Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jan dost - tirşik
jan dost
(36) (2) (3)
di mijarê de bigere

74. her çar pirtûkên wî yên ewil xweş bûn. hetta mîrname gelek xweş bû. paşê rabû li partiyên kurdan hêrs bû û di cihekî de got ezê romaneke bi erebî binivîsim, çimkî kurdiya min têrê nake ku ya dilê xwe binîm zimanê xwe.
neyse axirî romana xwe bi erebî nivîsî û dûre bo kurdî jî hat wergerandin. romana wî wek du kitêb hatin çapkirin ( bi rastî min fêm nekir çima kir du cîld, çimkî jixwe tu her du cîldan jî bidî berhev ne stûr e, û di navbera du kitêban de cudabendî an ferqek nîn e, berdewamiya hevudu ne)
kitêba yekem pîrewerger
kitêba duyem naqosên romayê

a soxî min du meh berê her dû pirtûk(!) xwendin û dikarim vê bêjim iğğyy!
ev çi bû jan dost! ma ev kitêb bû ku kurdiya te têrê nekir û te bi erebî nivîsî!?

xirabtirîn kitêba jan dost e, xwezî te nenivîsandiba, em bêjin te nivîsî xwezî wernegeranda...

kitêb ji serî heta dawî belaxat e, yanî jan dost rûnîştiye û ji ber meseleyên rojavayê (hem dînî hem jî sîyasî) gotiye ezê şiretên xwe li xelkê bikim. dema min kitêb dixwend di kitêb de bûyerên tesadûfî û diyalogên karekteran filmên yeşilçamê anîn bîra min. ne kêm ne zêde.



01.05.2021 23:37 ~23:38 | ferhenga şikestî

75. Berê, xwe wek "mamostete" nedihesiband, hunermend bû. Lê îro bûye şîretkarekî dînozor. Eynî fahriye adsay/134512



20.07.2021 20:47 ~2021.08.06 13:19 | asîmanê sêwî

76. nivîskar jan dost îro li stenbolê li pirtûkxana Medya yê(medya kitabevi) pirtûkên xwe îmzekirin . romana 3gav û 3darek bi çapa nû ji weşanxaneya kutêbxana memûzîn ê li gel xwe hanî bû. ev weşanxane li bajarê hewlêrêye
du romanên xwe yê dawî jî Hanî bûn ; otobûsa kesk û destxeta petersbukê.
jan dost him pir tê xwendin û him jî pir tê rexnekirin . lê ne rexneyên zanistîne. mixabin "rêxlêkirin an reş kirin " tişta ku em ji rexneyê fam dikin ev e. çima ? ' ê partîya me rexne dike ' nizanim wisa dike felan...
ez bawerim ew ên rexne dikin hîç romaneke wî ji serî heta dawî nexwendine . heger mirov bixwîne wê bifikire , heger bifikiri wê piçekî bi aqil qiseke.
ji bo min mesele ne hezkirina jan dost e, berhemên wî ji bo min giringe. çi nivîsandîye , çawa nivîsandîye û çima dinivîse û hin pirsên din .
di fikrin sîyasî de jî normale ku em cûda bifikirin . lê ev ciyawazî nayê wê maneyê ku dijûn û heqaret bê kirin . aqil ji bo kar anînê ye .
axir kî dibe çi dibe bila bibe ; dibê em gotina xwe bibêjin ne gotin û rexneyên kesa copy bikin .



24.06.2023 19:32 | pirtûkhez

77. zû de ye ji ber uslûba xwe ya heqaretamîz mafê rewabûnê hinda kiriye. feqet ez pir li ber dikevim di romannûsîna kurdî de hew dibû, ango pir pir xurt bû, lê îro bi dijûnên xwe di bîra me de maye.

jan dost/13095

jan dost/13342

jan dost/13345



24.06.2023 21:30 ~21:31 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jankulek
» dostum dostum

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî