Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

204. kêmasiyên tirşikê/99338
erê, ev pirsgirêka, zûda heye..



18.05.2017 09:15 | bûtîmar

205. ji bo pirsa kêmasiyên tirşikê/99338;
(di nav beşa panelê de pê lê logoya tirşikê dikim lê venagerê serûpelê. li panelê de dimîne. divê ez vekim menûyê. ji wir jî bitikînim logoya tirşikê ya malê. tenê wê çaxê rûpel vedigerê rûpela serekeyê. wisa jî bikarbar nabê bi rastî.)

- ev ne pirsgirêk an jî kêmasiyek e. di her beşa tirşikê de, dema mirov li logoya tirşikê ditikîne, serûpela wê beşê vedibibe. mîna beşên pirtûk, fîlm û capsan; di beşa panelê de jî wisa ye. Di rewşên wisa de, li kêleka logoya tirşikê lînka "Tirşik" derdikeve, dema mirov li wir ditikîne, vedigere serûpela tirşikê.



23.05.2017 19:25 | simurg56

206. Li tirşikê ez pê lê çi dikim ev nayê pêşberî min. Ez ji jêr ber bi jor ve dîsa pê lê dikim encax wê gavê digihijim miradê xwe. Di serî de em pê lê çi kirine ewê werê hemberî me baştir bibe. Binê wî jî hema çi dixwazin bixin. Ev kêmasiyeke, pirsgireke an zêdeyî ye nizanim lê bikarbar nîn e. Helbet wisa jî tirşik xweş e û tê bi kar anîn. Eger di dahatuyê de tiştek werê sererastkirinê ev jî werê berçav kirin ji bo min baş bê.

Sererastkirin: ji bo geroka web yê androîdê dibêjim, li geroka wîndowsê de tiştek wisa nebû wekî ku ez dizanim.



24.05.2017 15:55 ~15:58 | rûbar

207. ez bûm. piştî ku ez hatim tu tu kêmasiyan tirşik neman



24.05.2017 19:47 | kanî27

208. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcar, di dengdanên dawîn de ku cihê wî li rastê rûpelê ye, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn tenê bi mijarekî tije dibin.

li hemberê mijaran, nimroyek qasî hejmara dengdanan nanivîse. bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



28.07.2018 02:21 ~2020.04.11 12:48 | mirovekirind

209. parveyare wêne ji bar bikin



29.07.2018 00:03 | helik orimiyo

210. kêmasiyên tirşikê/107233
pêşniyarek baş e û pêkan e.



29.07.2018 11:47 | simurg56

211. kêmasiyên tirşikê/107233

min ev taybetîyê çêkir. niha li aliyê rastê, di lîsteya dengdanên dawîn de her peyam tenê carekî tê nîşandan.
ger ji bi peyamekê, ji yekê zêdetir deng hatibe dayîn, wê demê şûna ku heman peyam di lîsteyê de 2-3 cara were nîşandan, li kêleka wê bi nivîsek hûr, hejmara dengdanan tê nîşandan.

lê problemek wisa heye. ev hemar, hejmara giştî ya dengdanên ji bo vî peyamî ye. yanî ger berî salekî jî dengek ji bo vî peyamî hatibe dayîn, tê hesabkirin. ji neçarîyê.. nexwe wê çawa bûya?



29.07.2018 13:08 | simurg56

212. (bnr: kes nanivîsîne)



10.10.2018 14:30 | xelîl

213. pir caran ez bi bihîstokê (mobile) dikevim tirşikê. him dixwînim him jî dinivîsînim. hin malper hene, gava meriv bihîstoka xwe biqelibîne aliyekî, tîp û hevokan diguherin, mezintir dibin, meriv baştir dixwîne û rehet dibîne. kêf kêfa merivê ye.

hin malperên din jî hene, ji bo ku xwîner rehet bixwînin, di ser malperê de bişkokan (+ -) bi cî kirine. gava meriv pê li wan bişkokan dike, nivîs mezintir (+) an jî hûrtir (-) dibin.

îcar, di tirşikê de ew herdu jî tune. ji ber wê yekê kêf ne kêfa merivê ye. kêf kêfa xelkê ye. ma tirşikvan û xwînerên feqîr, çavên wan xirab bibin?



28.01.2019 21:59 ~2019.06.09 16:43 | mirovekirind

214. qedexeya dîtina peyamên siyasî. bû çend sal e endama tirşikê me lê dibêje heta 100 peyam nenivîsî nikarî peyamên siyasî bibînî, birastî jî vê qedexeyê kezeba min reş kir. belkî tedbîreke wusa rast be jî lê dikim nakim nagihêje sed peyamî û diqehirim diçim, çend meh derbas dibin dîsa têm. ya herî ecêb ew e ku nikarim mijarên siyasî yên ku min vekirine jî bibînim.



05.05.2019 21:09 | roza

215. Li gor îstatîstîkên te divê 13 peyaman jî bişînî ji bo dîtinê.



05.05.2019 22:47 | brzn

216. wtf! îja ew ji me kêm bû. sînora peyaman jî heye bo vê rezaletê? rabim xelkê tacîz bikim belasebeb?



05.05.2019 23:32 ~23:33 | roza

217. bila nivîskarên me yên kevnare çend peyamên xwe yên xweşik bibexşînin rozayê reben. peyamên me hê besê me ye. hawar nivîskarên ku peyamên wan gihiştiye nizan'm çend hezaran, hawar!



05.05.2019 23:50 | mirovekirind

218. heke tiştek wusa hebe heqeten jî ez ê bi taramaliyeke bikevim nav tirşikê, peyaman bireşînim admînên wê!



06.05.2019 00:31 | roza

219. ixtiras.



07.05.2019 00:29 | hun çawane heval:)))))))

220. keçên tirk.



07.05.2019 00:30 | hun çawane heval:)))))))

221. (bnr: nivîskarên ku dinivîsin)
ji ber ku têra xwe û heta zêdetir nivîskarên nanivîsin lê dixwînin hene. ji bo wan 100 peyam ewqas zêde ye ku heta binivîsin, kezeba wan li reş dibe.
lê belê li ser stran, pirtûk û flmên ku dizanin binivîsin û hinek jî di derheqê bûyerên rojane de binivîsin dikarin sînora 100 peyamî derbas bikin.

û erê ev yek ji bo tedbîrê bû piştî îlana ohal'ê û divê em wisa bidomînin.



07.05.2019 21:13 | simurg56

222. kêmasiyên tirşikê/109269 pêşniyarek baş bû. gelo çênabe an admin nedîtine?



09.06.2019 14:14 ~16:41 | mirovekirind

223. (bnr: nivîskarên stabîlîze)



14.12.2019 15:14 | ferhenga şikestî