Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

37. kêmasiyên ne bê çare ne..

eger berê mijareka hevşêweya mijara ku tu dixwazî vekî hatibe vekirin û sîstema qetxirbe ya tirşikê jî ji ber vê sergêjiyê nahêle tu mijara xwe vekî, tekane rêyek heye, herfekî ji mijara ku tu dixwazî vekî zêde bike an jê kêm bike, û mijara xwe bi vî awayî veke û paşê bi riya peyameke taybet ji moderatoreke alÎkariyê bixwaze ku ji panela rêveberiyê bila navê mijarê biguherîne, an dîrekt tu dikarî li jêr mijarê bi xwe de jî navê eslî yê mijarê binivîsî.. j bo nimûne tu dixwazî mijara tîrê vekî lê bi serê sîstema ehmeq ya tirşikê nakeve û dibêje na bira ji xwe vaye mijareke bi navê tir vebûye ha tir ha tîr çi ferq heye, hûn çima ferqiyê dixin di navbera iya tirk û îya kurd de? he hûn çima dabeşkeriyê dikin filan? tu jî navê mijarê wek tîra an tî an tişteke bêeleqe jî çêdibe veke û hawara xwe bigihîne moderasyona tirşikê.. is it ok?



12.04.2014 00:25 | endazer

38. (bnr: di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin)

heta êvarî wekê paleyekî binivîse û ha binivîse, bila xwêdan di qûna te re bide der û dawiyê bila yekî ku wêneyê wî yê profîlê du mêrên nîvtazî yên di ber û paşila hev de ne peyaman ji te re bişîne.. *

(bnr: te di şansa min ga)



12.04.2014 00:43 | endazer

39. kêmasiyên ku wisa dikare were lîste kirin ;



1- pirsgirêka vekirina mijaran ; kêmasiyên tirşikê/34350

2- mobîl versiyon

3- pirsgirêka lîsteya mijaran (dema mirov dixwaze mijarên rûpela duyemîn bibîne, diçe rupela duh. divê mirov 4-5 caran biceribûne ji bo mijarên di rûpela duyemîn de bibîne) (bi ya min kêmasiya herî awerte ev e. ji ber ku êdî hema bêje her roj lîsteya mijaran dibe 2 an jî 3 rûpel.) "hat çareser kirin"

4- îstatîstîkên peyaman ( mirov nikare bibîne kîjan peyam çi qas reşşik û çi qas çeppik standiye. tabê ev taybetiyek ekstra ye lê qene divê mirov bikare peyamên zêde çeppik standî û zêde reşşik standî bibîne)



hingê kêmasiyên din hat bîra min ez ê vê pêyamê rojane bikim.



12.04.2014 01:00 | brusk56

40. (bnr: pirsên pir tên pirsîn)



12.04.2014 01:02 | endazer

41. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



12.04.2014 01:03 | simurg56

42. reng. *



13.04.2014 22:34 | xwelî li ser

43. logoya tirşikê ye bêguman, heta li welateke wekê erebîstana siûdî modern û medenî jî bacanên reş hatine qedexekirin lê hê jî di tirşikê de wek logoya tirşikê tê bikaranîn..



(bnr: logoya tirşikê)



13.04.2014 22:47 | endazer

44. tîpên gir.



13.04.2014 23:33 | daskan

45. kêmasiyÊn ku ger heya 3-4 salan bidome, ezê çareser bikim.. * ji ber ez 3-4 salÊn din dibim endezyar Êdî çi kar û barÊn tirşikê hebe ezê bikim. lÊ tabî bi îzna birayÊ moderator bijÎjk simurg56 beg *



13.04.2014 23:37 | mergehez

46. di orta mausÊ tekerlekkÎ heye ya. di asayÎ di sÎteyÊn dinda, pÊl wÊ tekerlekÊ dikÎ sekmeyÊ nu dertÊ. fakat di tirşikÊ, tu pÊl dikÎ te dişÎne cÎyÊ bÊ alaka.



13.04.2014 23:39 | hun çawane heval:)))))))

47. di panela rêveberî de tiştên ku ji rupelekê zêdetirbe ji bo çuna rupelekê nivîsîna "git". kêmasiyeke pir mezin e ji bo malpereka evqas kurdîhez. lê tişteke baş heye, ev bi aliyê bikarhêneran ve naxuyê.



07.05.2014 18:20 | azadixwaz

48. xwê ya wê hinekî kêm e û hinekî din tujtir be yê gellekî xweş be*



07.05.2014 18:27 | renas

49. Ez jÊ kÊm bÛm *.



15.05.2014 23:31 | bexdenoz

50. (bnr: bacanê sor)

(bnr: bacanê reş)

(bnr: kartol)

(bnr: pîvaz)

(bnr: kevçîk xwê)



15.05.2014 23:51 | bexdenoz

51. di formata wê de kêmasî hene. divê hinekî din berfirehtir bibe. mesela em moderator nizanin bê ka heqên me çi ne, di rewşekÊ de emÊ çawa tevbigerin, felan..



15.05.2014 23:55 | mergehez

52. kêmasiyek pir mezin:

peyamên taybet ne rêkûpêk e. mesela dema nivîskarek bixwaze li peyamên berê yên ku ji nivîskarekî re şandiye, binêre, divê li her rûpelê binêre da ku bibîne. ev jî pir zehmet e. mesela sîstemek wek a ekşisözlükê çêbibe wê baş be. li wÊ derê, hemû peyamên ku ji heman kesî/ê re hatine şandin di bin navê ew kesî/ê de ne.



19.05.2014 22:44 | mergehez

53. dema ku di qutiya lêgerînê de mirov dixwaze li mijarekî bigere, divê pêşiyê mijara ku lê digere derkeve, lê ne welê ye, li gorî rêzkirina alfabetîk mijar derdikevin.. yanî ez bêjim ez ê di tirşikê de li mijara kurdî bigerim, li gorî rêzkirina alfabetîk ev mijar derdikevin;



#jibominzimanêkurdî

09.06.2013 serdana serokwezirê iraqê ya ji bo herêma kurdistanê

1 îlon 2013 destpêkirina weşana ajansa anadoluyê ya bi kurdî

10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê

.

.

.

divê bê sererastkirin, ji lewma bi vî awayî lêgerîn û peydakirina mijaran gelekÎ zehmet e..



23.05.2014 05:06 | endazer