1. ew taktîkên ku di ruhê mirovî de tune bin, mirov nikare ti tiştî bike, lê ez ê vê ji bo lawikan re bibêjim, eger kêfa we ji keçikekê re hat, jê hez nekin, pê re biaxivin lê zêde guh lê nekin, bera dû nedin bila ew bera dû we de, keçik ji lawikên xerab û pîs hez dikin heta ji we bê pîs û xerab bin. |
|
14.09.2015 00:17 |
dijber
|
2. yek ji wan: Bila nebin evîndar! Evîndarî pîs e.. |
|
14.09.2015 02:02 |
mergehez
|
3. ger we rastî bivêt wilo taktîkeke spesîfik yan diyarkirî û zelal nîn e lewma tu taktîkên heyî yên heya aniha di gelek cihan de hatine gotin bi kêrî tu gûyî nayên. |
|
14.09.2015 13:14 |
ferhenga şikestî
|
4. (bnr: an nanê te genim an zarê te genim) |
|
14.09.2015 14:42 |
endazer
|
5. Evîn bi piranî yek alî ye. Weke ku çîrokan de tê gotin du alî be, piranî ji xwe çîrok e. Ji ber vê yekê hay ji dora xwe hebin ku yeke makul ji we hez bike, piştguh nekin, hun ji yekî hez bikî bê dek û dolaban jê re bêjin û qebul bike dinya xwe xweş biborînin. |
|
14.09.2015 16:04 |
azadixwaz
|
6. pirsgirêkeke ku taktîk maktîk feyde nake ye. |
|
15.09.2015 01:04 |
nazim tolhildan
|
7. bila evindar herin dewlemend bibin û hew, efendîbin, camêrbin, merdbîn bi cesaretbin, tolbin, şerm nekin, ji heqî xwe bên der, granbin, maqûlbîn, piçbin, biaqilbin, hişyarbin, cûdabin, bi kêfbin, dev bikenbin, û bi henekbin niha hewkasa bes edî hûn dikarin herin taqtîka bi ceribînin ger we tişt bi dest nexist werin dmnn. |
|
15.09.2015 23:33 ~23:38 |
shorbevan
|
8. De bes qardaşim taktîk çî yo îcarê. Bavêm şima se kerdîîîî? * |
|
16.09.2015 01:06 |
endazyar
|
12. jidil û rast bin, vir û derewa nekin, wekî din ne hewceyë tiştekî ye. |
|
16.09.2015 14:30 |
xendekî
|
13. (bnr: nêbeje xweş tişt e, bibêje xweş xweyî ye) |
|
30.03.2016 22:52 |
biruya hayao miyazaki
|
14. ê ku hez dike û xeber nade bavê wî qewad e! îja bila xeber nede adshjads. |
|
30.03.2016 23:02 |
kurê xelkê
|
15. Şerm neke, here û bibêje -nava çavên wê binêr heta ku tu xwe bibîne- min ji te hez kir were em çayekî vexwin nebe jî em ê fîlmeke temaşe kin * |
|
31.03.2016 10:52 |
gulêê
|
17. (bnr: dermanê keçelîyê hebûya ewê berê gurî bi serê xweda) |
|
10.04.2016 09:29 |
shorbevan
|
18. (bnr: ku mirov ji derûnnasekê hez bike, taktîk maktîk fêde nake) |
|
11.04.2016 01:15 |
mergehez
|
19. (bnr: dev ji wê keçê berde!) |
|
12.04.2016 15:37 |
gumgumok
|
20. Taktîkên ku li gorî rewşê diguherin. |
|
13.04.2016 02:44 |
mergehez
|
21. (bnr: van kurên ''ülkücü'' mala me xera kirin) |
|
13.04.2016 11:23 ~11:24 |
bêvila nazmîkirik
|
24. Bam bam bam out |
|
27.11.2019 00:31 |
xelîl
|
25. Zêde guh nadinê, bixwe tên |
|
27.11.2019 01:29 |
seryasêdilşûşe
|
26. Erê babê min yaw karîyer tu bê erê, pere tu bê erê, ma ti romantîkî û zanistî bê ew jî erê. lê dilê min vala ye çima çima çima??? |
|
27.11.2019 11:12 |
rizgarm
|
27. Mixabin taktîkek bi kêr tuneye eger hez bike tu biqusur jî bî wê te qebîl bike ji te hez neke tu sed gavan jî biavêjî wê nayê alîyê te ve hetta zêde israr dibe ku wê aciz bike. |
|
05.01.2020 12:08 |
azad30
|
28. Wek li jor jî hatiye gotin, ku ji te hez bike tu hewceyî ti taktîkan nabî lê ku ji te hez neke tu xwe bidirînî jî biçirînî jî û tu ji wî/ê ra çi jî bikî wê hezkirina te bibe hezkirinekê platonîk. Û tu xwe ji wê belayê zû xilas nekî wê demeke dirêj tu yê bi wê hezkirinê da bimînî asê. Her tişt bêfede dibe wê demê. Mixabin. |
|
05.01.2020 12:35 |
xelîl
|
29. taqtîk maqtîk pêwîst e bifikire... |
|
01.03.2021 22:52 |
heval.js
|
30. Ji hev hezbikin, wekî kera hev gez bikin.. bisekinin we hê dilê xwe jihevre venekiribe pêşî herin dilê xwe ji evîndara/ê xwere vekin dilê we safiye an reşe.. bila bibîne, hê ku ne derenge û jiber serê we neçûye herin evîndariya xwe jiwanre aşkere bikin. De ku bû jixwe bû nebû hûnê bibêjin ..min di diya xweyî gawo jixwe tirş bû.. û bû çû qediya * hûnê derên nêçîra xwe heta rastî seyda(nêçîr/bela) xwe tên hadê bavê min herin . |
|
01.03.2021 23:40 |
shorbevan
|
31. (bnr: îjarê taktîk çi ye) |
|
02.03.2021 16:24 |
navîgiranmezelîwêran
|
32. wekî xwe bin, li bin tesîra kesî de nemînin, li gor kesî tevnegerin. Tiştê ku di dilê te de derbas dibin çi bin wê bibêje. bibe mirovek orjînal. tiştek din jî heye ast bi ast hezkirin heye. asta dawîn ew e ku êdî dildarê xwe wekî afirîner dibînî, wî-ê di hişê xwe de bê qisûr dibînî û wisa bawer dikî ku her tiştê ku dike tiştekî baş e. berîya vê astê sînorek ji xwe re bidin dayîn û derbasî vê astê nebin! Heke hûn bibin êdî hûn ê bibin xulamê dildarên xwe! |
|
28.07.2021 22:10 |
pênûsa westiyayî
|
33. (bnr: gotinên klîşe) |
|
28.07.2021 22:13 ~22:35 |
heval.js
|
34. Bi 3 telaqê jin berdanê mirov nizane jin çawa difikirin, taktîk maktîk feyde nakin, wek nimûne hevalA min ji xoşewîstiyê xwe xeyidî bû, lê haya lawik jî tune bû :d |
|
28.07.2021 22:24 |
bese binale welat ji kul û derda
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |