Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin - tirşik
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin
(42) (1) (2)
di mijarê de bigere

16. projeyek heye divê îro bê gihandin û teslÎmkirin.. lê te hê destpê nekiriye û tu destpê bikî jî ne mimkun e di wextê xwe de yanî rojekÎ de biqedînî.. û te qewlê xwe Û bazara xwe jî bi camêran re kiriye.. û tu kes jî nîne xwe bi hawara te ve bigihîne.. û tu têyî û diçî li dora projeyê digerî.. û tu dibêjî nalet şeytên û li vî îşî.. a niha dilê min ji dinyayê sar û reş bûye.. bi xwudê piyango jî ji min re derkeve bawer nakim kêfa min xweş bibe..



09.09.2013 13:57 | endazer

17. kuştina mirhovan, xela zilaman, pêvajoyê kerrafîpêketî.



10.09.2013 19:52 | seydayê_peyvan

18. dema mirov tiştekî li ser kombersê binivîse an li ser kombersê projeyekî çêke û ji bîr bike pêl mîrata ctrl+sê bike û ji nişka ve quzzilqurta ceyranê qut bibe.. hingî mirov bivê nevê dibêje nalet li vê heyatê û nalet li vê ceyrana ku diçe Xwudêoo ruhê min ji min bistîne hêj caw erzan!



05.10.2013 22:39 | endazer

19. (bnr: devlet bahçeli)



05.10.2013 22:46 | ceso

20. wan paketÊn tayyip'Ê bi navÊ 'demokratikleşme' min sar dike...

ya din jî: tûnebûyina ctrl+zyê li jiyana rast jî min hêrs dike, min ji jiyanê sar dike.



05.10.2013 22:57 | cinorek

21. dema dikevim dersa pola 5-B'yê ji jiyanê sar dibim.



05.10.2013 23:09 | gelawej

22. dema li ser facebookê reklama tirşikê dikim û tu kes berê xwe pê ve nake..



05.10.2013 23:17 | endazer

23. mirovên fêhmkor, mirovên dibêje ji min zanatir nîne, mirovên kesî guhdar neke.



05.10.2013 23:19 | hemdilaarda

24. ji bo cejnA QURBANÊ sed mirov ŞKENCE NADE HEYWANÊ, ÎMANA MIN JI WAN MIROVAN DIHERE. Û DAWIYÊ JÊKIRINA BEDENA EW HEYWANA REBEN...



15.10.2013 19:25 | biruya hayao miyazaki

25. nexweşî .

bawerke tişta herî zêde mirov ji jiyanê sar dike ev e û tişta herî zêde mirov li jiyanê girê dide jî derbaskirina nexweşiyê ye .



15.10.2013 19:32 | brusk56

26. GOŞTÊ QURBANÊ YA KU KIRINE NAV TURIKAN JI BO BELAVKIRINÊ.



15.10.2013 20:43 | bawero

27. tistên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin, tu carî ji bo her mirovî nabin weke hev, ji hev cûda ne. tistê ku dilê min sar dike, dikare dilê yekî din li jiyanê germ bike. tistê dilê yekî din li jiyanê germ dike, dibe ku dilê te ji jiyanê sar bike...



15.10.2013 22:24 | dîno

28. nezanina çi kirinê ango mu aciz bibe û nezane ka çi bike.. mirov ewqas ditengize ku ez bawerim mirov ji ber tiştên wisa xwekuştinê difikirin û dikin.



15.10.2013 22:42 | azadixwaz

29. Xwarinxwarina ji neçarî



11.03.2014 21:26 | bavê salih

30. hatina endamên hûdaparê a li ber deriyê mirov . an jî dîtina alên vî partiyî a li kûçeyekî li kurdistanê.



12.03.2014 00:30 | brusk56

31. li kurdistanê dîtina ala mhpyê. yaw erkadaş ev çine, ev der kurdistan e.



12.03.2014 00:36 | rêzan

32. zilamên mezin yê gundiyan ku di navbera xwe de dişitexilin û peyvên tirkî dikin nav şitexaliya xwe de weke 'yaw me sıkmiş dikin'. guhdarkirina wan mirov ji heft jîyanan sar dike.



12.03.2014 11:16 | gêjê