Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin - tirşik
bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin
(37) (1) (7)
di mijarê de bigere

35. (bnr: kêrê xwe da histî)



27.07.2014 00:24 | serpale

36. mixabin heta fikirîna me kurdan asimÎle bûye. nexweşiyeke pir xirabê. dermanÊ wÊ jÎ jiyaneke bi kurdÎ ye herdem Û li herderÎ..



26.09.2014 13:21 | xwelî li ser

37. (bnr: bes lêxin zilam mir)



26.09.2014 13:40 | ferhenga şikestî

38. kar û xebata trt 6ê ye.



29.09.2014 17:05 | brusk56

39. birîka te lê dixê Mem ( ji rêzefîlma mem û zîn)



30.09.2014 11:05 | jehran

40. bêjingkirin bikaranînek çewt e..

mînak: bêjingkirina hêman û mercên bûyerê di bêjinga hiş û mêjî de..

dan ber bêjingê an bêjandin, hêjandin, serîdandin..



12.10.2014 20:33 | havka

41. (bnr: 5 deqe paşê)

min îro di zarok tvyê de bihîst. bi tirkî dibêjin 5 dakika sonra, ji ber ku xêzefîlm ji tirkî hatiye wergerandin weke 5 deqe paşê hatiye gotin lê bi ya min diviyabû wisa be:piştî 5 deqeyan an jî 5 deqe şûnde...



27.10.2014 19:53 | simurg56

42. (bnr: 31 kêşan)



12.11.2014 01:44 | vêca çiyeeee

43. wêne kêşandin - fotoğraf çekmek



ya rast : wêne girtin



13.11.2014 21:58 | vêca çiyeeee

44. rewşa niha ez tê de me. min ku xwe bi xwe him xwendin him nivîsandin him jî axivînê alimî yanî zimanê kurdî ji her alî bi tena serê xwe alimî hê jî ji vê yeka hanê rizgar nebûm. carek du caran di xewna xwe de min kurdî axivî lê carek du caran çi ye li ba caran?



20.01.2015 01:02 | kurê xelkê

45. ji bala min filitiye, yaw - Dikkatimden kaçmış, ya.

c.kulek, defteren perrikdakan.



06.02.2015 13:08 | diclefirat

46. Asîmîle buyûne...



06.02.2015 13:31 | mamoste63

47. rexne xwarin..



14.04.2015 00:46 | berxweda

48. ji bo gelên bindest ku ji aliyê serdestan ve zimanên wan bi sedan sal hatî qedexekirin re bûyerek ji rêzê ye.



dewleta tirk nêzikê sadsalan zimanê kurdî qedexe kir û ji nava jiyanê dûr xist. ji ber vê bişaftina dijwar bi taybetî nifşên piştî 80yan ber bi jibîrkirina kurdî ve çûn. lê beramberê tekoşîna rizgariya netewî bi tirkî be jî di nava kurdan de hişyariyek kurdewar çêbû û dewlet bi xwe jî mecbûr ma ku bi kurdî propagandaya xwe bike.



her wiha di nava gelê kurd de jî ev kesên di bin bandora bişaftinê de pir mayîn xwestin vegerin li ser bingeha xwe û dest bi fêrbûna kurdî kirin. lê ji ber ku bişaftin dijwar e kurdiya wan de pirsgirêkên bi vî rengî derdikeve. ango nikarin xwe ji perwerdeya tirkî xulas bikin. bi tirkî perwerde dîtine, bi tirkî pirtûk xwendine, bi tirkî temaşeyê fîlman kirine û hwd. bi vî rengî bi zimanê tirkî di entelektueliyê de gihiştine heya astekî û kurdiya resen baş nizanin, ji ber vê jî pirsgirêk di hevokên wan de derdikevin.



divê em wan şermezar nekin ku hewildana wan bikêmasî be jî pîroz e. heya ku qet neaxivin bila şaş û maş destpê bikin. çawa be dema kesekî kêmasiya wan dît dê ji wan re rastiya ramîna kurdî û îfadekirina kurdî ya wê hevokê ji wan re vebêje.



pêwîst e ew kesên ku şaşiyên wan hatî tespît kirin û diyar kirin jî xwe aciz nekin, dema rastî dîtin ji wê demê pê ve hevoka kurdiya resen bi kar bînin. dîsa em ji bîr nekin kesên kurdî difikirin û xwedî zimanek rast in jî dema şaşiyek bi vî rengî dîtin bi zimanek dostane rastiyê nîşanî wan bidin û hewla wan venemirînin..



14.04.2015 01:02 ~01:18 | mele ehmedê nalbendî

49. ne tiştekî pirsgirêke ha bi tirkî yan erebî yanjî zimanên din got. tiştê problem kû baş nebêje.



14.04.2015 10:59 | shorbevan

50. Maf xwarin - Hak yemek

Hêj li ser twîtterê rast hatim *



15.04.2020 14:25 | xelîl

51. Mirovek li vî welatî nêzî 15-16 salan li dibistan û zanîngehên tirkan da perwerde dibe. Bi tirkî fikirîn di bin va şert û mercan de asayî ye. Lê dîsa mirov xwe bi xwe dikare xwe perwerde bike û ji bandora tirkî xwe dûr bixe.



15.04.2020 14:41 | reşwanî

52. bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin/11977 kurdîya "beni soğuktur"ê "min sar e" ye, ne "dicemidim" e.
Edît: format.



15.04.2020 14:52 ~14:53 | xabûrî

53. Encamek ya deformasyona ziman e. Para sazîyên zimanê Kurdî jî di nav de heye. Weke mînak: dema yek hilpişkî kalên me dibêjin "bi xêr be" lê kesên bi lîteraturê vi girêdayî ji ber ku di lîteraturê wisa biryar da ye dibêjin "her bijî"
Bi vê mantiqê Kurdî ji bandora tirkî xilas nabe



15.04.2020 18:35 ~18:36 | soryazyus

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene