Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    mars - tirşik
    mars
    (1) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. hesareyek ku ixtimalek heye li vêr zindegî hebe.

    îro (28.09.2015) nasa'yê eşkere kir ku li ser rûyê marsê av heye.



    2015.09.28-18:33 | cinorek

    2. behram, gerstêrkekîye, navê meha sêyemîn, adar



    2015.09.28-22:05 | shorbevan

    3. heke av lê hebe wê çaxê oksîjen jî lê heye. yanî kesên biçin wê bikarîbin li wir bijîn jî. lê jiyanek çawa *



    2015.09.29-15:21 | berxweda

    4. (bnr: the martian)



    2015.09.29-16:49 | hola êzîda

    5. Cihek ji min re jî hebe ezê biçim...



    2015.09.29-20:56 | behdînan

    6. di helbesta omer faruq baran a bi navê "pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn" de wiha derbas dibe:



    eger ev feleka xayîn e me dixapîne

    çima em berê xwe nadin marsê?



    2015.09.30-11:18 ~11:21]| xendekî

    7. (bnr: behram)

    Di mîtolojîya romayê de Navê xwedayê şerê) ye.

    gerstêrkek e, wek dinyaya ku em li ser dijîn û şeş gerstêrkên din, ew jî li dor rojê vedigere. Piştî dinyayê, gerstêrka çaremîn e ku ji tavê dûr e. Du heb heyvên wê hene: phobos û deimos. Di nav sîstema rojê de gerstêrka ya herî dişibe dinyayê ye û ixtimala hebûna avê li wir zehv zêde ye ji ber ku keşifên nû wê yekê dide nîşan.
    Ji 1960an heta niha, dewletên wek dya, ewropa û rûsya û çîn ji bo agahî ji wê gerstêrkê hilbidin projeyên pir mezin pêk anîne û tînin. Heta niha robot û tiştên din hatine şandin lê hê jî ti mirov neçûye marsê. Lê nasa ji bo kolonîzekirina wê gerstêrkê dixwaze heta 2030an hinek mirovan bişîne li wir. Û Herwiha li gor teoriyek nasa'yê gelek xetereyên wek pençeşêra spîlkê û nexweşiyên ji radyasyonê çêdibin jî hene.

    Li ser wê gerstêrkê gelek fîlm û belgefîlm hatine kêşandin:

    Fîlm:
    the martian
    total recall
    the red planet
    mission to mars
    john carter
    doom
    mars attacks

    Belgefîlm:
    the mars underground
    mars, dead or alive
    living on mars
    the secret story of planet mars
    the real mars

    Rêze-belgefîlmekê national geographic bi navê mars jî heye.



    2018.10.04-22:30 ~22:32]| xelîl

    8. nasa'yê çend rojan berê haceta xwe yê bi navê insight daniye ser herda wê gerstêrkê. Ewê binzemîna marsê keşf bike.
    Ez werg difikirim ku Îxtimalek heye ku zindegî li binzemîna marsê hebe. Çimkî;
    - Gravitî li wê gerstêrkê ji ya dinyayê kemtir e. Ax ne weke li dinyayê pir giran e. Minak tu herdê bikolî û xwe texî bin erdê tu yê zêde giraniyê hîs nekî. 1kg a dinyayê li vêr weke 0.38 kg te hîs kirin.
    - Gava roj diçe şevê eyam pir digûhere li wêr. Lowma disa dibe ku binerdê balansa germahiyê çêke.



    2018.12.12-18:31 ~18:33]| cinorek

    9. Li ser wê gerstêrka rovereka nasayê heye digere; curiosity.
    Di heftê de carê dimevim malpera nasayê ta ku curiosity wêneyek nû ji me re şandiye ya na.
    Here lînkê



    2019.11.04-19:06 | cinorek

    10. Ji bo demên karantînayê ji tirşiknûsên me re pêşniyarek.

    google û nasayê bi hewre bi wêneyên rovera curiosity malperek nû çêkirine.
    Here lînkê

    Hûn dikarîn li ser zemînê marsê bi şeklê virtual reality bigerin û wê gerstêrkê baştir bizanibin.

    *** Herwiha

    dihat texmîn kirin ku sala 2020ê ji bo keşfa marsê saleka giring bibûya. Gellek welat û kompanyayan mina spacex plan dikir ku projeyên xwe ên nû bo keşfa marsê despê bikin.
    Înşalla ew na'let vîrûsa koronayê projeyên wan nade betal kirin.



    2020.04.11-07:41 ~08:09]| cinorek

    11. Gerstêrka mars'ê de divê kurd ji xwe re dewleta xwe ava bikin û bibin emerîkaya wir!



    2020.04.11-15:38 | brzn

    12. Mars hemû xeyalê betal e. Jîyan bi tenê rûyê erdê ye.



    2020.04.11-15:39 | dilreş

    13. Bawer im dê hemû dewlet biçin marsê lê kuçik ji bo me her ki vira bimînin. Seba ku em neçin marsê, ala xanî li banê gerdûnê cit nekin.



    2020.04.11-19:12 | hêvî

    14. (bnr: mars derew e)*



    2020.04.11-23:30 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    henekên beredayî [3]
    ha ji we re temaşivanên hêja
    ...
    kurdên femînîst [1]
    helbet rexne li femînîstan were kirin. mîna ku em kurd ji sibehê heta ...
    kurdên femînîst [1]
    jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derk...
    kermêş [1]
    Topa ûris li wan bikeve yek nemînin Mala mirov xira dikin, tu tama xe...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tîrmeha 2020an Bûyer 1405 – (vbnr: Amîral...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » marşa tîpan

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar zanistifeza
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî