Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

224. Mijar û nivîsên balkêş û tiştên di nav jiyanê de mirov lê rast tê zêde tê de nîne. Vê taliyê Hema bêje bûye ferhengoka tibê * jixwe tirşik, ji nivîskaran bêtir xwediyê mêvanên teral e.



21.12.2019 13:04 ~13:05 | xeyda

225. Rastî jî mijarên balkêş tûne nin.ecêb e ez jî gelek caran dişibînim ferhengoka tibbê



21.12.2019 13:21 | fatoş xanim

226. helbet nivîskarên ku her tim dinivîsin.



21.12.2019 13:45 | nazim tolhildan

227. Kêmasiya nivîskaran... Ger nivîskar pirbûna dê mijar jî pir vebûna. hem de ên balkêştirîn



21.12.2019 21:14 | darînê daryo

228. versîyona 3.0.0 *)
ji sal û nîvê zêdetir e em li hêvîya rojanekirina nû ne, lê pêk nehat. qey piştî vê geşbûnê ez dibêjim dengê biçe guhê simurg56



21.12.2019 21:20 | xendekî

229. Ku lêgerîna berfireh hinek dijî berfireh be wê tirşîk baştir be. Mesela dema dixwazim mijarek vekim ewil lêdinêrim ka qet mijarek wesa heye an tuneye lê peyvê dinîvîsîm tiştek dernakeve dûre mijarê vedikim paşî hevalek ji cihekê mijarek wekî wî derdixe.

Van rojan ev kêmasî kete çavê min.



22.12.2019 16:24 | azad30

230. wek agahî:
@daîrnê daryo, ji bo kêmasîya nivskaran zêde tişt nayê milê me.
@xendekî, di eslê xwe de ji bo versîyona 3.0.0 min ji 30an zêdetir taybetîyan qedandin, lê ji ber ku di vê versîyonê de sîstem ji binî ve diguhere, hê jê re gelek ked lazim e. ya xirab ew e ku nikarim jê re wext veqeîtini û ji ber ku ev ji salek zêdetir e min kod nenivîsandiye, hinek jê dûr bûme. loma destê mi naçê.

@azad30: fonksîyona lêgerînê têra xwe berfireh e ya rastî. di vê peyamê de behsa bikaranîna wê tê kirin: sîstema nû ya tirşikê/52664



22.12.2019 17:12 | simurg56

231. ez gelek caran radyoya tirşikê vedikim stran dest pêdike lê dide. lê belê dema terz û cureya stranan diguherim radyo di cih de disekine.



22.12.2019 23:03 | roberz

232. endamên ku hejmara peyamên wan ser 100î be dikarin mijarên sîyasî vekin û li ser wan binivîsin. rewşek wilo niha li vir heye ku ji klîkeke pê ve kes nikare wan peyaman bixwîne. bi min divê ev cî de rabe.



29.12.2019 13:41 | yusiv hemed

233. yusiv hemed heq e. Temam bila sînorek hebe ji bo dîtin û nîvîsandina mijarên sîyasî lê 100 peyam zehf e bila dakeve dora 20 an hwd



29.12.2019 15:22 | azad30

234. çûna profîla xwe zehmet e. ez pêşiyê diçim panelê ji wir navê xwe ditikînim û diherim. heke girêdanka profîlê di vebijêrkan an di hundir panelê de hebûya wê çêtir bûya ez dibêm



05.01.2020 19:42 | berxweda

235. di beşan fîlman da hêdî hêdî gelek kes deng didin fîlman. li wir rêjeya tirşikvanan dayê heye lê li kêleka navê wan pûanên tirşikvanan hebe bê hîn çêtir bibe.



12.01.2020 12:15 | berxweda

236. @berxweda,
jixwe di rûpela fîlmê de mirov dikare bibîne ka kîjan nivîskarî çi pûanî daye fîlmê. min meselê fêhm kir.



12.01.2020 12:28 | simurg56

237. @simurg56
belê min niha dît. di nava şîroveyan de min nedît min go qey tune ye :/



12.01.2020 22:37 | berxweda

238. Ez hîn nizanim profîla xwe sererast bikim. Nizanim ezê çawa wêneyekî li profîla xwe bar bikim. Hinekî hêsan be bikaranîna wê baştir dibe.



13.01.2020 00:18 | dijberîst

239. divê format û nivîsên malperê ji nû ve li gorî qeyd û bendên rêbera rastnivîsînê were nûjenkirin/rojanekirin.



13.01.2020 10:22 | xelîl

240. Reklama tirşikê kême bi rastî ez jî bi şaşitî li tirşikê rast hatim heta wê rojê min tirşikê li ser tû malperan nedîtibû pêwîste hayê gel bi vê ferhengê bê xistin
Ez heta ji min tê ji heval û hogirê xwere behsa tirşikê dikim û ji bo endambûnê zextê didim ser wan bi xwûdê ev ji destê min tê



13.01.2020 14:30 | tîrêj zana 21

241. Dema mijareke nu hat vekirin pêwîste ji nivîskara hişyarî here da kû ê ku zude neketine tirşikê werin serîkî li tirşikêxin



15.01.2020 00:22 | tîrêj zana 21

242. gere serek a ku ale çepe herî zêde tişt le hatîye nivîsandin navan sereka da herî jor be. rêza sereka da serek gorî piranîya hejmarên nivîsen xwe jor ve ber bi jêr bê rêzkirin.



26.01.2020 14:06 | golikvan

243. Heke heval dikaribin rast bikin divê rengê bnr yê nehatine vekirin sor be û yê vekirî dîs heşîn bimîne

Hadê qewet bî



27.01.2020 20:34 | tîrêj zana 21