Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
zemqa japonan - tirşik
zemqa japonan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Here lînkê



zemqek gelek biquwet e. ji siyanoakrîlat tê çêkirin. li her welatî navê wê cûda ye. (zemqa super, zemqa dîn û har, zemqa demildest û hwd.) li tirkiyê bi navê zemqa japonan hatiye nasîn û me kurdan jî bi vî navî nas kiriye. loma min mijarê bi vî navî vekir.

sê taybetiyên wê yên girîng hene:

1- gelek bi quwet e.

2- bi hemû tiştan ve dizeliqe

3- gelek zû hişk dibe (di nava 2-50 saniyeyan de)



ev zemq cara ewil ji aliyê Harry Wesley Coover Jr. ve ji bo lêkolînên li ser malzemeyên leşkerî hatiye dîtin. lê nehatiye bikaranîn. paşê di sala 1951an de, ji aliyê lêkolînerên marqaya kodakê ve ji nû ve hatiye îcatkirin û vê carê hatiye hilberandin û bi navê eastman 910 hatiye firotin. paşê kodakê ew firotiye şîrketa Loctite. wan jî bi navê Loctite Quick Set 404 firotin.



di mekanên girtî de bikaranîna wê dibe ku bi talûke be. ji ber ku dûmana wê jî heman naverokê dihewîne û di mukozaya poz, dev û çavê mirov de hişk dibe û dikare bibe sedama şewatê, allerjiyê, geşbûna astimê û nexweşiyên din. %5ê mirovan ji ber dûmana wê dikevin rewşek mîna grîpê.



ev zemq bi fîberên xwezayî re (qûmaşên hirî û pembû) dikeve reaksiyonek ekzotermîk. yanî reaksiyonek ku germahî dide derve. (îro rijiya ser pêcemeya min û di wê nuqteyê de min germahiyek xweşik hîs kir)



ji bo ku di qutiya xwe de hişk nebe, qutiyên wan jisîlîkon dîoksîdê tê çêkirin. di van qutiyan de, di sarincê de heta salekê dikarin werin parastin. lê dema ji sarincê hat derxistin, berî bikaranînê divê li bendê bê man ku heta dereceya germiya odeyê, germ bibe. û wê demê divê di nava 30 rojan de were bikaranîn.



di gelek qadan de tê bikaranîn. çend mînakên ecêb:

- ji rûyên hûlû yên mîna cam û plastîk, girtina şopa tiliyan

- di şerê vîetnamê de ji bo zûzûka kêmkirina xwînîbûna birînên leşkeran hatiye bikaranîn. fdayê heta sala 1998an jî bikaranîna wê ya di tibê de qedexe kiribû lê niha ji bo hinek dermanên ku vê madeyê dihewînîn re destûr daye.

- hinek sportmenên ku hildikişin çiyayan, ji bo dermankirina birînên li serê tiliyên xwe, vê zemqê bi kar tînin.





ji ber ku ev zemq gelek zû zûwa dibe, gelek caran dimîne destê mirov ve jî. îro rijiya ser 3 tiliyên min û tiliyên min komple man di nav zemqê de. hema bêje min êdî tiştek hîs nedikir. di nava 2-3 çirkeyan de hişk bû û min nekarî tiştek bikim. ger mirov wisa bimîne li benda derketina wê, di nava 4 rojan de çermê mirov wê jixwe vedike lê çar roj dirêj in. ji bo bilezkirina derketina wê, mirov dikare kremên nebatî bi kar bîne.

her wiha ji bo derxistina wê solventên mîna aseton, nîtrometan, dîmetîl sulfoksîd û metîle klorîd jî dikarin werin bikaranîn. min ji bo derxistin asetonê bi kar anî û bi rastî jî %95ê vê zemqê jê çû. aseton, ji bo jêbirina ojeyên neynokan ya jinan tê bikaranîn. loma di piyasayê de gelek bi hêsanî û erzanî dikare were dîtin.



11.10.2015 22:56 ~22:58 | simurg56

2. dema di îlkokulê de me navê wê bihîst min got qey tenê yên japon dikarin bikarbînin. Gerçî keritî a min e lê çi bikim...



12.10.2015 01:33 | bêhna_piştî_baranê

3. (bnr: zemqa kurdan)



12.10.2015 15:50 | hûteheftserî

4. rastnivîsa rast zemqa japonî ye ..wateya zemqa japonan cuda ye...



12.10.2015 22:25 | havka

5. zemqa li hemû deran xurt nasekine ye. heke we xwest du perçeyên bi hev nazelike bi hev bizeliqînin hinek arî dînin wir û vê zemqê berdin wir.



agahdarî: li xwe miqate bin bila du tiliyên we bi hev nezeliqe *



15.10.2015 16:06 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» zemqa japonan

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî