Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
balada girtîgeha reading ê - tirşik
balada girtîgeha reading ê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneke jan axîn e ku wextê xwe de têra serê min tevlîhev kriibû. balada girtîgeha? reading? dawiyê de têgihiştim ku belada li wir "balad" e ku cûreyeke helbestan e û "reading" jî navê girtîgehekê ye û ji ber ku helbesta vê stranê aîdê oscar wilde e.

straneke zêde zêde xweş e û ji her alî ve pesnê heqe dike.



"Baş guh bidin van gotinên min

Her kes dikare bikuje hezkiriya xwe

Hinek dikujin bi awirekî

Hinek bi gotinên qeşmerî

Yên tirsonek bi maçekê

Yên leheng dikujin bi derbên şûran.

Hinek dikujin bi ciwanî

Hinek dikujin bi extiyarî

Hinek jî bi destên şehwî

Hinek jî bi destên zêrîn

Yê dilovan bi kêrê dikuje.

Ji ber ku zû sar dibe kuştiyên bi kêrê."



04.08.2013 11:53 | simurg56

2. helbesteke dirêj a oscar wilde ye ku di heman demê de navê pirtûkê ye jî. pirtûk ji wê helbestê pêk tê. oscar wilde, di sala 1895 an de dikeve girtîgeha readingê. 2 sal ceze lê hatiye birrîn. di sala 1896 an de kesekî bi navê charles ellen dikeve vê girtîgehê. charles ji ber kuştina jina xwe dikeve girtîgehê. charlesê ku di mehkemeyê de cezaya îdamê lê tê birrîn, 3 hefta bi wilde re di heman cihî de dimîne. li gor gotiyan wilde ilhama helbesta xwe ji vî camêrî distîne. wilde dibe şahidê îdama wî û ev yek tesîreke mezin lê dike. pişt re wilde radibe vê helbestê dinivîse, helbest di 2 salan de diqede û di sala 1898 an de tê çap kirin. lê di çapên ewwil de navê wilde ne li ser e. pirtûk gelekî tê ecibandin û di 2 salan de 7 caran tê çap kirin. dema em li nameyên wilde yên beriya çapkirina berhemê dinerin em dibînin ku wilde ji helbesta xwe bawer e û bi vî awayî behsa xweşikiya wê dike. tevî ku helbesteke gelek dirêj û hema bêje temamê wê xweş e jî du bendên pêşî yên ku jan axîn jî kiriye stran bêtir tê nas kirin û ji gelekan heye ku ev temam ê helbestê ye.



11.11.2018 01:06 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» balada girtîgeha reading ê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî