin
(37) (1) (7)
di mijarê de bigere

19. derbasî be - geçmiş olsun

ev ciya tijiye - bu yer doludur.



25.12.2013 23:12 | ruhavi

20. ez taştê dikim-kahvaltı yapıyorum.



26.12.2013 14:32 | aryâspa

21. jiyan bi kurdî xweş e



26.12.2013 14:34 | fırat evdal

22. hejmara peyaman derbas bûye: xwedê dizane tirkî ye.

gelo nikare wisa bibêje: "ji 3000 peyaman zêdetir nivîsiye"?

li ser meseleya qalib û biwêjên tirkî û kurdî û yên ku ji hev stendine an jî bi awayekî xelet ketine kurdî mirov zêde nikare tiştekî bibêjê lê wek ku ev bikarhanîn xelet e.

mînak:

endazer/21806



27.12.2013 01:25 | dijber

23. Hin gotin hene ku di kurdî de ji bo wan li gor rê û rêbaz û mantiqa kurdî peyv û îfade çendî hebin jî lê dîsa mirovin hene ku diçin li gor mantiqa tirkî diaxivin. Herwekî lêkera " anîn ziman " li gor mantiqa tirkî ye, kurdiya wê " bi lêv kirin" e.

Lê carina ji ber ku zimanê kurdî zû de ye nebûye zimanê têkiliyên civakî yên nivîskî ez bi zanebûn hin valahiyan bi mantiqên zimanên din tijî dikim. Yanî zimanê kurdî ne mejbûr e ku hemû rê û rêbazên mantiqî di xwe de bihweîne. Wekî her zimanî kêmasiyên wî jî hene û zêdehiyê wî jî hene. Herwekî di tirkî de jî bi garanan îfade û lêkerê ku li gor mantiqa îngîlîzî û fransizî û farisî û kûrdî hatine darijtin hene.



Îcar hin îfade hene çendî heya îro di kurdî qet mînakên wan tune bin jî ji ber ku global in ne malê tu zimanî ne. Herwekî " 1+1= 2 li gor mantiqa kîjan gelî ye?" Çiqas pirseke tewş be jî, rapêşkirina hin îfadeyên ku bi xwezayî di ruh û giyanê her zimanî de hene, ber bi zimanên din ewçend tewş e.



27.12.2013 01:52 | ceso

24. (bnr: sonuçta benim de oğlum)

(bnr: di encamê de kurê min e jî)

min aniha ji dunya tv'yê bihîst. hê min vê nenivîsî, ev hat:

(bnr: allahim, insanlık öldü mü)

(bnr: xwedayê min ma mirovahî miriye)



05.01.2014 20:01 | simurg56

25. uzun sürdü = dirêj ajot

ne henek e ha ! him jî ev gotin, pêşgotina pirtûka lokman polat a bi navê kaniya stockholmê de derbas dibe *



23.02.2014 00:02 | brusk56

26. "ji destê min erzan filitî" yanî elimden ucuz kurtuldu:-) dibe ku hûn bêjin kes wisa negotiye lê pirtûka elmo bagerî ya mizgîna dizan bixwînin du-sê car vê hevoka hanê derbas dibe



23.02.2014 02:39 | ferhenga şikestî

27. "ji hêrsan siwarê kûpan bûm" yanî sinirden küplere bindim.. vê hevoka hanê jî di pirtûkekê de derbas dibûn lê mixabin nayê bîra min ku teşhîr bikim:-)



23.02.2014 02:42 | ferhenga şikestî

28. (bnr:/32461)



26.03.2014 17:34 | nazim tolhildan

29. hewal tu qet bi tendurustî nafikirî



27.03.2014 01:33 | renas

30. bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin, kemasiya nezanîna gotinên pêşiyan û biweja ye. bi rastî jî biwêj vê rewşê de pirr giring e, ji ber ku gotinên tirkî fikirîn û kurdÎ gotin gelenperî biwêj in. ev jî asîmîlasyona ser me diyar dike. asîmîlasyona ser ziman ewil berê xwe dide gotinên pêşiyan û biwêja. bi axaftinê de jî û nivîsandinê de jî giring e. nêzanîa va pirsgirêkek mezin e.

(bnr: gotinên pêşiyan)

(bnr: biwêj)



27.03.2014 01:53 | rêzan

31. nexweşiya dehsalan e. ji kovara mîrkutê (sal 1985);



"em kurd nikarin hevûdu bikşînin"

-yanî "biz kürtler birbirimizi çekemiyoruz"

- yanî "em kurd her tim hesûdî û zikreşiya hev dikin"



01.05.2014 13:08 | simurg56

32. tweet atmak = tweet avêtin



06.05.2014 23:25 | brusk56

33. "derdê min jî qet nayê kişandin!" (dert çekmek)

mahmûd lewendî / compûtera ber dilê min / rûpel 11



07.05.2014 20:17 | simurg56

34. min biruskan wan dikişand li ser xwe..

birusk kişandin li ser xwe , xuya ye ku bi feraseta tirkî fikirîne pêk hatiye...



firşik fireh; yên ku dost û dujminên xwe cihê nedikin, yên ku ji xwe heznakin re hevaltiye dikin..an tiştek wîsa



27.07.2014 00:13 | havka

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol