Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
ketina cilan - tirşik
ketina cilan
(16) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjek e kurdî ye ji bo rewşa bênimêjbûnê tê gotin anku ji bo wê rewşa ku jin mehê carekê dikevê û xwîn jê tê.

(bnr: pêkenîna şeytanî)

(bnr: şeytan bi te keniya)

(bnr: şeytanî tê henekê xwe bi te kir)



26.10.2015 16:06 | dijber

2. (bnr: ketina kincan)

destpêka nexweşîna an edetê ku keçik ji mehê carekî dikebinê an rewşa ku têdene.



26.10.2015 16:59 | shorbevan

4. Mens ango regl e.

Êşa wê ji hin jinan re dijwar e lê hin jin pê nahesin jî. Lê mirov biêşe jî neêşe jî laşê mirov giran dibe û mirov ji wê rewşê aciz dibe. Bi taybetî jî di rojên mirov dixebite de quzulqurt e! Mehê rojekê ji jiyanê qut dibim, çima ji kar qut nebim? Divê rojên jin dikevin cilan betlane be. Teqez!

Ez bixwe her meh teqez rojekê naçim kar, nikarim. Îcar ku mirov neçe kar jî mirov wisa hîs dike ku divê mirov bêhtir biêşe, wicdan jî ne rehet e. Ku hinekî sax dibim wicdanê min aciz dibe. Dibêjim gelo belasebeb li malê mam? An jî roja din ku diçim kar sipîsax im û baş im, her kes dibêje çi bela te bû? Bes e êdî, em diêşin, bêhna me ji rihê me teng e û divê teqez em li malê bêhna xwe vedin!



01.07.2020 13:40 | berijahr

5. Em dibêjin "ketina nav cilikan"

Hema bibêje li hemû sîsteman bandor diket. Di nav xwînê da hin tişt kêm dibin, wek Fe. Destnimêjkirin hin wextan hêsantir, hin wextan zehmettir dibe. Hin caran germahîya laşê te gelektir dibît, hin caran kêmtir. Mirov di gelek aliyan da hessastir dibît.
Erê rast e, hinekî ezîyetê didete mirov belê mirov çendî gelekî bala xwe nedetê û guh nedete civakê hin baştir e. Wekî: di van rojan da divêt mirov serê xwe neşot, ava germ nedanît li ser laşê xwe. Ev hemû derew in. Bi aveke germ serê xwe bişon, ava germ dordore danên ser pişt, zik û piyên xwe. Tiştên germ vexwin. Hûn ê bibînin ka êş çendî kêm dibît.
Ez bi xwe wek jinekê di wan rojan da xwe nakem girî û xwe ji tiştên her roj dikem paş da nahêlim. Paşî dibînim ser seran hatîye û çûye.



01.07.2020 16:02 | buffaloskinners

6. li gor dibêjin heke mêr vê êşê bigre nikane tev bilive.
hema xwedê me'nçîyê jina be .
erê min go jin lê ji bilî jinan jî kesên dikevin vê rewşê henin.

bi soz heke ez bûm serok mehê rojekê vekişîna ji kar ez ê bi jina dim erê lê ez çendî modern im.

edît:
yekî unmodern reşşik daye jinan ,
berxê mi ev qanûmê jiyanê nin
tu li dij çi yî ,tu li pê çi yî ?
gava mijar kîr û quz e devê te digê guhê te yaya şemaquz !

edît2
merwano hepkî li biyolojîyê bixebit lo..



01.07.2020 20:15 ~2020.07.02 13:27 | shwinsherm

7. Dibêjin Jibûna sanciyên wî çiqoleta û kewandin başe çiqas rast çiqas vir.



01.07.2020 22:09 | shorbevan

8. bûyera ku armanca wê qet fêhm nakim.
Bi rastî bi kêrî çi tê, Hebûn û tunebûna wê çi dide jina, nayê fêhmkirin.
Yekê din jî mûyên laşa ne. Ji bo Xwedê ev çi ne yaww, em heywanin qey, me ji sermayê diparêze an? *



02.07.2020 12:19 ~2021.05.21 13:27 | merwano

9. her keçik bi çend milyon milyar hêka tê dinê. ev milyon milyar hêk her meh update dibin. û hêkên ku dol negirtine tehliye dikin.

hinek jin vê bûyerê fişal dikin. her zilmî li me dikin. vê bûyerê dikin hincet. ê law tenê tu bi cila dikevî qey? cilê min jî hene. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



02.07.2020 22:26 | xwelî li ser

10. wek ketina kirasan jî tê bilêvkirin.
zehmet e. û di van rojan da divê mêr jî haj hevjîna xwe hebin. Gereka van roja da mêr cîhê jinê germkin, nekevine rikê wan û zehv tişta bin va hildin *



03.07.2020 02:01 | bûtîmar

12. bênimêjiya ku regl li jinan dike, bi vê diayê tê rakirin: ez dikim cilê meryem û îsa ji ser xwe bibim. û destmêj tê girtin. bi xwedê û xwedê, him di dema ku min bihîstibû û hem jî aniha, fêmbariya min nagihîje mane û armanca vê diayê. nikarim eleqe di navbera regl û cilê dayika meryem û îsa pêxember de bibînim. tenê dayika meryem baya, min ê bigota temam, ew jî jin e... lê ya îsa pêxember? pirsgirêkeke pir mezin e li ba min. yên ku fêm dikin an jî dizanin, bi rastî ez ê kêfxweş bim bixwînim ka tê çi maneyê.



21.05.2021 12:36 ~12:37 | biruya hayao miyazaki

13. ketina wê derdek e, neketina wê derdek mezintir e. Dema li ser wextê we dikeve: Nava we diwerime, bêhna we teng dibe, rehnên we we diêşe jixwe dema ko hûn dikevênê jî ji qolincên dijwar hûn nikarin rabin li ser xwe. Wek ko yek lepê xwe avêtîye nava we û têde çi hebi xeritandîye heta ku sotek ewqas xerab li pey xwe dihêle.
Lê min ji deverkê xwendibû û ji ber ko min jî ceribandye dikarim ji hevalên pîrek re bêjim ,dema hûn ketinê dimsê germ vexwin û bi taybetî nigên xwe û newqa xwe binixûmînin çi havîn be çi zivistan be. Wekî din ji bo ku cilketina we bikevi rêzê û êşa we sivik bibe; divê hûn li ber xwarinê brokolîyên kelandî bixwin.( min fêda wê dîtîye.) heta 21 rojan an jî mehek sereqet a min bikin hûnê ji min re dûe bikin.



30.06.2021 12:53 | pîroz

14. @ketina cilan/125837 (bnr: jin jiyan azadî)



02.01.2023 22:47 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ketina cilan

Kategoriyên mijarê:: cand zanistitenduristi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî