1. medyayeke nû ye. li başûrê kurdistanê tê avakirin. mîna ku ji navê wê jî kifş dibe, bi hevkariya france 24 tê avakirin. rêveberê giştî yê medyayê nûredîn weysî ye. wê weşaneka hd bike. |
|
2015.04.01-20:32 |
xwînhingivîn
![]() |
2. malpera xwediyê "ko"ya qizûlqurt e. |
|
2015.04.02-11:42 |
cekdar
![]() |
3. qenalek nû yê kurdan ku wê sibe saet 20.00 an de dest bi weşana xwe bike. ![]() |
|
2015.10.30-23:43 ~23:43]|
brusk56
![]() |
4. mîna rûdawê be, wê pir xweş be. (ne ji ber siyasetê ji ber bikaranîna wan a kurmancî bi ser de lehçeyên din) lê kurdmax pepûle tv çû û çû hîn şîna wê digrim. |
|
2015.10.30-23:53 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
5. Kanala ku malpera wê ya internetê venabe yan jî tune. |
|
2015.10.31-17:14 |
dijber
![]() |
6. Qenala ku min li ser tvya xwe derxist. Aniha jimêrekek danîne li ser ekranê û paşve dêjmîre. 2 saat ma ji despêka weşana zindî |
|
2015.10.31-18:01 |
brusk56
![]() |
7. Qenala ku dest bi weşana xwe ya zindî kir. |
|
2015.10.31-20:14 |
brusk56
![]() |
8. qenala ku min jî niha derxist. min ji satalayta turksatê derxist. lê dîqat; navê wê li cem min weke "k24 sd" ye. yanî di lîsteya qenalan de weke "kurdistan 24" fîlan negerin. |
|
2015.10.31-20:17 ~20:20]|
simurg56
![]() |
9. kanala ku malpera wê ya weşana wê ya zindÎ naxebite. |
|
2015.10.31-20:35 |
dijber
![]() |
10. berî saetekî min jî eyar kir û him k24 sd him jî k24 hd derket û anuha li cem min her du jî dixebitin. ji xwe çend kanalên nûçeyan henini wekî tê zanîn. mîna kurd 1ê giraniya xwe bidana fîlmên dublajkirî, dokumanterî, rêzefîlm, xêzefîm û bernameyên çandi, wê puanekî xweş ji min bistînin. . de ser xêrê be. |
|
2015.10.31-21:00 ~21:02]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
11. (bnr: kanalên nûçeyan yên kurdî) |
|
2015.10.31-21:04 |
dijber
![]() |
12. li enqereyê jî xwediyê studyoyê ne. aniha weşana xwe ji vê studyoyê dikin. mijar hilbijartin e. |
|
2015.10.31-23:57 |
simurg56
![]() |
13. Tvya gava din osman öcalan lê li ser rewşa tirkiyê û hilbijartinan axaftin dikira. |
|
2015.11.01-13:03 ~13:37]|
azadixwaz
![]() |
14. ser xêrê be |
|
2015.11.01-14:24 ~14:26]|
gûndîyav
![]() |
15. ji bo amedê bi rêk û PÊK NAVÊ diyarbekir bikartînin. |
|
2015.11.03-23:22 ~23:23]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
16. televizyona ku navenda wê li hewlêrêye. mirov bi çavekî objektîv lê binere, televizyoneke pir pir biqelîte û saxlem dixuye. hem bi qelîteya xwe ya hd, hem bi xebatkarên xwe yên ku bi kurdiyeke dirist û fesîh dipeyivin, hem bi grafîkên xwe û hem jî bi kj ya xwe balê dikşîne ser xwe. ji aneha va textê rûdawê ruxand û ji aliyê teknîkî ve bû kenala yekemîn. fikr û nêrîna wê bi giştî jî wê bi demê re belû bibe. |
|
2015.11.06-02:08 ~02:08]|
diclefirat
![]() |
17. baş xuya dike |
|
2015.11.06-02:38 |
xulamê mîr
![]() |
18. nûçegihana wê ya enqerê encamên 7ê hezîran û 1ê mijdarê dida. Hevokên ku wî saz dikir, mîna zûgotinokan bû, ji xwe ez hêrs bûbûm, min go ne hewcî ye tu jî serê min ne û min tv girt. ew çi peyvîneke ne xweş bû. erê ji bakûr bû mêrik. * |
|
2015.11.06-10:34 ~10:35]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
19. Tvya min hîn wê temaşe nekiriye. Bi vegera welat re min dît sêla kurmancî xera bûye. Niha çavên xwe li tvyekê digerînim ku bibim ser xanî û sêlê eyar bikim. Heke nebînim ez ê mecbûr ba hostekî kim * |
|
2015.11.06-23:25 |
berxweda
![]() |
20. qenala ku frekansa wî 11821 e symbol rate'a wî jî 17000 e û horîzontal e * |
|
2015.11.06-23:31 |
brusk56
![]() |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |
![]() |
tirşik translate [2] |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [3] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |