Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
taktîk ji bo evîndaran - tirşik
taktîk ji bo evîndaran
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. ew taktîkên ku di ruhê mirovî de tune bin, mirov nikare ti tiştî bike, lê ez ê vê ji bo lawikan re bibêjim, eger kêfa we ji keçikekê re hat, jê hez nekin, pê re biaxivin lê zêde guh lê nekin, bera dû nedin bila ew bera dû we de, keçik ji lawikên xerab û pîs hez dikin heta ji we bê pîs û xerab bin.



14.09.2015 00:17 | dijber

2. yek ji wan: Bila nebin evîndar! Evîndarî pîs e..

yek din: Bila weke sazanan rasterast nebêjin ev keçik/lawik tam li gorî min e. Bila ewil li xwestekên xwe yên ji têkiliyekê hayil bin paşê xwe li têkiliyekê rakişînin hekena çû çû nema tê(wextekî wan ê dirêj).

yek din: dirust bin. însan bin. bi derewan kesî nexapînin. heke we xapand hûn ne însanin. Heke hûn ne însan bin hûn ê jiyana hezkiriya/ê xwe jî mehf bikin. Heke ku we mehf kir xwedayê reben we nehêle..



14.09.2015 02:02 | mergehez

3. ger we rastî bivêt wilo taktîkeke spesîfik yan diyarkirî û zelal nîn e lewma tu taktîkên heyî yên heya aniha di gelek cihan de hatine gotin bi kêrî tu gûyî nayên.

ger di cîhanê de sê milyar jin û keç hebîn her yek ji wan ji yên din cudatir û ecêbtir in..

hin jin ji qeşmeran hez dikin, hin ji wan ji pereyê hez dikin ger tu gelek qeşeng û zana bî jî tu tişt îfade nake, hin ji wan ji dîndaran hez dikin, hin ji wan îllam dibêjin bila qeşeng be, hin ji wan ji rûçiksizan hez dikin, hin ji wan nirx didin zanabûna marivî wesayre..

lê hezkirina ku ji dil tê bêsedem e mesela difikîrî bê ka ez çima hej jê dikim? lê tu serê xwe li dîwaran bixî û biqelişînî sedemeke maqul nikarî peyda bikî, lewma serê xwe yê kundir belasebeb neqelişîne*

hevaleke min hebû, digo ger ez bibînim ku efendî ye û xwedî li min û malbata xwe derdikeve û hay ji berpirsyariyên xwe hene, ezê cihda pê re bizewicim. yanê tu wateya eşq û evîndariyê bo wê nîn bû, mariv dikare ji bo rewşa wê bêje pêşeroja xwe digire binê temînatê ango canik dev ji dilî berdide û ji bo pêşerojeke aram diponije, tevdigere..

hevaleke min a xweşik heye ne şaş bim emrê wê bûye 29 lê heta aniha qet hevalê wê çênebû, ew bixwe carekî mikur hat û ji min re gotibû ''heta ku ez hezkirinê heya nav damarên xwe jî hîs nekim ez bi yekî re nebim'' mi gotibû tiştekî wilo nîn e heyra tuyê li malê bimîni* gotibû ne xema min e ez ezeb bimrim jî nazewicim..

demekê min hej ji keçikekê kiribû bi qasî çend sal li min hatibû xezebê lê nebû, piştî ku hatim stenbolê, dinya li min bû cehnim û jê sar bûbûm ne taktîk ne jî tiştekî dî...

a soxî taktîka herî maqul sekne bi tenê bisekine qet ji bo tiştekî xwe newestîne jixwe ger ji ber taktîkekê hatibû hezkirin an qebulkirin, zanibe ku zêde dom nake, ew jî haj ji te bike jixwe tê yan an bi taktîk maktîkan ev mesele naçe serî



14.09.2015 13:14 | ferhenga şikestî

4. (bnr: an nanê te genim an zarê te genim)



14.09.2015 14:42 | endazer

5. Evîn bi piranî yek alî ye. Weke ku çîrokan de tê gotin du alî be, piranî ji xwe çîrok e. Ji ber vê yekê hay ji dora xwe hebin ku yeke makul ji we hez bike, piştguh nekin, hun ji yekî hez bikî bê dek û dolaban jê re bêjin û qebul bike dinya xwe xweş biborînin.



