Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; anhedonia
peyamên çepikkirî

98737. (bnr: bêhestyarî)

Qedera min e. Wek magnetoyê nexweşên psikiatrîk bi xwe ve dikşînim. Pirraniya wan bi salan çûne psikiatrî lê encamek bi dest nexistine. Hindekan ji nû ve dest bi avjeniya zemanê kir. Lê hindek bextreş in. Ne derman ne jî şîret bandora wan dike.

Nêz 8 sal berê, diktorek gelek bedew hebû. Maweyekê em bi hev re axivîn. Wêdemê ez hê nû ji destgirtiya berê veqetya bûm, bi çavek din lê dinêriyam... Bavê wê walî bû, bi awayek nazdar mezin bûbû. Ez di nav dûdiliyek de bûm. Rind e (+), bavê wê walî ye (-), tirk e (-), pozbilind nine (+), bawermend e (+)hwd. Ez di nêv hesab û kitaban de bûm, rojek got di jiyana wê de kesek hebûye, ez hinek şeqizîm lê min xêr jê re xwest. Got -em hevalên hev in ne wisa? Min got – erê em hevalên hev in, jixwe min teklif neda te. (:

Anksiyete pê re hebû, pêşî ew bala min kişandibû. Lê bi demê re min dît ku hahooo hahooo mijar ne bes anksiyete ye. Wê ez wek hevalê xwe yê herî baş dihesiband. Telefonî min dikir, jiyana wê êdî ji min re wek rêzefîlm bû. Min mereq dikir ka ev hefte zerîn dê çi bîne serê xwe. [Navê rastekîn ne zerîn econfidentiality....] wek hemî jinan pirr dipeyivî. Hişê min dibir. Terapîstekî wê hebû lê terapîstek têr nedikir. Carkî min got - mêze wisa nabe ji bo her tiştî tu ji min pêşniyarek dixwazî, ez ti qenciyek di hevpeyvinan de nabînim. Azad be, jiyan xweş e, dev ji min ber de, ji xwe re hevalên nû vebîne... wê jî wek hergav go min rast gotiye û ew dê wisa bikira. Lê piştî dusê mehan dîsa telefonî min kir. Go -min bi ya te kir, ez çûm salona sporê min qeyda xwe çêkir. li wir keçik hebûn. Em bûn hevalên hev. Lê waye dibînim ew fehîşetî dikin... kenek bi min girt lê piştre dilê min pê şewitî.

Qala dayka xwe dikir. Bi hevdû nedikirin. Min ew şîret dikir. " -bi gotina dê û bavê xwe bike, kes nikare qandî wana ji te hez bike hwd" digot " -heçî têne serê min ji ber dayka min e. Di zaroktiya min de li ser min diqîriya.bla bla bla " Min digot "- tu neheqî li dê û bavê xwe dikî, piştî zewacê tu yê fêm bikî, ew qenciya keça xwe dixwazin. Ji xwe re bizewice. " rojek telefonî min kir go - ez dizewicim, mêrik 52 sali ye. Ez ê pê re bizewicim, dayka min dibêje pêre nezewice lê ez ê bizewicim..." Mi go "- ser xêrê be lê zilam hinek ji te mestir nine? Di navbera we da 20 sal hene. Dîsa tu zanî." Bi vî awayî wê destên xwe ji wî jî şûştin.

Zûde ye telefonî min nedikir. Îro telefon lê da min vekir zerîna pepûk bû: go "-ez ji nexweşxanê nû derketim. Min qeza kir, hestiyên destê min terikîn." Bêyi navber go - "mehek berê, min diya xwe winda kir" û dewam kir...
Ez di cîhê xwe de cemidîm. Di gotinên wê de gramek hest tine bûn. Girêk ket ser dilê min ji wir heta qirika min xwe hilkişand. Çawa yaw dayka te miriye bi ser de tu ji mirinê filitî lê gotin wek ji devê robotek derketibin, bêhest bûn. Qey dayka kesek din mirî bû, qey yê qeza kirî ne ew bû. Lîsanê hal di psikolojiyê de gelek giring e. Hest û raman çawa diherikin pirr giring e . Ez neşiyam bipeyvim. Mi go " çi bûye bi te, tu ne wisa bû, heçî dermanên ku tu bikartînî biterikîne eviya ne normal e". Keçik baqil e, fêm kir ez behsa çi dikim. Rewşa anhedonî wisa ye. Motivasyona jiyanê namîne. Ne êş ne coş ne jî tevger hene. Berê jî bêhestyarî pê re hebû lê ne di vê radeyê de.

Ji vê nexweşiyê pirr dibînim. Li gor dsma hov û dirinde eviya dysthymia ye. Li gor diktorên dij “statukoya zanyarî" eviya adrenal fatigue e, guhertin psikosomatik in ji ber wê dermanên antidepreasan, antipsikotik, anksiyolitik bêfêyde ne.

Tistê ku eşkere ye; Hejarî sedema yekem e, lê kesên ku ez dibînim pirraniya wan xwende ne û xwedî karên baş in. Perwerdehî û xwendin çawa psikolojiya mirovan têk dibe û wek hejarî stres li wan dike? Ji bo ku meriv bibêje ev nexweş in, şahidiya hezar psikiatristan pêwist e... gelo eviya tola xwezayê ye? Me zêdegavî kir, me xweza guherand anha encam rûdidin. Yan zêdebûna cûreyek afirandinê ye? Ne nexweşi ye, xwedê afirandina mirovên ziravbihistyar zêde dike, wek neynika civakî nîşanî me dide ku civak ji mirovahî derdikeve... têgeha “perwerdehî” divê ji nû ve were nirxandin. Dibistan û zanko divê ji nû ve werin dizaynkirin. Jiyan divê ji pêşbirkê derkeve (bnr: tekasûr).

Tevî ku nexweşiya wê û hisênî (yê min berê qala wî kirî ) heman nexweşi ye (bnr: hezeyan), Ez bawer nakim zerîn dê xwe bikuje. Bi rastî, xwekuştin ne adeta distimiyan e. Hewla wan ya xwerastkirinê diyar e, ji ber ku hişê întellektuel sax e. Lê heke bêhewl û hêvî bimînin (bila ateîst hêrs nebin, rastî eviya ye, distimikên ku xwe dikujin pirranî ateîst in) dikarin xwe bikujin. Naşibe bîpolar û psikozê. Bipolar/psikoz; ateist, bawermend nas nake. Di dema depresyona wan de xwekujî zêde ye.





Eviya mînakek baş e:
-Pirr difikire, pirr mihkeme dike (reasoning). Hest servegirtî ne. Axaftina wî ji destpêkê de heta dawî tije gumankarî ye.
-Pêşî dibêje “ ji demek pirr dirêj de ye ez bêkeyf im’’ dûre dibêje “van mehên dawî kêfxweş ninim”. Eviya wek depresyona “acute on chronic” tê zanîn. (Depresyona tund û tûj li ser depresyona kund û kor). Anku her dû şîroveyên wî jî rast in.

-Dibêje “heke min xwe nekuşta me dikarî biçûna şahiyan, tiştên xweş bikirana”. Di rastiyê de di şahiyan de wek yên din kêfxweş nebûye…
-ji ber depresyona kronik, nikariye karê xwe bimeşîne…
-dibêje hevaleka wî bihemle bûye loma heta ku wê zarok anî ew li benda xwekuştinê maye… Ez bawer nakim ewqas hest pê re ma bin. Qey exlaq(perwerdehî) zorê daye wî û li bendê ma ye. Anku ne ji ber hestyarî, lê ji ber rastbûna tevgerê li bendê maye…

Neyse bila mijar dirêj nebe. Nexwesiyên borderline p d, hin cureyên bipolarê, sîklotîmî têkildarî dîstimiyê ne. Bi rastî ne nexweşiyek e wek kompleksa stres û hejarî pêwist e bên pejirandin.

Alîkarî û selat ji bo van tistan e.
Mearic 23-24-25.
-Selatkar, ewên selata wan domdar e.
-û selatkar, di milkênn wan de heqê hejaran heye; ji bo hejarên xizan û jibo hejarên ku fedî dikin bixwazin.



26.06.2013 22:46 | simurg56