Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin - tirşik
bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin

Navê mijarê ya ewil ev bû:kurdî fikirîn û tirkî gotin
(99) (2) (16)
di mijarê de bigere

163. hebek jî ez zêde bikim. Buyer li mûşê derbas dibe. mufettişek li mekteban teftîş dike û li polekî de beşdarê dersê dibe. velhasil dibîne ku xwendekarek bi awayekî cuda dinîvîse û ji wê re dibêje kekê min dirust rune û usakî binivîse. xwendekar gotina mufettiş dike lê piştî demekî kin dîsa wekî berê dinivîse. mufettiş dîsa xwendakarê îkaz dike, lê wîcar xwendekar hêrs dibe û dibêje "öğretmenim böyle keysim gelmiyor!".



05.12.2020 18:41 | lonw karda

164. Kalê minî rehmetî li leşkeriyê, şûferê tangê ye. Li enqera dema di nav bajêr re derbas dibin boriya qelevzonê di bin tangê de dikumuşe. Paşê berpirsyarê şaredariyê tê alayê û kalê min gilî dike. Komutan gazî kalê min dike, dibê " ev çi meseleye?" kalê min dibêje " komtanim, yalan soyliyor. Ben yapmadim, boq memurî yapmiştir"

Boq memurî: ji erebeya çopê re dibêje.



05.12.2020 20:40 | tîrêj zana 21

165. deynê min li tene-borcum sana var
bi vê mantiqê:
bi tirkî ez deyndarê mêrik im *
lê bi kurdî ew deyndarê min e *



15.05.2021 08:10 | merwano

166. Abdest tutmak (bnr: ) destnimêj girtin

Here lînkê

Edît: wêne lê zêdekirin



23.06.2021 14:30 ~14:37 | xabûrî

167. nêzik ma - yakın kaldi.



18.11.2021 22:21 | heval.js

168. Benden küsecekler - ew ê ji min bixeyidin. Bi Tirkî rastiya wê bana küsecekler e.
Di Pirtûkeke rîsaleyên nûr de derbas dibe. Yanî seîdê kurdî her çiqasî bi Tirkî nivîsîbe jî gelek caran bi Kurdî fikirîye. Ev mînakek bû.



22.11.2021 21:03 | xabûrî

169. Tê serê hemû Kurdan * Ez bo serşûştinê piranî car bê hemdî li Tirkî " baş yikamak " bikar tînim. Li dorm carekê min wa gotibû, keçika li jûra min got sadece başini mi yikayacaksin ? Paşê Min jê re rave kir * ez fêm nakim Ereb çima qet ji zimanê xwe tiştek bikar nînin. Kurdan tu dibînî li nav Tirkî peyvên kurdî û rêzimana kurdî bikar tînin. Ereb qet wa nakin bi xwedê , Ew tiştekî asayî ye gelo yan Ereb her tim seyr in *



05.12.2021 17:23 | navîgiranmezelîwêran

170. bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe.



06.12.2021 10:23 | giyanstêr

171. ji tirsa yekî .... kirin;

ji tirsa me revî: korkumuzdan kaçtı

min îro li anfê nûçeyek dixwend û xwestim vîdyoyê temaşe bikim. vîdyo bi tirkî bû û sernivîsa wê de digot "gerîllanin korkusundan erzagi halat ile çeken askerler".*

lînka malperê anf: Here lînkê



28.06.2022 01:07 | ciwanzêr

172. dilê min ket te - sana kalbim girdi



29.05.2023 12:39 | horhorik


174. -naxwazim rîskê bistînim.

-riski almak istemiyorum.
*



22.10.2023 20:07 | ciwanzêr