14.09.2015 16:04 | azadixwaz

6. pirsgirêkeke ku taktîk maktîk feyde nake ye.



15.09.2015 01:04 | nazim tolhildan

7. bila evindar herin dewlemend bibin û hew, efendîbin, camêrbin, merdbîn bi cesaretbin, tolbin, şerm nekin, ji heqî xwe bên der, granbin, maqûlbîn, piçbin, biaqilbin, hişyarbin, cûdabin, bi kêfbin, dev bikenbin, û bi henekbin niha hewkasa bes edî hûn dikarin herin taqtîka bi ceribînin ger we tişt bi dest nexist werin dmnn.



15.09.2015 23:33 ~23:38 | shorbevan

8. De bes qardaşim taktîk çî yo îcarê. Bavêm şima se kerdîîîî? *



nêzana xo dûr bifîne a pey to ra vazbida, nêzana peyam bişawe badê cewab mede, û hew. Lîya lîya şima satranç kay kenê çi kenê ? xo rê efendî bin, mêr bin, aqilmend bin sergiran bin.



taktîk maktîk îşê gawirî yo. goş medin lawo.*



16.09.2015 01:06 | endazyar

9. taktîka herî mezin bêtaktîkî ye* ez ji ku zanim? ez ji xwe zanim.



16.09.2015 13:50 | ceso

10. jidil û rast bin, vir û derewa nekin, wekî din ne hewceyë tiştekî ye.



16.09.2015 14:30 | xendekî


12. ê ku hez dike û xeber nade bavê wî qewad e! îja bila xeber nede adshjads.



30.03.2016 23:02 | kurê xelkê

13. Şerm neke, here û bibêje -nava çavên wê binêr heta ku tu xwe bibîne- min ji te hez kir were em çayekî vexwin nebe jî em ê fîlmeke temaşe kin *



31.03.2016 10:52 | gulêê



16. (bnr: dev ji wê keçê berde!)



12.04.2016 15:37 | gumgumok

17. Taktîkên ku li gorî rewşê diguherin.

1. em bêjin kesê/a li hember ji we hezbike tenê divê hûn hezkirina xwe li wê/î bidin xuyakirin.

2. Em bêjin yê/ya hember nuh li we hesiyaye. Ji bo vê yekê heta niha tu mirovî taktîkên serkeftî nedîtiye. Li kêfa xwe binerin. Surprîz murprîzan bikin. Lê bizanibin ku îxtimal kêm e.

3. Em bêjin yê/ya li hember hezkiriya/ê we yê/ya berê ye. We ew red kiriye demekê lê paşê hûn teklîfa jinûvedestpêkirinê dibin jê re û ew êdî ji we heznake. Dev jê berdin. Hezkirin tiştekî derbasdar e. Tiştekî pîroz e jî lê ev pîrozbûn ji zirarê wêdetir tiştekî nagihîne we. Ji xwe re çend karan bibînin. Li fîlman temaşe bikin, sepanan çêbikin, alîkariya çêkirina sepanan bikin filan. Di vê navberê de jî gotinên ya ku we jê hezkir bînin bîra xwe û bêtir nefret jê bikin. Ku hûn wiha nekin çû ji we. Hûnê her mehê carekê herin li ber lingên wê û bèn reddkirin. Tenê biçûkbûna we û libanêketina egoya wê dê bikeve destê we. Mekin. Li xwe bifikirin..



13.04.2016 02:44 | mergehez

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» taktîk ji bo evîndaran

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî