Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mêrsîn - tirşik
mêrsîn
(5) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. bajarekî Tirkiyê ye. bi tirkî weke "mersin" tê bilêvkirin .

bajêrê ku ez lê hatime dinyayê . weke min bi sedhezaran kurd dijîn li vî bajarî. piştî zextên dewleta faşîst zêdetir û tundtir bûn li kurdistanê bi mîlyonan kurd koç kirin bajarên tirkan. mêrsîn jî yek ji van bajarên ku herî zêde koça kurda lê bûyî ye.

bajerekî xweş e. ji xeynî germahiya wî ya havînê avhewaya wî baş e . bajarekî gelek kozmopolît e . li bajêr dîtina kesekî bi eslê xwe mêrsînî zehmet e . mirov dikare rast li mirovên ji her derê tirkiyê bê .

bdp li vî bajarî xwediyê nêzikî sedhezar rey e .



03.08.2013 14:49 | brusk56

2. bajareke tirkan ku bdpê kariye di hilbijartinan de şaredariyek bi dest bixe. û şaredariya piştî şaredariya bajarê mezin a herî mezin e(akdenîz).



03.08.2013 15:29 | azadixwaz

3. bajarê Tirk û kurda, navê Wî ye bere îcel bû



03.08.2013 16:14 | newenda

4. ewqas kurd lê dijîn ku hûn herin ku dera mêrsînê (ber behrê, li çiyê, gundan, zozanan, li sûkê û hwd.) hûn zimanê kurdî û kurdan dibînin.

jixwe şaredariya ku sûka bajêr jî tê de ye, aîdê partiya kurdan, bdpê ye.

piştî ku mirov bajarên weke îzmîrê dibîne mirov çêtir qîmeta mêrsînê fêhm dike.

sirf ji ber ku îzmîrê bi tu awayî tama kurdewariyê tune, qet ji vî bajarî hez nakim. lê ma qey mêrsîn wisa ye?

tevî her tiştî jî em nikarin îdîa bikin ku bajarê kurdan e. bajarê tirkan e lê keda kurdan tê de zehf e. sûka wê piranî, karkeriya înşaatê komple, mûeahîtî zeyfî, kar û barên hâlê û bazarê temamî destê kurdan de ye.

mêrsîn baş e, baş. ger ne wisa bûya, ez ê ku li mêrsînê bûme û li wir mezin bûme, wê kurdiya min çawa hebûya?



15.08.2013 19:06 | simurg56

5. dibejin ku 60 % Ê mÊrsÎn'Ê kurd e.



21.10.2013 13:32 ~2021.09.23 06:53 | cinorek

6. (bnr: tantunÎ)



21.10.2013 15:43 | biruya hayao miyazaki

7. bajarê tirkan yê ku rêjeya kurdan tê de herî zêde ye.

li giştiya mêrsînê bdp bi qasê %10 distîne, lê navenda mêrsînê bi qasê %20 raya wê heye.

li navendê bdp şaredariya akdenizê distîne û niha jî destê bdpê de ye ku ev şaredarî sûka mêrsînê jî dihewîne.

rêya kurdan li navenda mêrsînê, ez bawer im bi qaşê %50 fîlan e.

(bnr: mehmet fazıl türk)

(bnr: şaredariya akdenizê)



her wiha bajarê ku ez lê bûme û lê mezin bûme û bi saya vê rêjeya kurdan, heta çûme dibistana seretayî jî hînî tirkî nebûme. mêrsîn bajerek aha wisa ye.



21.10.2013 19:59 | simurg56

8. bajarê ku ertuğrul kürkçü di hilbijartinên giştÎ yên borî de bi dengê kurdan lê hatibû hilbijartin..



21.10.2013 20:03 | endazer

9. bajarê ku bi tantunî û cezeryeya xwe maşhûr e .



22.10.2013 00:04 | brusk56

10. bajarê tirkan yê herî kurd e. mirov here ber behrê jî, here sûkê jî, here zozanan jî tije kurd hene. ev bo min taybetiya herî xweş ya mêrsînê ye.

lê mesele, li malmîrata îzmîrê ev yek qet tune. tenê ji ber vê yekê hişê min ji îzmîrê diçe.



22.10.2013 22:49 | simurg56

11. êdî bûye bajarek kurdistanê.

îro li mekteba ku min ji bo hilbijartinê, dengê xwe lê bi kar anî, jinek kurd ku cezayê hepsê xwariye û polîs li her derî li wê digere, hat ket pola xwe, dengê xwe bi kar anî. polîsan li ber deriyê polê, dafik li ber vedabûn, nasnameya wê pirsîn, jinikê nasnameya xwe dayê. tam vê nuqteyê de gelê kurd mûdaxale kir û êrîş li polîsan kir û li wan xistin. jinik ji wir hat revandin û xwe xelas kir *

bi ya min sembola vê hilbijartinê ev bûyer e.



30.03.2014 18:52 | simurg56

12. bajarê ku partiya kurdan (dtp,bdp,hdp û yên wisa) her hilbijartinê de golek diavêjinê.



fikri sağlar bû namzetê şaredariya mezin ya mêrsînê ya dtpê: wenda kir û paşê vegeriya çû chpê.

ahmet özer bû namzetê şaredariya torosê; wenda kir û ket li pey qûna chpê û nema tê...

orhan miroğlu bû namzetê wekîliyê: bi çend sed dengan, wenda kir û çû ket nav refên akp'hezan..

ertuğrul kürkçü kirin namzetê wekiliyê, qezenc jî kir lê ne ji gelê me bû. gel jê hez jî nedikir lê tenê ji ber ku apo gotibû "hevalê min e. lê xwedî derkevin" hat bijartin.

vê hilbijartina dawîn jî mustafa güler ku tirk e, ji ber ku popûler e kirin namzetê yekemîn yê endamiya meclîsa şaredariyê, tabî hat bijartin jî lê me şaredariyê bixwe qezenc nekir. û mêrik jixwe dibêje ez ne ji bdpê/hdpê me. tenê min piştgirî da wan, wan jî piştgirî dan min. jixwe ne endamê partioyê ye jî.



10.08.2014 16:28 | simurg56

13. bajarê ku li navçeya yenişehirê jî gelek kurd dijîn lê li wir kurd belave ne û ji ber ku hinek dewlemend in mirov di cî de wan nas nake û ji xwe wan jî taybetiya xwe hinek wenda kirine.



li nevçeya akdeniz û toroslarê hingî tu nexwazî kurd heye.



08.03.2015 01:44 | brusk56

14. ez li mêrsîn ê dijim toroslar ê akdenîz ê kurd pir in yenîşehîr ê jî têra xwe hene û zêde ne lê belê kurdên burjuva ne û bı taybeti yên elewî şerm dıkın bêjin ku em kurdin. bi mêrsin ji 400 hezarê zêdetir kurd dijin.



08.03.2015 12:08 | azad30

15. bajarekî nîv-kurd e. em duh çûne wir, maxa ev çi ye gidî, herkes kurd e law, ma bû çi.



13.04.2015 14:43 | xendekî

16. bajarê ku ez niha lê zanîngehê dixwenim e. kurdên vir bi qasî yê edenê asimile nebûne başe heyra.



12.11.2015 23:12 | xwelî li ser

17. (bnr: mêrsîna rengîn)

henek lo rengîna çi wek kîrê kerê ye. tê de tijî faşîst û dêqehp in. lê xwedê heye, faşîstên vê derê ne bi qasê ên anadoluya navîn dêqehp in. ev hinek kedî bûne.



12.11.2015 23:16 | obamayê qunreş

18. bajarê ne ku kurdên wê asîmîle nebune lê ji ber ku kurdên wê gelekî zêdetir e wisa divuye. weke din jî kurdên wê ji berêde weke koman li cem hev dijîn, lê niha yên ku hinekî pere qezenc dikin û dikarin biçin, diçin aliyê yenişehir û mezitliyê dîbe ku pêşerojêde li wir jî biguhere.



12.11.2015 23:18 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrsîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî