Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
richard dawkins - tirşik
richard dawkins
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. etologê îngîlîz e ku weke bavê neo-darwînîzmê tê nasîn. lehengê ateîstên modern e.

pirtûkeka wî ya bi navê the blind watchmaker bi navê kör saatçi lî tîrkî hatiye wergerandin. min vê pirtûkê xwend lê şûna ku bibim ateîst ji teoriya werarê bêhtir dûr ketim.

ji ber ku mînakên wisa dide ku derbarê fonksyion û fizyolojiya mirov û heywanan de, mirov ji ihtîmala werarê yekcar dûr dikeve.



04.08.2013 19:02 | simurg56

2. îro bi tweet'ên xwe misilmanan aciz kiriye.

gotiye ku hejmara xelatên nobelê yên ku tevahiya misilmanan standiye, ji hejmara ku tenê ji aliyê koleja Trinity ve hatine standin, kêmtir e.

ma derew e? na. lê mesele, tevahiya dinyayê jî bi qasê tirkan xeleta "Yunus Nadi" nestandine.*

sedema wê ew e ku tirk vê pêşbaziyê de xelatê tabî didin hevdû. kesên ku nobelê belav dikin jî, wisa dikin.

lê ma rastiyê de misilmanan van sedsalên dawîn de gelek tişt li mirivahiyê zêde kirine? nexêr, mixabin zêde feyda misilmanan negihaye li dinyayê.

ji aliyê din ve wî bixwe jî îtîraf kiriye ku serdema navîn de misilmanan karên pir baş derxistine holê.

yanê, dawkins rast dibêje lê beredayî dibêje. ev tespît tu tiştî îspat nake û tu tiştî safî nake. ji xeynî bûna sedema gengeşiyê...



09.08.2013 01:16 | simurg56

3. aciz kiriye aciz kiriye, qenc û xweş kiriye. ^

tiştên rastî gelek caran hişk û tûj in. mirov bi wan dieşe. camêr di tweetê xwe de gotiye ez nobelê wek pîvanekê najimerim. çima vê yekê nabînin.



09.08.2013 01:22 | reşkêşevê

4. dawkins yek ji neo darwînîstane, dixwaze her tiştî bi "gen" rave bike. belê zanyarek mezine lê belê ez vî nêrîna wî kêm, seqet dibînim (qismek zanyarên teorîya evolutoinê jî), kak dawkîns, herçîqa ew mefhumê "extended phenotype" yanê "fenotîpa biguncanî" derxistîye jî, ligel teorîya "niche"e. (Hîm em bêjin), teorîya hîmê dibêje, her ajal, derbareyê xwe, ekolojîya xwe jî digorîne û bi gorandina ekolojîya wê şertên seleksîyonê jî digore. bivî, heywan "evolusyonê xwe qontrol dikin", ya'ni qontrola seleksîyonê ne tenê li ser genêye, li ser hişê ajalê bixwe ye jî.



mînakê herî rehet tê fêm kirin kurmikin, ew ku, çawa dapîrên balînaya ji erdê derbasê behrê bune, ji behrê derbasê erdê bune, lê belê, navbera xwarzîyê wanê li behrê û van kurmikan zêde firq tune, gurçikê wan dîsa eynî qas mîz çê dike,lê belê ew mîz, dibe "mukus" û erdê, xakê nerm dike. xak çiqa nerm bibe, ew qas zêde hişînayî tê de şîn dibin, çiqas zêde şînayî hebe, kurmik ewqa zêdetir dibin û muhtevîyata xwelîyê pêda pêda ber bi başî diçe.



ew xakê ku kurmikan bi milyon salan lê bune, xakê bi bereketin. ew xak (bin xak) nichê wan e.



tiştekî wîha piçuçik çawa erdê digorîne û bereketê dide, hikmetî îlahî, newisa mubarek? asdghasdh



13.12.2013 18:47 | xurufi

5. bavê memê.



03.10.2018 15:44 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» richard branson

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi niviskar oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî