Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
dilawer zeraq - tirşik
dilawer zeraq
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. xwedê hîvza meriv jê bike...



01.08.2013 14:55 | rojgar

2. nivîskarê kurd ê ku demekî bi hevalê min ê malê re diçû heman qursa zimanê îngîlîzî.. hetta şevekî bû mêvanê me, me bi hev re qederekî bir û anî lê me tu bi serê hev û din nexist.. wek bavûkalan gotî ez axa ew axa kî yê bişo van firaxa.. *)



03.08.2013 12:56 | endazer

3. Xwediyê mifteyê: mamosteyê me yê bîrkariyê bû. Wexta aciz dibû, mifteya ku tim û tim wekî tizbiyê di destê wî de bû, davêt me. Ez karim di derheqê wî de dû dirêj bikim lê ez hîn jî jê ditirsim.



04.08.2013 18:45 | zîpik

4. mamoste û nivîskarê kurd.. di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de dest bi nivîsandinê kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de belav dibin. Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên bijarte ji çîroknivîsê tirk Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye. Ew niha jî li Diyarbekirê dijî.



07.09.2013 18:29 | endazer

5. Xudan esaleteka mezin e. ji dûrva dişibihe MArlon Brando. lê nizam ji nêzva şibî kê ye. Hin dibêjin Batman ew e hin jî dibêjin qere şovalye ew e, belê ez hind zanim ku afirînerê mezintirîn qeratekterêt çîrokî ye. mînak: Hogir. dibêjin di zimanêt ecnebî da jî çend roman nivîsandine bi navekî din. belê ji ber ko li hîvya encama serkeftina wan e anha dengê xwe dernaxe û roja ku ew pertûk bûn berendamê xelata nobelê dê derkeve meydanê. hevalêt jorê gotiyne ko diçe qorsa inglîzî, naxwe gelek gelek zîrek bûye, çimkî min bi xwe jî gelek caran dîtiye ko di nivîsên xwe da maneya hin peyvan di nav parantêzê da bi inglîzî nivîsîbû, xuya ye ji nha da amadekariya xwe dike bo axaftina nobelê ku tê da maneya peyvên inglîzî di nav parantêzê da bi kurdî binvîse. bi qenaeta min diyariyeka edebiyata kurdî ye ji dinyayê ra. berê gelek wêneyên xwe diweşandin li ser netê, hin gotînên ferdi tayfurkî jî belê ji mêj va ye nema têt sehkirin. dibêjin berê ne weko hevalêt tirşikê goytî serhişk û cirnexweş bûye, lê paş ko yekî bêhemdî jê ra goytiye serê pozka sola te xwar e exlaqê wî guhoriye, kumê reş daye serê xwe di bin çavan ra li insanan dinhêre. dibêjin serÊ sîrê di qûnê re naçe, zehf ji biwêjan hez dike wan gel taştê û paşîvê dixwetin. xweşbextane, min bi xwe jî sala par li welêt carekê ew dît, li keçikeka li maseyaka dîtir dinihêrt. Çenteyek pê ra bû, paşê çentikê xwe hilda û gel kerbên mezin çû. ji min ra bû meraq di wî çentî da çi tişt hene. ez dibêjim xezîne hemî di wê derka de ne. divê em kurd hemî qîmeta wî çentî bizanin û lê xwedî derkevin. .



06.01.2014 13:05 | bagurdan

6. xwe pir mezin dibîne ev camêr, peyv meyvina li nav hev dixe jê we ye bûye joyce, bi xwedê ez qet jê hez nakim, pir çîrkef û pozbilind e



02.02.2014 20:44 | qomançêro

7. bi van rojan gelek jê eciz bûme, ji ber ku gelek henek û tinazên xwe bi kovarên zarema û wêje û rexneyê dike, piçûk dixîne,

dibe ku ji aliyê havoksazî û peyvsazî û rastnivîsiyê ve çewtiyêm her du kovaran jî hebin, ma çima 'başî û qencî' ew e ku tu li ser sosyal medyayê tinazên xwe bikî? bi xwedê her du kovar jî têra xwe baş in, her çend hevokên grîft bi kar bînin jî ez gelek baş ji wan fêm dikim, jixwe mesele ev e ku bên fêmkirin û têgihîştin.



17.09.2014 20:45 | ferhenga şikestî

8. Baksir û boksirê ciddiyetê ye.

Lewre ew ji wek gele nivîskarên ne serbixwe, ji gelên bindest xweş dizane ku ciddiyet veşartina herî baş a kêmasî û nexwaşîyên şexsiye. Ji ber vê yekê cira wî her tim nexwaşe, ciddiyeta xwe li rû, li ser pêçiyên, bi mijangan, bibîkên çavan de bi her awayî de dide der, da ku çermê rûyê wî naşê masûlkiyên wî yîr repkirî dabigire. Xwedê giravî nivîskare, berhemê wî wisa hişkin divê meriv bi çakûçan bişkêne, bi kêran qet bike encax daqurçîne. Lê ne hewceyî vê tedayêye lewre pûçin.

Zarokatiya xwe de gelek merifetên wî yê taybet hebûne. Karibiye di hewa de bermeqlub çar teqle ser hev bavêje di navbera her teqliyî de çirokekî binivîse yani heya were erdê pirtûka wî a çîroka li ber çapê amedeye. Roman xwe ye dawî jî di halê amudê de dagirtiye ji ber ku xwendevan bıxwazin ji vê romanê fêm bikin divê ew jî rabin amûdê wer bixwinin. Tabî ev yek dike ku serê mirov bêşê, xwîn jî çavê mirov dawirebe, mixabin wekî din tû çareserî nîne.

Gava lêkolinerê swedî lêkolinek li -ku lêkolina tenê bo lêkolina dikin ev cihê şenazayêye-, li herêma farqinê kirin, rastî fosileke pir kevin hatin û destnîşan kirin ku yekem kesê, .....nizam çi lê digel van yekan nizam çima pir ciddî ü qûre -halbukî ew ji vî gundî em jî vî gundî- li ser vê axê mezinbûye û miriye. Çi ecêb cihêkî fosil lê hate ditîn hema bêje nêzi sed kilometreyî der û dor tu şihnayî tu giha lê nebû. Ev yek ber bi tesîra ciddiyata fosilê a neyênî ve girêdan lêkolineran. Ji vê ciddiyeta nepixî, nezan, xav, safî kîn û kerratî jê fûriyayî re gotin Zeraqî. Piştî wextan Dilawer navê xwe li Zeraqiyê zêdekir û başkir jî.

Bi mazota qaçaxe şarderiyê dişxwele wekî gelekan.Serde jîxwe rewşenbîr dide penasekirin,di peyva eşmê de moriyan dibine bêhna guyê xwe wek parfûmê wer dike li ser kurdistanê



25.03.2015 22:12 ~2015.04.02 20:07 | tivirloismail

9. ferhenga biwêja amade kiriye, peyva" mezin" lê zêde kirye

wî jî nola mustafa borak bi hawê mantiqa "tirkî" qala biwêjên kurdî kirîye... mînakek ji pirtûkê: "ji bo tiştekî bike yek xapandin" "bir şey yapmasi için birini kandirmak"



15.03.2016 20:56 ~2016.03.16 13:28 | rojgar

10. Xwediyê pirtûka çîrokan a bi navê Bişirîna Şermînî.
Pirtûka çîrokan a Dilawer Zeraq ‘Bişirîna Şermê’ di Çiriya Pêşîn a 2003’an(çapa yekemîn, çapa 2'yemîn jî di 2016 de keys li çapê aniye) de ji weşanên Lîs derçûye. Pirtûk li gel 6 çîrokan bi zimanekî teswîrker li ser babetên ku mirov hinekî bi wan diêşe, hatiye nivîsîn. Bi hûrgiliyên vegotina mijarên xwe yên li ser jinan her çikas mirov hinekê biêşîne jî, bi xwendina xwe tehmeke xweş li dilê mirov vedide. Lewma xwînerên Kurmancî xwe ji tehma çîrokên Bişirîna Şermîn kêm nehêlin.



07.01.2018 13:46 | hejîro

11. ez tu car fêm nakim ku çima kurd rika xwe ew qas dikutin nivîskar û kedkarên zimanê xwe. civata me civateke biçûk e, kêm-zêde hesabê ku li vir em dinivîsin jî jixwe ji komeke diyar ya kurdînûsan e. îcarê, tiştên ku hûn derheqê dilawer de dinivîsin, ez êşandim. min bi xwe tenê ji civatên kurdî û fuaran ew didît, bi min jî kesekî cidî xuya dikir. jixwe kesekî xwedan cidîyet e. lê piştî deman min ew hin ji dûr ve hin ji nêz ve nas kir. bi fikr û ramanên xwe bi paşxaneya xwe ya tijî hem ji nav gel hem ji rewşenbîrî bes bû ku ez jê hez bikim. hem ez jê hez nekim, bi nefreta ku hin kes dike çi bi dest dikeve? mêrik gelek pirtûk nivîsandiye û bi ser de jî ferhengeke qerase berhev kiriye û bûye kelemê çavê dijminan. bi fikrên xwe yên dij-kolonyal û helwesta xwe ya xwerû kurdewarî bes e ku em li ser kolkolîka xwe bigerînin. min li vir kêm nivîskarên tirkan dîtine ku rastî heqaretên bi vî rengî hatiye. bi min eyb e ku ev yek bê kirin. û herwiha rayedarên ferhengê jî divê li devê wan zimandirêjan hinkî miqate bin. ev der ne platformeke wisa ye ku em werin li vir gotinên ne baş di derheqê nivîskarên kurd de bikin.

em kurd berî her tiştî divê hîn bibim an jî lê bixebitin xwe hez bikin, yên ji xwe hez bikin. ev îlleta jî ji xwe ji kolonyalîstan me re bûye mîras. xwediyê her tiştê xwe derkevin, zêdegaviyê nekin.



18.03.2020 09:36 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilawer zeraq

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî