Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qehwe - tirşik
qehwe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vexwarineke reş û tehl e û gelekî xweş e. tê gotin ku pêşî ereban ew dîtiye lê nizanim çawa ereb bikarin tiştekî wisa xweş peyda bikin.



15.09.2015 21:19 | dijber

2. vexwarineka navê xwe ji rengê xwe sitendîye, him rengekîye him jî vexwarineke , vexwarina xwedênegiravî xewê di revîne lê tesîra wê li ser min tune dema ez serî deynim razayîme wekî din tu qehwe, sêv û jehr û ziqûm bi xewa min nikarin.



15.09.2015 21:53 | shorbevan

3. gelek cureyên wê hene, ya xweştir qehweya kizwanan e û dûre jî qehweya bi şîr..



15.09.2015 22:25 ~22:26 | ferhenga şikestî

4. nizanim çima lê sankî di çanda me de qehwe ew qas zêde nayê vexwarin; ji ber wê heta zanîngehê jî min qet ji qehweyê hez nedikir. pêşî mirov bo xewa mirov neyê vedixwe lê paşê dielime, roj bi roj mirov ji qehweyê hez dike. qehweya tirkan, kurdan û qizwanê filan û bêvan li hêlek, cûreyên wê yên "modern" çawa tên çêkirin hîn bûm, (belê hê nû hîn bûm) û pir kêfa min tîne. :/

bo tevan jî makîneya qehweyê lazim e; ango bo hûrkirina dendikan:

-espresso (ya îtalyanan e û îtalyan pir jê hez dikin): bi olçekek, tenê qehwe, hema di binê fîncana piçûk de qasî du sê firan.
-macchiato: her tiş wek espressoyê, di fîncaneke piçûk de lê hema du sê fir şîr dikeve navê. carna karamel jî li ser wî dikin.
-americano: bi du olçekan qehwe, di fîncana mezin de, av dikeve serê.
-latte: olçekek qehwe, di fîncana mezin de, şîr dikeve serê. carna karamel û vanîlya û filan û bêvan jî dixin navê.
-cappuccino: eyn wek latteyê ye lê kefa şîrê wê divê zêde be.
-mocha: olçekek qehwe, du kevçî çîkolataya toz û şîr dikeve ser, di fîncana mezin de. carna bi çîkolataya spî jî çêdibe, karamel falan jî dikeve navê.

qehweyên wek java, kenya, kolombiya filan û bêvan jî di french pressê de çê dibin. bes qehwe û ava kelandî bir ser de dikin.



08.05.2019 17:04 | roza

5. Vexwûrekeke germ e
Di hefteya ezmûna de hogirê xwendevana ye
Lê ji bilî wê jî di her wextê jîyanêde tê vexwarin
Weke qehwa sibehê,qehwa betilandinê,qehwa mêvana
Dendikê wê li erdingarîya emerîka çê dibe û di gerdûnê de piştî petrolê yekemîn madeyê ku tê firotan e
Li gor zanyara zêde vexwarina wê dibe sedema nexweşîya qansêrê



06.02.2020 21:03 | tîrêj zana 21

6. (bnr: mirra û espresso)



28.04.2022 13:22 | mirovekirind

7. Xweş vexwarinek e.

(bnr: moka)



07.06.2022 19:02 | mirovekirind

8. (bnr: qehweya kezwan) piranî qehweya kurdî tê zanîn. hê ceribandin ne bûye gîhev, hêvî dikim ku tama wê baş bê. Bi rastî qehwe di çandê me de ne xwedî cihekî girîng e dibêm ku ne pêwîste jî, (bnr: çeqilmast)ê me bese zêdeyî serê me ye jî. Henek alîkî, pêwîste ev çand bêtir belav bibê û qehwehezên me cûreyên nû tarîfên nû çêbikin bibînin û bi kurdewarî nav li ser bikin.



07.06.2022 22:43 | burak derdilî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qehweya tirkan

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî