Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xwedîderketina li kurdiyê - tirşik
xwedîderketina li kurdiyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:ji kurdî xwedî derketin
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mesûliyetek mezîn e li ser kurdan. dive em her roz derkevin ser zikakên bajarên xwe û propegandayê zimanê xwe bikin. gelê xwe bi wê bihisinin...



edît: li kurdî xwedî derkevin. meyline destê yekî mina min.

edît: ew xelatiya devoka eşira me ye. gellek caran meriyên eşîra me 'ji' û 'le' tew hewdû dikin.



minak: em dibejin 'li min dûr here', yane ku 'ji min dûr here'



23.09.2015 15:34 ~16:59 | cinorek

6. (bnr: ferz e)



23.09.2015 18:56 | xendekî

7. tiştek gelek hêsan e.

hinek kes dikarin pirtûkan binivîsin, lêkolînan bikin, panelan li dar bixin, kursan vekin û hwd.

lê gelek tişt jî hene ku her kurd dikare bike;



- hewl bidin ku tenê bikevin malperên kurdî. da ku mezin bibin û yek bi yek neyên girtin. li ser înternetê parvekirinên xwe, zanîna xwe, pirsên xwe bi kurdî bikin ku li ser înternetê kurdistanek ava bibe û kes nemîne mecbûrî zimanên din.



- bi qasê derfeta xwe, pirtûk û albûmên kurdî bikirin û dênin mala xwe û erebeya xwe fîlan. hem ji bo xwendinê, hem ji bo danasînê hem jî ji bo reklamê.



- pirtûkan diyarî derdora xwe bikin. ji zarokên nasên xwe re pirtûkên kurdî yên ji bo zarokan diyarî bikin.



- dema hûn çûna mala xelkê an jî mala nasên xwe, ji bo zarokên w an frekansên qenalên weke zarok tv eyar bikin û danasîna wan bikin.



- bi qasê mimkun e, ji dikanên kurdî-axêv danûstandinê bikin. da ku bazara zimên wenda nebe, an jî çêbe. da ku dikandar ji axaftina kurdî netirsin û şerm nekin.



hê gelek xalên wisa biçûk û hêsan, hene.

ger ji we bê, tiştên gelek mezintir jî bikin lê ger ev tiştên li jor tenê ji aliyê piraniya kurdan ve were sepandin, wê zimanê kurdî him gelek bi pêş bikeve, him jî wê hemû dinya nas bike. di serî de google.



23.09.2015 21:22 | simurg56

8. (bnr: abesle iştigal)



24.09.2015 17:22 | wiha wilo wisa

9. Pirsgirêkeke sereke ya kurdan. Ferzbuna wê ferz e, lê weke pêşiyan gotî gotin û kirin ji hev dûr e. Ji xwe hinek xal li jor hatine gotin. Bi xwestina piraniya gelê li herêmekê, gundekê, taxekê, navçeyekê yan bajarekê mirov dikare li wir kurdî bike serdest û ev bi xwe wê gelek tiştan biguhere.

(bnr: egerin.comê kirina motora lêgerînê ya sereke)



24.09.2015 17:31 | azadixwaz

10. her ki dike bila bike bi piştgirî dayina karên kurdî dibe.

ez çendan bijmerim:

- egerin.com, bike motora lêgerîna xwe, tew nikarî tewlê bookmarksê xwe bike.

- krd.sputniknews.com, applîkasyona wê dayne ser telefona xwe û ser telefona hevalên xwe.

- trtkurdi, mebêje televîzyona devletêye, lê xwedî derkeve, ku ez difikirim ku ew di wextekî nezdîk de wê binin xwerê. televizyonên dinê ku bi kurdî ji li ser remote controlê televîzyona malbat û cinarên xww bine pêş.

- firoşgehên navên xwe bi kurdî, sipasiyê li wan bike. dikarî bi zêdeyî ji wan tiştên xwe bikire.

- siyasetmedarên bi kurdî diaxivin, mebûsekî hdpyê qersê hebû, mülkiye birtane, wê xanîmê her tîm li ser hesabê xwe yê twitterê bi kurdî dinivist. wê te'qib bike. yên mina wê peşniyarê me bike ku em jî te'qib bikin. yên mina selahattin demirtaş bi tirki dinivisin jî Îqaz bike.

- blogên kurdî ,postên wan bixwine, li ser şirove bike. piştgiriyê bide ku camêr bidome.

- hwd.





24.09.2015 17:47 ~17:49 | cinorek

11. Her bijî ji sedî sed gotinên rastin divê em wisa tev bigerin..
Ez naxwazim wesfê xwe bidim * lê îro yek ji wan mînakan min kir min çîroka Şengê û Pengê ji zarokeke nasê xwe re diyar kir baş nizane kurdî lê min jê re got bixwîne ger tu fêm nekê paşê ji min bipirse ezê ji te re bibim arîkar ger tu bixwazî li ser înternetê tu karê vîdyoyên dersê kurdî jî temaşe bike û xwandin û nivîsandina xwe bi kurdî pêş bixe gelek kêfa wê hat pirtûka xwe hejîyand u got temam



05.11.2018 05:18 | tymrdnnsbn

12. helbet ya herî girîng, bibandor û hêsan axaftin e. ku mirov li kû derê be divê bi kurdì biştexile; li sikaka, kolana, marketa, avahiyên fermî hwd.



28.12.2020 23:20 | hueyn

13. carnan bi ecibandinekê carnan jî bi şîroveyeke nerm pêkan e.dema mirov dîte ku kesek ji bo kurdî dixebite ger ji destê mirov hat divê alîkariya xwe jê texsîr neke. lê ku ji destê mirov nehat hingê riyê hêsan ku mirov karibe piştigiriya wî bike jî hene. divê mirov ji ecibandinê netirse. nizanim çima lê di nav kurdan de li ser înternetê jî hevgirtinek ava nabe. yaw ku xebatek kurdî derket pêşiya te biecibîne, şîroveyek xweş bike û bibe abone an şopînerê wî kesî. pere lê naçe law. destê xwe tirsonek ranekin. şîroveyek te yê xweşik belkî ji wî kesî re bibe moral û camêr an canik her kî be hêj bêhtir li karê xwe germ bibe. ez bixwe dema xebatek kurdî dibînim ku jê hez nekim jî diecibînim û dişopînim ta ku şopînerên wî bigihêjin astekê û şûnde dîsa ji şopê derdikevim. lê ku jê hez bikim jixwe di şopê de dimînim.



25.01.2022 23:54 | tîrêj zana 21

14. tiştekî gelek zehmet e, bi her awayî hem ji kurdan hem ji tirkan rexneyên gelek giran ji te re tên gotin. ji aliyê tirkan ve bi awayekî sîstematîk dijûn lê te tê kirin. ger behsa bîrdozîya xwe ya Kurdistanê bikî dinyayê li te teng dikin. nikarî di nav gelê xwe de kurdiyek bi rêk û pêk biaxivî, binivîsî û fikrên xwe vebêjî.



26.01.2022 17:39 | pênûsa westiyayî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedîderketina li kurdiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî