Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 10 peyam
    der verdingbub - tirşik

    drama zarokên sêwî ên ku di navbera salên 1860 û 1960an de, ji aliyên dewletê ve ji cotkaran re tên dayîn. li swîsreyê heta 1970an, zarokên sêwî ji bo di karên cotkariyê bê bikaranîn didin cotkaran û ...
    (2 şîrove)
    der verdingbub
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. filma markus imboden a 2011 an de hatî kişandin. film zêde nayê zanîn. di imdbê de tenê 797 kesan rey dayê filmê(puana di imdbê de 7.4 e), di ekşiyê de jî tenê 3 entry hatiye nivîsandin di derbarê de.



    di navbera salên 1860 -1960 an de, li swîsre'yê, dewlet zarokên sêwî dide cotkaran ji bo di karên xwe yên cotkariyê de bikarbînin. hinek kes jî berbirsyar in ku rewşa wan zarokan kontrol bikin. weke serokê şaredariyê û rahîb. lê wan jî gelek caran ji ber berjewendiyên xwe çavê xwe li bêmafî û zilma li ser wan zarokan girtine. film di derbarê drama van zarokan de ye. min bi rastî gelek eciband.



    ji herkesî re pêşniyar dikim vê filmê. di vê navberê de dayîna sêwiyan a ji cotkaran re heta sala 1970ê berdewam kiriye ê dû re bi zagonekî hatiye qedexe kirin.

    puana min jê re : 84




    dilê min ew qas ma berteliyê ve, ez kelogirî bûm. dema zarok ne a mirov be insan dikarin çi qas hov bibin. li ser rûyê erdê drama herî mezin, drama zarokên bê dê û bav e. herî zêde dilê min dimîne wan

    dema ew Jakobê bêşeref çû destdirêjî li Berteliyê kir min ew qas xwest ku max here û wî bêşerefî bikuje. min nedixwest film bi vî awayî xelas bibe. lê ji ber ku xwestine rastiyê bidin ber çavê me, weke ku di rastiyê de biencam dibe, xelas kirine filmê






    2015.10.22-13:22 | brusk56

    2. filma ku di vê malperê de bi binnivîsa tirkî û bi qaliteya 720p dikare were temaşe kirin ; http://www.filmcuk.com/der-verdingbub-2011-altyazili.html



    (bnr: filmcuk.com)



    2015.10.22-13:28 | brusk56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şanoya wanê ya dewletê [1]
    Şanoya wanê ya dewletê ye. ev çendîn car e ku ez diçimê lê heta niha, ...
    soundtrackên bijarte [2]
    (bnr: donnie darko)
    Gary Jules- mad world
    http://www.you...
    artigercek.com û arti tv [1]
    Kenaleke hişmendiya rêveberên wê çepgirî ye. Herçî hefteyekî li ser he...
    ferhenga koreyî - kurmancî [1]
    Ferhenga ku min çend salan berê başlê kiribû. Lê tenê 40-50 peyv zêde ...
    elîriza spahî layîn [1]
    berî çend rojan bi rêya e-mailê edîtorê elîriza, Şîrkûh Pehlewanî jiya...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » derza dîlatasyonê

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinema
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî