Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
remezan alan - tirşik
remezan alan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşengê rexnegiriya kurdî ye, wê dîrok miheqeq navê wî bi qencî binivîse... Vêga li zanîngeha Mardin Artukluyê mamoste ye. Rojê gelek saetên xwe bi xebatê derbas dike. Warê pisporiya wî teoriya edebiyatê ye. Berterefkirina kêmasiyekê ye.



01.08.2013 06:03 | maro

2. meha remezanê şeva leytul qedirê bûye.destbirakê memê alan e. navbereki de çav berda bû stî xanimê. jêre xweş helale.



04.08.2013 15:08 | tivirloismail

3. nivîskarê romana Saturn e lê romanê de mirov dem û cihûwar ê fahm nake zÊde zehmet e têgihiştina wî



10.08.2013 01:01 | kelha bayê

4. nivîskarekî bêhnfereh û afirîner e. yezdanê mezin temenê wî direj bike.



10.08.2013 01:32 | reşkêşevê

5. mamosteyê min e. heyat e, zîrek e, xebatker e. pêşengê rexneya kurmancî ye. înşalleh dê gelek şagirtên jîr û jêhatî bihêle li dû xwe.



19.08.2013 05:06 | terkexem

6. bendnamê ya camêr ji avesta yê derçûye ku niha li ber destê mine. di rexnegeriya kurdî de bi haşim ahmedzade re cihekî girîng girtiye



13.09.2013 12:13 | seydayê_peyvan

9. yek ji wan kêm nivîserên kêmnivîs lê tîrnivîs e.. romanê jî rexneya romanê jî diçirîne.. de bila teza xwe ya masterê di weshanxaneya xwe de belav bike..



07.10.2013 23:25 | gordereş

11. Yek ji xwediyê weşanxaneya peywendê ye



12.12.2014 21:07 | cîncoqo

12. mêrikekî rûnerm û nazik. çi qas bibêjî dilnizm. xêncî romana wî min hemû kitabên wî xwendin. her wiha nivîsên wî yên ku carinan li kovara wêje û rexneyê tên weşandin jî teqîp dikim. xwedê emrekî dirêj bide wî û dilpakiya wî biparêze.



27.03.2015 19:18 | serhednişîn

13. Nivîskarê romana Saturnê ye. Romaneke mîtolojîk e. Hêvîdar im Saturn 2 derkeve. Ji ber ku roman bêencam maye



27.03.2015 19:38 | bijêrvan

14. Min çar sal lîsans xwend ji dersên ewqas dijwar derbas bûm lê nemam bût ê. Di Artukluyê de( ji dersa edebiyata modern a Kurdî )vî camêrê min hilişte bûtê.di jiyana xwendekarbûnê de ji min re bû bîranîneke nayejibîrkirin ê.



14.09.2016 22:05 | ronahî

15. mêrikekî hêjayî xwendinê ye.
Remezan Alan, “Hîleya Întihalekê”, http:blog.kovarazarema.com, Zarema, 6 Nîsan 2019.

bersiva ayhan tekî:
Ayhan Tek, “Ji Yekemîn Pisporê Derengmayî Re Bersiveke Mecbûrî”, http:blog.kovarazarema.com, Zarema, 15 Nîsan 2019.

bersiva bersivê ya r. alanî:
Bersivek 19 gulan 2019 Here lînkê

nîşe: xwezî camêrek an canikekê rabaya û du nivîsên pêşîn bi hedwigê bişandana min, wê pir xweş baya.



04.05.2021 20:07 ~20:17 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» remezanê kulek
» alanya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî