Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

264. Kêmasiyên yek jiwan eve dema meriv çepik dide rûpel nehata nûnkirin wê baştirbûya.



24.05.2020 17:33 | shorbevan

265. mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê re hat û te xwest ji WhatsAppê parve bikî, nikarî. divê bişkoja parvekirinê hebe li biniya her peyamekê. bijkoja gilîkirinê ji xwe min beriya niha behs kiribû.



24.05.2020 20:31 | endazer

266. li ber mîjaran de nebûna navê kategoriyan.
li ber rêzeyan mîjarên çepê de jî dibe anku li ber sernivîsên mîjaran de jî dibe.Wek îkon anku wek nivîsekî piçûk.



28.06.2020 00:23 | brzn

267. Yek jê jî tunebûna anketa ye. Bi min ger li deşta tirşikê vebijêrka vekirina anketa hebûya dê gelekî xweş bibûya. Bi vî awayî mirov bi hêsanî karibû fikr û nêrînên tirşikvana an xwendevanên tirşikê fêr bibûya. Ger bê xwestin çêkirina wê ne pir zehmet e.



30.01.2021 22:38 | tîrêj zana 21

268. di legerin.php de pergala daxwaza ajax tunne ye. yanî lêgerînê realtime.
(bnr: jixweberlegerin_mijar.php)



20.05.2021 00:18 ~2021.08.06 16:11 | heval.js

269. li beşa fîlma dema mirov pûanê bi kusûrat dide fîlma, hişyarî bi tirkî tê dayîn. '! lütfen geçerli bir değer girin. en yakın iki geçerli değer şunlardır: -hejmara tam ya jê biçûktir- ve -hejmara tam ya jê mezintir-'

ji kerema xwe wê jî bikin kurdî.



10.06.2021 23:48 | tîrêj zana 21

270. ev ne problema sîstemê ye, browsera te bi tirkî ye *
hhahahahahahahahaha



10.06.2021 23:56 | heval.js

271. (bnr: heval bes lêxi zilam mir)



11.06.2021 00:44 | navîgiranmezelîwêran

272. Dubareya kêmasiyên tirşikê/133909

Di rûpela lêgerînê de (legerin.php) lêgerîna jixweber naxebite.

Dema mirov di qutiya lêgerînê de tiştekî dinivîse û pê li enterê dike, ku mijarek bi vî navê hebe mijar vedibe lê ku tune be, rûpela lêgerînê vedibe û dibêje * îcar ku mirov bixwaze li tiştekî din bigere pêşniyar nayên. divê here rûpeleke din û lêgerîna xwe bike. Ev yek jî pir zor e yaw, ne wer? *

Sedema wê heval.js bnr kiriye. Min lê nenerî lê îhtîmaleke mezin ew e.



06.08.2021 16:08 | mergehez

273. (bnr: notên kûl û derdan)



27.12.2021 22:53 | heval.js

274. nivîskar..



22.08.2023 16:06 | horhorik

275. (bnr: xwedî)



22.08.2023 16:44 | cinorek

276. Nivîskarên wê kêm in, sîstema wê xirab e, xwênerên wê kêm in. Taybetî di sîstema wê de problemeke mezin heye, mirov çend tiştan dinivîse û diçe pencereyeke din an jî sepaneke din dema vedigere tiştên hatibûn nivîsîn hemû jê diçin. Gelek caran min ji ber vê kêmasiyê nivîsên xwe yên nîvco mayî ne weşandin. Eger yên pêwendîdar van gazindan dibînin bila çêkin kerama xwe.*'*



23.08.2023 00:25 ~00:26 | bayê xerbî

277. Li hin nivîskaran de têgihiştin *

ez dibêm havînê xwe ewqas aciz nekiriye li hember vê peyamê * havîna 2023'an/142729



23.08.2023 16:38 | navîgiranmezelîwêran

278. Tunebûna sepana wê



23.08.2023 23:02 | cezmîkurd

279. li ser her çepik an reşşikan rûpel refresh dibe.
yaw em hatin kîjan salê**



24.09.2023 22:06 | ciwanzêr

280. Kengî ji tirşikê derkevin û tekevin divê em dîsa şîfreya xwe binivîsin. Ji wê yekê gelek nivîskar ji xwe nabînin tekevin tirşikê.



25.09.2023 21:08 | horhorik

281. Xweyî kî ji tirşika bêxwedîre lazime ez dîsa bela xwe û moderatora têkim tevî hev lê armanca min ne textê wane ne nanê wane tevekê nivîskara kirine moderator yek bi şaşî herfek rastnake endazer ka lawo wiya evê meriv wî bike moderator sal salewext razaye xwedê jî zane nizane li kuye viya



27.09.2023 21:42 | shorbevan