Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
android studio - tirşik
android studio
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bernameyeke kombersê ye ku meriv ji bo çêkirina sepanên androîdê bi kar tîne. Ji xeynî vê bernameyê meriv dikare bi van bernameyan jî sepanên androîdê çêke: eclipse, visual studio.. lê belê divê meriv çend pêvekan li van bernameyan zêde bike da ku ji bo androîdê bibe guncaw.. androîd studio ji hemûyan çêtir e çimkî ev bername tenê ji bo androîdê hatiye çêkirin û ji yêndin baştir dixebite..

Meriv di vê bernameyê de javayê û xmlê bi kar tîne. Heke ku mere bixwaze ku kodên zimanên din bi kar bîne, divê meriv bi javayê hin kodan binivîse ji bo wergerandinê. Lê qet pêşniyaz nakim!



Ev bername di kombersê de ji 10 gigabytean zêdetir cîh digire. Heke ku harddîska we biçûk be û di kombersa we de gelek bernameyên hewce hebin, barkirina wê pêşniyaz nakim..



21.09.2015 19:28 | mergehez

2. frameworka ku pergala we qels be weke xezeba cehnemê ye. aniha kombersa min diqîre hewara dike dibê min berdin.



14.08.2021 00:32 | hueyn

3. di kombersên bi 16gb ram de wekî notepad++ dixebite.



14.08.2021 00:43 ~00:43 | heval.js

4. wan rojan de gelek wexta min tê de derbas dibe. xêr e gelo!?***



15.02.2022 23:24 | heval.js

5. Bernameya ku min hewl dabû ez hîn bibim lê min ti tişt jê fahm nekiribû. Min dev jê berda lê ez ê careke din jî lê bimeyzînim.



16.02.2022 00:13 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» android û tirşik bi hev nakin

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî