Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kêmasiyên tirşikê
peyamên çepikkirî

14. kurd ji pozbilidiyê an ji hesûdiyê nizam ji çi gelek caran pesnê hev eşkere nakin.lê heyran ji bo ferhengên interaktif divê vegerina tevecuhê eşkere be.çima gelo niviskarê tirşikê notên baş an xirab kêm didin hev heya malik li îstatikan xirab dikin. du sê kesê wisa çalek hene ku çav li xwe korkirine wek brusk, endeyzyar,simurg56 çi hebe dinivisin gelek çîrok û metelokên kurdan bi saya ferhengê kom kirine .mala wan ava keda vanan piçûk nebinin.not motên xwe xali nekin ji van.



2013.08.04-14:44 | tivirloismail

17. ji kêmasiya tirşikê çêtir e. *



2013.08.04-17:14 | simurg56

22. tÛnebÛna kesk,sor Û zerÊ yan jÎ tÛnebÛna ala rengÎn ne kÊmasiyÊk e ji bo tirşik e.

ji ber ku tirşik.net ferheng e. lowma dive reng Û şekÎl nekevin peşiya peyvan. heger hÛn dikarin li vir reng Û ala xwe bi peyvan çÊbikin. finish.



2013.11.21-17:16 | cinorek

41. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



2014.04.12-01:03 | simurg56

49. Ez jÊ kÊm bÛm *.



2014.05.15-23:31 | bexdenoz

52. kêmasiyek pir mezin:

peyamên taybet ne rêkûpêk e. mesela dema nivîskarek bixwaze li peyamên berê yên ku ji nivîskarekî re şandiye, binêre, divê li her rûpelê binêre da ku bibîne. ev jî pir zehmet e. mesela sîstemek wek a ekşisözlükê çêbibe wê baş be. li wÊ derê, hemû peyamên ku ji heman kesî/ê re hatine şandin di bin navê ew kesî/ê de ne.



2014.05.19-22:44 | mergehez

60. carina cend rojan fersenda min nabe ku tekevime tirşikê û pir mereq dikim ku gelo ew rojên ez neketime tirşikê, kîjan mijar hatine vekirin û kîjan peyam hatina nivîsin. weke mînak, ezê çawa hîn bibim ku 12.02.2014 de di tirşikê de çi bûye, çi nebûye...

ger fonksiyoneke ku me bikariba taqîba rojên kevn bikira hebûya yê xweş buya.



2014.06.17-18:10 | nazim tolhildan

97. agahî: dema poşman bibîn, tirşikvan dikarin ji beşa panelê, reşşik an jî çeppikên xwe jê bibin.



2015.03.15-13:37 | simurg56

105. Kurdén nivîskar u walatparéz



2015.03.27-21:04 | tîrejên rojê

108. kêmasiyeke ne ji sîstemê heye. dema mirov dikeve profîla nivîskarekî/ê de bijkoka çi kiriye heye, di bin wê de jî îstatîskên wî heye, ê law ma belkî ez jin im? belkî ew kes jin e *

Ji simurg56 daxwaz e, vê şaşiyê biguhere.

mirov dikare wek: îstatîskên wê/wî biguhere.



(bnr: em ê tirşikê ji devê mêranî xilas bikin)



2015.03.28-14:23 | xendekî

110. agahî: êdî di profîlên nivîskaran de di menûya çepê de;

ger nivîskar mêr be "îstatîstîkên wî" tê nivîsandin, Here lînkê

ger jin be "îstatîstîkên wê" tê nivîsandin, Here lînkê

û ger ne yek be jî "îstatîstîkên nivîskar" tê nivîsandin Here lînkê



2015.03.28-17:07 ~17:07]| simurg56

126. agahî: kêmasiya ku di peyama (kêmasiyên tirşikê/68332) de hatibû ragihandin, hat çareserkirin. êdî dema mirov li mijara ku dişopîne bitikîne, tenê peyamên ku têketina wî ya dawîn heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



2015.05.10-16:19 | simurg56

140. weke bersiva kêmasiyên tirşikê/72050;



jixwe di tirşikê de beralîkirina mijaran heye. weke mînak min berî 2-3 deqeyan mijara prof. dr. nurettin turgay beraliyê mijara nurettin turgay kir. bi vî awayî hemû peyam di binê mijara nurettin turgay de berhev bûn û dema mirov li mijara prof. dr. nurettin turgay jî bitikîne sîstem otomatîk diçe mijara nurettin turgay.



lê taybetî tenê ji bo moderatoran vekirî ye.



2015.07.14-21:05 ~21:08]| simurg56

147. agahî: kêmasiya ku mergehezo nançû di vê peyama xwe de destnîşan kiribû, hat rastkirin;

kêmasiyên tirşikê/72132



2015.08.03-10:07 | simurg56

158. ne bêçareserî ne.



kêmasiya di peyama kêmasiyên tirşikê/75302 de hat notgirtin ku di rojanekirina bê de were çareserkirin.



2015.09.13-20:49 | simurg56

185. hejmara xwendina entryan ne diyar e. Ev li gorî min kêmasiyek e. Ji ber ku di hemû malperan de xwîner dixwazin ku ew rûpel çend caran hatiye tikandin bizanin.



Ev kêmasî ji holê were rakirin ji aliyê îstatîstîkan de dê pêşketinek çêbe. û nivîskar jî dê bizanin ka kîjan entrya wan çend caran hatiye tikandin..



2015.12.04-22:41 | hêja hûner

187. Mijara ğê nay vekirin.



2015.12.08-15:59 | sloujouc

190. agahî: ji bo jixweber lêdana radyoyê me çareseriyê li vir nivîsandibû: radyoya tirşikê/74110



sedema vê kêmasiyê astengiya chromeê ye.



2015.12.09-18:17 | simurg56

196. Dema nivîskarek nû qeydê tirşikê dibe, Format e çi kurreder e dernayê Li pêş nivîskaran. Ango tu hişyarî yan nivîs li ser rê û rêbazên divê tirşikvan hay pê hebin dernayê pêş. Dû re jî gazinan ji nivîskaran dikin. Divê moderator çareyekê ji vê meseleyê re bibîne. Wek pêşniyar: Dikare ji nivîskarên nû re formatê bi rêya peyamê bişîne.

Û vê jî bibêjim, ji hemû formatan rihê min diçe *



2016.04.02-16:10 ~16:14]| sergijik

199. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?!

û divê fonksiyona peyamên taybet jî were başkirin û pêşvebirin.

- divê mirov bikaribe di carekî de hemû peyamên xwe yên ligel nivîskarekî jê bibe.

- û jêbirineke teqez û jêneger! gava dî dema min xwest ez peyamekî ji nivîskarekî re binivîsim, ku berê min hemû peyamên xwe û wî jê biribûn, min dît, ku hemû peyamên min li chê xwe sekinîne. yanî peyamên ku min jê birine, di eslê xwe de jê neçûne, an simurg56 cardî biçek ruhê şirîn bi ser wan de berdaye, an şeytanqûnî bûne, ji ava nemiriyê vexwarine.



2016.09.07-02:55 | endazer

202. Em li ser navê mijarekî ditikînin pêşî dîsa navê mijaran ya bi rêzkirî derdikeve. Gava em pê lê kir pêşî peyam derbikeve baştir bibe. Ji bo androidê dibêjim. Ê windows tê bîra min ne wiha bû ger ez şaş nebim.



2017.05.15-02:02 | rûbar

203. kêmasiyên tirşikê/99274
ji bo min jî ev problem e. bawer im ji bo gelek nivîskarên din jî problemek e. şûna vê yekê weke navbarê butonek heba û wexta me bixwasta me kariba li lîsteya mijaran bineriya wê gelek baştir ba. her carê ji bo dîtina peyama çûna jêrî rûpelê gelek zehmet e..



2017.05.15-06:56 | mergehez

222. (bnr: nivîskarên ku dinivîsin)
ji ber ku têra xwe û heta zêdetir nivîskarên nanivîsin lê dixwînin hene. ji bo wan 100 peyam ewqas zêde ye ku heta binivîsin, kezeba wan li reş dibe.
lê belê li ser stran, pirtûk û flmên ku dizanin binivîsin û hinek jî di derheqê bûyerên rojane de binivîsin dikarin sînora 100 peyamî derbas bikin.

û erê ev yek ji bo tedbîrê bû piştî îlana ohal'ê û divê em wisa bidomînin.



2019.05.07-21:13 | simurg56

225. Mijar û nivîsên balkêş û tiştên di nav jiyanê de mirov lê rast tê zêde tê de nîne. Vê taliyê Hema bêje bûye ferhengoka tibê * jixwe tirşik, ji nivîskaran bêtir xwediyê mêvanên teral e.



2019.12.21-13:04 ~13:05]| xeyda

226. Rastî jî mijarên balkêş tûne nin.ecêb e ez jî gelek caran dişibînim ferhengoka tibbê



2019.12.21-13:21 | fatoş xanim

250. tirşikvan gelekê tênakevin û mijara venakin. mijarên mirovî pêşve bibe kêm in. goygoy jî heta derkê ye bira



2020.04.13-20:53 | lîfikê firaxê

251. pir in lê ne zêde ne *
erê mirov dikare di nava saetekê de jê re bi dehan kêmasîyan bibîne. loma erê pir in lê belê ne zêde ne, ji ber ku tirşik di gelek qadan de xebatan dike û ji bo platformekî wisa, evqas kêmasî ne zêde ne. ji ber ku li ser înternetê hemû qad ji bo kurdî vala ne, em hewl didin ku van valahîyan hemûyan tije bikin. weke mînak;
- beşa fîlman: li ser înternetê tu rêxistinek din ji bo kurdî binnivîsan amade nake. lê komek ji tirşikvanan ku gelek ji wan moderator in, li ser vê xebatê dikin. wergera fîlmekê ne karekî ewqas jî hêsan e. lê vaye em êdî her heftî herî kêm 2 fîlman diweşînin êdî.
- beşa ferhengê, ferhenga herî mezin ya li ser înternetê ye. hê nebû mehek, me 50.000 peyv li ferhenga zazakî zêde kirin.
- ji aliyê din ve ji bo ji-binî-ve guhertina sîstema tirşikê û sepana telefonan xebat destpê kirine.

ev çend roj in hevalên hêja gilîyên moderatoran dikin ku ne li hawirdor in. bi rastî jî em moderator têra rastkirina mijar û xeletîyan nakin. çimkî kar û îşê me jî hene. jixwe format loma heye. eger herkes li gorî formatê binivîse, wê tu problem jî dernekevin.
lê dîsa jî em ê hewl bidin ku bêtir hay jê bimînin.

welhasil, (bnr: şaredarîya mezin dixebite)



2020.04.13-21:19 ~21:19]| simurg56

253. ji sala 2015yê heta niha ez tirşikê dişopînim û min îsal biryar da ku ez jî bibim nivîskarekî yê tirşikê. tiştek ket di aqlê min de: gelo tirşik.net ji xwe re qenalek ya YouTube veke û her heftî yekê bike mêvan, her heftî li ser hinek mijaran nîqaş bike, carinana weşanên zindî bike, carinan videoyên zanistî parve bike wê çawa be? bi ya min wê gelek baş be. hevalên moderator, vê pêşniyaza min binirxînin ha



2020.04.13-22:24 | soryazyus

254. Ez kêmasîyek grîng nabînim. Kêmasî tenê teralî û kêmbûna tirşikvanan e. Ji bilî Twitterê weke tirşikê platformek wiha tune ye. mobîl versîyonê tirşikê hebûya wê baştir bibûya Lê tunebûna mobîlê qîmeta tirşikê kêm nake.

Hûmarê Zazakînuştoxan zaf bibîne mi zî bi kêfweşî kirdkî nuştinî. La ez se bikera qîmeta kurdkî çinîya ê Kirdkî qet çinîya.



2020.04.13-22:31 ~23:04]| kajav

255. Se ke kajav vato zazakînuştoxê ma tay ê.çend ke destê mi ra yena ez nusena la hema zî ez gramera ziwanî bander nêbîya.heyf.



2020.04.13-22:42 | bayesar

258. Kêmasiyên, em zanin ku xilas nabin. tirşik dîse herdem li ber çavên min bêqusûr e. Lê tirşikvan xwedî qusûr in *

Bersiv j'bo soryazyus kêmasiyên tirşikê/120237

Mêhvandarî 3 roji in. lê ev 5 salin tu mêhmanê/a tirşikê yî newsa. Ê wela te eyb kiriye *

Erê, wekî dî, rast e. Heke me xebateke wilo kiribane zehf baş bû. qenala tirşikê ya youtube'ê ji xwe heye, lê ti kesî xwe nedaye berê. Belkî rojekê em Xebateke wilo jî bikin.
Ya rastî xendekî gotûbêjên bi nivîskî kiribûn. Lê dewam nekir.
Weke ekşî penaê em dikarin dest pê bikin.
Lînka qenala tirşikê: Here lînkê



2020.04.14-00:43 ~00:46]| gumgumok

259. Vê talîyê bo min mezintirîn kêmasiya tirşikê agahiyên objektîf in.
Yanî mesela tu mijarekê dixwînî, hemî şîroveyên mijarê giş şîroveyên subjektîf in. Hama bêje hiç agahî û zanîn û malumat tune ye. Elbet li vir ferhengeke interaktif e ferqa vê jî ew e lê meriv dîsa jî dixwaze di her peyamekê de hem şîroveyên subjektîf hem ji agahiyên objektîf bixwîne û fêrî tiştinan bibe



2020.04.14-22:42 | ferhenga şikestî

260. Her roj hema bêje 2 3 kes dibin endam û ji bo ku nikarin bi tirşikvanan re têkevine tevgerê (aktîvîteyê) û nikarin 10 peyaman temam bikin , dev ji tirşikê berdidin.Divê tirşik vî yekê bide berçav û wan kesan re hêsaniyek peyda bike.
Kesên ku dibin endam , naxwazin carekî de 10 peyaman binvîsin û diçin êdî nayên.Nizam lê divê tiştek baştirîn bê kirin.
Dîsa li rûpela beşa fîlman de , xeynê rêzeya fîlman , mirov dikare torrent çi ye , fîlm çawa tên daxistin , fîlm çawa tên temaşe kirin bide nîşan.
Kesên ku dixwazin fîlman temaşe bikin bila bi hêsanî ji vir bigihîjîn her tiştî.
Li ser tirşikê lêgerîna wan mijarên vekirî heke ku ew kes nû be pirr zihmet e.



2020.04.25-23:58 | brzn

261. Divê di binê her peyam û mijarekî de bijkoja "gilîkirinê" hebe ku peyam û mijarên derî formatê ji aliyê moderatoran ve bên dîtin û sererastkirin.



2020.04.26-00:03 | endazer

263. Di versîyona mobîlê de heta ku em li menûyê nenihêrin an jî em nekevin peyaman em peyamên nû nabînin. Ev jî were çareserkirin dê gelek baş be.



2020.05.09-04:16 | xabûrî

264. Divê şiyariya "te çepikek da peyamê" bê rakirin. Tiştekî beradayî ye.



2020.05.09-04:48 | giyanstêr

265. Kêmasiyên yek jiwan eve dema meriv çepik dide rûpel nehata nûnkirin wê baştirbûya.



2020.05.24-17:33 | shorbevan

266. mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê re hat û te xwest ji WhatsAppê parve bikî, nikarî. divê bişkoja parvekirinê hebe li biniya her peyamekê. bijkoja gilîkirinê ji xwe min beriya niha behs kiribû.



2020.05.24-20:31 | endazer