Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 20 peyam
    enemy at the gates - tirşik

    elmanyaya naziyan hema bêje hemû ewropayê vegirtiye û berê xwe daye welata rûs. li ber deriyê bajarê stalingardê şer û nemanê ye; him ji bo welata sovyet him jî ji bo hitler. di ber wêranbûn û nalîna ...
    (8 şîrove)
    enemy at the gates
    (6) (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Filmeke ku derhêneriya wêjean jacques annaud kiriye û di rola sereke de jude law dilîze û çîroka du segvanan e, yek alman û yek rûs.

    Welhasil ez zêde spoileran nedim



    2015.09.16-23:29 | dijber

    2. temaya wê wiha ye: şer nebaş e lewma tênekoşin ango têkoşînê nekin!



    2015.09.16-23:34 | mergehez

    3. fîlma ku li beşa fîlman hat zêdekirin. Here lînkê

    min 94 pûan dayê.

    di derbarê şer de fîlmek serkeftî ye ji ber ku bêyî ajîtasyonê peyamên xwe daye. berevajî gotinan, b ya min peyama fîlmê ev e "şer ne baş e lê têkoşîn jî jêneveger e"



    ez nikarim bêjim fîlmê pesna rûsan na jî elmanan gotiye lê ji ber ku elman bihêztir û di vî şerî de dagirker in, mirov jxweber dibe alîgirê rûsan.

    di fîlmê de mijara sereke serkeftina segvanek(sniper) e ku bi serkeftina xwe moralê dide hemû artêşa rûsan. senaryoya fîlmê ji rastiyê hatiye standin. yanî bi rastî jî segvanek bi navê vasili zaytsev tevlî şerê stalingardê bûye û li wir bi serkeftinên xwe(225 leşker kuştine) navdar bûye û her roj nûçeyên wî derketine. lê dûelloya wî û segvanê elman, efsane ye.



    di dema şerê kobanê de, gelek behsa şerê stalingradê hatibû kirin. dihat gotin berxwedana kobanê jî mîna bexwedana bajarê stalingardê ye; li hember dijminek xwînxwar, teknolojîk û bihêztir, têkoşîna bi çekên sivik lê bi wêrekî.



    2016.09.10-21:30 ~21:32]| simurg56

    4. çaremîn fîlm e ku ji alîyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve li kurdî hat wergerandin.
    fîlm ji alîyê xelîl ve hat wergerandin.

    hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
    an jî:

    binnivîsa fîlmê: Here lînkê
    ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê




    me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
    ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

    binnivîsa hêdî: Here lînkê



    2020.02.28-19:20 ~19:19]| simurg56

    5. Fîlmekî ku piştî şerê Sûrîyê, xisûsî piştî Şerê Kobanê, ki aliyê Kurdan be bêhtir hatiye naskirin. Behsa şerê stalîngradê dike. Şerekî zehf dijwar û dîrokî ye.
    Fîlmê ku berî niha, j'xwe min temaşe kiribû. Vê carê bi binnivîsa kurdî ku ji aliyê xelîl ve hatî werherîn temaşe kir. Xelîl bi zimanekî sivik û herikbar wergerandiye. J'ber ku wergerîna wî ya pêşî ye, mirov li kêmasiyan nameyzêne. Lê hinek tespîtên min hene
    1- weke zimanê min, bandora zimanê devkî darîçav e. Ev ne xirab e. Tenê tespît e.
    2- çend hevok nehatine wergerîn. Bi îngilîzî mane.
    3- hinek kêmasiyên rêzimanê hene. Ya rastî kurdiya herêmî carinan li gorî rêzimanê xelet tê hesêbkirin.
    4- li gelek cihan, wergerîn zehf sipehî û te'mxweş bû. Bellî ye ku xelîl, di jiyana rojane de bi Kurd diaxive.
    5- Divê piştî wergerînê tam werê kontrolkirin.
    Zehf kêfa min ji wergerê re hat. Destxweş xelîlê tirşikvan *



    2020.02.29-23:36 ~2020.03.02 03:57]| gumgumok

    6. çend car e çavê'm lê dikeve û dixwînim wekî "enemy li ber derî".



    2020.03.03-00:29 | mirovekirind

    7. Fîlma Dijminê li ber derî , şerê navbera hîtler û stalîn bo stalîngrad (bajarê ku navê xwe ji stalîn hildide) e.Leşkerên almanan hatine gihîştina ber deriyê rûsan û dibêjin pirr hindik maye ku bajarÊ stalîngrad bikeve destê almanan.vasili zaytsev kesek e ûkraynî ye lê ji bo ku zilamek e rind e , çavşîn e û bi rastî jî nîşangêr e , sovyet dixwazin wî bikin lehengek bo gelê xwe.Bi rastî ev yek zêdetir ji bo xirabkirina moralê dijmin e.
    Fîlma dijminê li ber derî vî şerê û egîtê ku nîşaneya lehengiyê ya yekbûna sovyetan wergitiye baştir û zelaltir aniye ber çav.
    Wek ku gumgumok jî got wergera xelîl gelek baş û serkeftî bûye min jî eciband xeynê hin hevokan.Hevokek jî nehatiye wergerandin û ji ber çav reviye.Hin hevok jî wateyê gelek baş dide lê nivîsandinê de cîhê peyvan ne cîh bûye.
    Encamê de dixwazim wiha bibêjim , ev fîlm bi kurdî gelek xweş e.
    Heke hûn jî dixwazin bê daxistine tişt miştan temaşe bikin https://t.me/filmenkurdi li vir dikarin temaşe bikin , bo vekirina girêdankê Here lînkê



    2020.05.03-14:26 ~14:26]| brzn

    8. di salên pêşîn a zanîngehê de min û hevalên min serstalînist, me çend hefteyan her înî şeva sînemayê li dar xistibû. hefteya sêyem de min vê dijminê li ber derî pêşniyaz kiribû lê belê ji ber wê em ketibûn qirikên hevûdin. tenê yek ji wan berê temaşe kiribû. yên mayî ji kovarên xwe hîn bûbûn ka di vê fîlmê de çi çawa tê vegotin. bi ya wan josef stalin û biryarên wî û sepandina wan di fîlmê de wekî propagandreşî hatine bikaranîn û ji ber wê jî wan nedixwest temaşe bikin. bi ya wan tiştenên wiha yên ku xerab in, hewce nake ku ji herkesî ve werin temaşekirin, xwendin hwd. bi saetan li ser sînemayê, hunerê û estetîkê peyîvîbûm. lê qanih nebûbûn û wê şevê me dev ji şeva sînemayê berdibûn. ji xwe çend sebebên min hene ku divê ez ji serhişkan dûr bim, ev sebeba "hunerî" jî tevlî wan sebeban bûbû. lê çima ye, nizanim, heta îro min carekê din nexwest temaşe bikim. ji ber ku fîlm serhişkiyê dianî hişê min. lê madem hatiye kurdîkirin, min got de rabe temaşe bike.

    her wiha. berî her tiştî dikarim bi dilrehetî pesna wergêr @xelîl bînim. bi zimanê xwe yê sivik heqê karê xwe daye tevî ku çend kêmasî/nemiqeteyiyên biçûk ên ku li jor ji xwe hatine behskirin.

    ji stalin hez nakim. çima? helbet ji ber tehcîr û zilmên wî yên li ser kurdan aniye, ne tenê li ser rebenê kurdan, hema hemû gelen sovyetê para xwe ji zilma wî standiye. lê min di fîlmê de propagandareşiyek dît? hema hema na.

    gelek serstalîn sehneyên pêşîn wekî haqaret dibînin ên ku eskerên nû yên sovyetê pêrgî miameleyekî nexweş dibin di eniya şerê de. sîlehek didin eskerek, nadin yê din. her wiha esker hema ji bo mirinê tên şandin meydanê hwd. niha em bifikirin: sal 1942. tenê çend salên kin ser şoreşa bolşevîkê derbas bûye. şerek dijwar di nav malê de ye. ekonomî xerab e. dijmin jî almanyaya hîtlerî ye. yanî bi her aliyê ve sovyet reben e. di şerê stalînê de her ku diçe mahf dibe, têkçûn li ber derî ye. rêz û rêzik xerab dibe, mirin û kuştin, tunebûn û tirs... hîsên xerab, psîkolojiyeke genî li ser eskerên reben e. ma di rewşekê wiha de mirovahî, sosyalîzm nizanim çi dimîne? Helbet serkeftina sovyetê a di şerê stalingradê de serkeftineke pir mezin e û bi wan lehengên wêrek serbilind im, lê ev serkeftin piştî bedelên mezin hatiye yên ku ji hinan re ew bedel wekî erênî û pîroz in û ji hinan re jî maneyên neyînî dihewîne. yanî bi kurt û kurmancî min tu propagandareşiyêke berbiçav nedît ji xêncî gotinên xweşkirinê yên komîserên polîtîkayê, "heval stalin ji we dixwaze hwd". lê gelo ev dibe? nizanim.

    her wiha. di vê fîlmê de jî "seks dide firotin" hatiye sepandin. ev sehne jî ji bo serstalînan xeberek e. dibêjin, ma di wê rewşê de seks dibe... dema şertên xerab mayînde be, tu yê bi hezar kesî re grup seks bikî, tu qala çi dikî? seks wekî xwarin û vexwarinê pêdiviyek e. tu yê deh rojan ji xwarin û vexwarinan biçe, 15 roj, 30 roj? tu yê asoxî qasî enerjiyê bide bixwe û vexwe. werhasil muamelaya pêdiviya seksê jî jê ne dûr e. ha gelo kêfa min ji wê sehneyê hat? wele nehat. bi min ew sehne neba jî wê ev fîlm serkeftin bibaya. bi ser de em seksên du reben dîtin, erê reben in, zeîfok, di nav gemarê de, bi hilmên tirsê, bi birçîbûyinekê bedenî -ne rûhî... xuya ye, ji bo edetên amerîkayiyan dûr nekevin, wan ev sehne têxistiye û gû xwarine.

    û dirêjahî... bi min pir dirêj bû. min sê caran bêhnvedanên cixarekêşanê da.



    2020.05.04-23:37 ~23:48]| biruya hayao miyazaki