Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
jêbirina peyaman - tirşik
jêbirina peyaman
(9) (1) (2)
di mijarê de bigere

17. Peyama minî di bin mijara mihemed pêxember hatiye jêbirin. Di peyama min de jî heqaret Yan jî tiştekî derî formatê tunebûn. Mijar jî hatiye asteng kirin. Îdîayek li ser Mihemed pêxember di bin mijarê de hebû min jî bersiv da vê îdiayê. Min fam nekir çima peyamên min hatin jêbirin.
Pêşnîyarek min heye ji tirşikê, biraqe her nivîskar berî peyama xwa bişîne rê moderatoran, vanê ev peyam jêbirinê, bide her ket serê wan bîra bişîne bin mijarê. Naxwe tu wateya wê tine ye. Ji xwe nekeve serê wan jê dibin.



02.05.2020 16:35 ~16:42 | f

18. taybetmendiya ku van rojan naxebitê, gelo tenê ev pirsgirêk bi min re heye?



28.04.2021 04:02 | merwano

19. Taybetmendiya ku divê heya radeyekî serbest be. Weke mînak jêbirina hemû peyaman a nivîskarekî divê qedexe be. Lewra di ferhengên înteraktîf de peyam raste rast nebe jî bi hev re eleqedar in. Lê dema peyam bên jêbirin ahengî û fehma hin mijara xera dibe û diguhere. Heke ew peyama hatiye jêbirin, peyama sereka a mijarê be, yekcar wateya mijarê namîne. Wekî din jî bi jêbirina peyaman bnr û vbnryên hatine dayîn li valahîyê dimînin. Ji ber vê jî têkiliya mijaran bi hev qut dibe. Yanê nivîskar nikare bêje " peyama min e, kengî bixwazim ezê jê bibim". Belê peyam ya nivîskar e. Lê ji ber peyama nivîskar gelek peyamên pê ve girêdayî tên nivîsîn. Dema li ser peyamê bi dehan peyam werin nivîsîn û paşê nivîskar rabe peyama xwe jê bibe, li nivîskarên din neheqî dibe. Herweha jêbirina peyaman bi awayek sîstematîk, qirkirin û bêkokkirina tirşikê ye.

Weke mînak nivîskarê bi navê rasteqîn bi sedan peyamên xwe bi awayek pergalî jê biriye. Buye sedema bi sedan bnr û vbnr bêwate bibin û herweha hemû mijarên nivîskarî vekirine bê wate bûne. Ev yek zirarê dide tirşikê û neheqiyeke li ser nivîskarên têkildar. Herweha nivîskarê bi navê umed bi awayek pergalîze peyamên xwe jê dibe. ji mijarên xwe yê herî kevn dest bi jêbirina peyaman kiriye û bi qasî 4 rupel peyamên xwe jê biriye. Paşê ji peyamên xwe yê herî nû dest pê kiriye û 2 rûpel peyamên xwe jê biriye. Çend heb peyamên min jî tê de, peyamên nivîskaran yên bi peyamên wî yên hatine jêbirin re eleqedar, bêwate mane.


Axir, pêşniyarana min ji konseya rêveberiya tirşikê ewe ku divê bergiriyek li hember jêbirina peyaman bê danîn. divê herî zêde %5ê peyaman karibe bê jêbirin. Herweha di nava rojekî de ji 3 peyaman bêhtir nikaribin peyaman jê bibin.



(bnr: heydê simurg56 vê meselê jî rave bike)



21.11.2021 00:27 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» jêbirina hesabê tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî