1. gava dî di kovara ''tûrik'' de liqay nimûneyeke balkêş ya metneka şabûnê hatim, dê bi keça xwe şa dibe:
Xwedêyo te hiştî
Bi kaxet û nivişt î
Te qisûr li bejnê nehişt î
Xwedêyo te daye
Bi zêr û zîv kutaye
Te qisûr li bejnê nedaye
Xwedayê li banî
Pê ve kir pîk û panî
Tu Bihara mi' nebê bi ciwanî
Ko pîr bû tu pê zanî
Xwedêyo tu bihêlêyo
Tu bixê cemê têrêyo
Bavêjê mala xalêyo
Ji ber çavê xelkêyo
Ez qurbana çavê te
Şam û Heleb nexta te
Cezîra Bota textê te
Axakê welêt bavê te
Xatûnka êdil diya te
Ez qurban û ez heyran
Heft keşak û hevt metran
Heft rehbikê li ber dêran
Heft melayê serşûrtan
Hemû bibine bi qurban
Heke nebes e ez jî kê
Lê keça diya kura
Li te nakim ti nifira
Xwedê bihêlê ji dilkê mi're
Ez qurbana vê keçê
Dê ecem bav qereçê
Mêrik bimrê wê bi kû ve çê?
Etaro ker miraro
Hinê bêne bar bi baro
Guliyê Bihara min,
bê hine nayê xwaro
Bavê te jinê bînî
Diya te biqewrînî
Sewîlkê avê bi te bînî
Te li ser bendekê razînî
Şikir ji şikrînê
Tavê da kelha Mêrdînê
Biharka min fêkîkê vê havînê
Etaro kerik mirî
Çima te hina xwe ji vir birî?
Guliyê Bihara mi' ma nehinekirî
Etaro bi elbiko
Were mala bi keçiko
Da bikirin kil û neyniko
Şikir û şikir û minet
Gul barîne,bûne şeş qet
Gula xweşik li Bihara min ket
Xwedêkî çi li jor e
Nivîsî kaxez mor e
Çêlek reş golik sor e
Ez qurbana xalê te
Ko ez dame bavê te
Bavê te ji mi'r anî
Tu ser kaboka mi' danî
Û sebra dilê xwe bi te anî
Ez qurbana te kurî
Dê keçel û bav gurî
Mi' ji xwe re ji mîrê Bota kirî
Qurbana kurê kuranî
Çû ber dera beranî
Pîrbû jinek ji xwe r' neanî
De lorî lorî
Ezê dergûşa delala dilê xwe bihejînim
Ezê bendik û berbenda li ser sînga gewr biedlînim
Ezê sebr û qinyata xwe pê bînim
De lorî lorî
Ezê dergûşa delala dilê xwe li ba kim
Ezê guhkê çarê bi ser de xwarkim
Delala dilê mi' razaye
Dilnahêlim ji xewka şêrîn rakim
De lorî lorî
Ezê dergûşa delala dilê xwe ji ber tavê bime ber siyê
Heta bavê delala dilê mi' bê ji eskeriya tirkiyê
|