Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
zayenda peyva xelk - tirşik
zayenda peyva xelk
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zayenda vê peyvê nêr e problem nîn e lê problem ev e ku dema ditewe jî qertefa mê'yê digire

-xelkê me (nêr )

-ji bo xelkê (mê)

min demekê li ser hesabê xwe yê facebokê jî ev mesele nivîsande lê tu evdê xwudê bersiveke berbiçav nedabû.

pirr seyr û balkêş!..

helbet hene çend teoriyên min lê ez fikra tirşikvanan bi rastî jî meraq dikim



17.09.2015 22:57 | ferhenga şikestî

2. (bnr: zayenda quzê kerê)



17.09.2015 22:58 ~22:58 | endazer

3. xelk peyvekî erebî ye û peyvên biyanî dema ketin kurmancî dibin mê. lê xuya ye ku xelk li nav demê guheriye û wekî hermafrodît bûye. him bîyanîbûna xwe rê dide bi mêbûnê, him jî qey ji ber pederşahî, xelk têgiha derî/nemahremê ye û ev jî wê dike mêrî. bikaranîn jî guhertineke wanî borandiye. teoriya semantîk hez dikim. *



17.09.2015 23:03 | biruya hayao miyazaki

4. xelk ne kesekî tenêye ku nêr be an mê be.

(bnr: nêremoçk)



17.09.2015 23:13 | shorbevan

5. Ez fahm nakim yaw çawa tirşikvanên me ji tewangê fahm nakin!



Dema peyvek ditewe li gorî du tiştan qertaf diguhere: bûna nêr û mêyê.

Mînak:

dema ku peyva nan ditewe wiha dibe:

Ka wî nanî bide min

Nanê me xweş e. (Ev herdu nêr e)

Ji bo mêyê em mînaka teştê bidin:

Ka wê teştê bide min.

Teşta me sor e. (ev herdu jî mê ne)



Yanî qertafa '-ê' hertim wateya mêbûnê an nî nêrbûnê nade. Li gorî hevokè diguhere.



Mînaka ku di peyama ewil de hatiye dayîn şaş e. Divê wiha be: "ji bo xelk e" an jî "ji bo xelkî ye"



Neyse zayenda peyva xelkê nêr e..



17.09.2015 23:49 | mergehez

6. zayenda peyva xelk/76154

(bnr: bnrya ji bo formatê)

Fîrewn tahde li xelk dike. Jixwe qertafa -î'yê zêde nayê bikaranîn lewma ji mere re ecêb tê.

Ez bixwe jî carinan dibêjim "ji xelkê re" lê bi gelemperî weke nêr tê bikaranîn û weke mînak mere dikare bêje "ji xelk re", nabe gotineke ecêb. lewma ez dikarim bêjim ku zayenda xelkê teqez nêr e..



Edît: sererastina hejmara peyamê..



18.09.2015 00:18 ~00:18 | mergehez

7. zayenda ku ew jî bi kêşe ye lê bi piranî ne şaş bim mê ye:

mesele ku tirşikvan kek mergehezo nançû diyar kiriye ji tewang û veqetandekan fêm nakin:

tewang ew tiştê bi ravekerê ve,vedibe, ha çend rewşên dî yên tewangê hene ku ez ê ji we re bibêjim lê ez dixwazim hûn bixwînin yana miorv aciz dibe ji nivîsên dirêj, we xwest, ez didim.

veqetandek jî ew tiştên ku raveberê bi ravekerê ve girê dide.

(bnr: tewang)

(bnr: veqetandek)



18.09.2015 00:25 | dijber

8. (bnr: her kurd zimannasek e)

(bnr: tespîteke ku ji qûnê hatiye afirandin)

(bnr: nîqaşa rêzimanê weke nîqaşa felsefeyê ye)



Peyva xelkê, peyva nanê, peyva bavê, peyva kekê... wiha didome. Çima weke ku mê be, ditewin? Lewra mesele ne nêrbûn an jî mêbûna xelk an jî nanê ye. Her yek peyveke e û mijar peyvbûna wan e lewma li gorî zayenda peyvê dê bitewin..



18.09.2015 00:31 | mergehez

9. peyva ku ne ez lê şahîn bekirê soreklî jî wek mê bi lêv dike, va girêdana helbestê ku nizamettîn ariç dibêje:

li başûrê welêt xelkê me

(bnr: zînê)



18.09.2015 01:03 ~01:03 | dijber

10. (bnr: li başûrê welêt xelkê me perîşan e)



18.09.2015 01:13 | mergehez

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayenda peyva rêziman
» peyva zaza ji ku te?
» xelk nabêje te çi xwar dibêje te çi dane hev

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî