Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cemidî û sar - tirşik
cemidî û sar
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: danaberhev)



Mînak:

Ji bo cemidiyê: ava cemidî, hesinê cemidî

Ji bo sarê: hewaya sar



Ez ji van mînakan vê encamê derdixim; ji bo hêmayên ku bi çavî tên dîtin an jî bi dest dikarin bên hilgirtin cemidî; ji bo hêmayên din jî sar tê bikaranîn.



Heke ku min tiştinên şaş gotibin, kerem bikin, şaşiyên min sererast bikin*



06.11.2015 00:36 | mergehez

2.

-ez cemidî me.

-min sar e.

*xêra xwe van herdu hevokan jî deynin ber hev, min nekarî ji nav derkevim



06.11.2015 00:41 | kevçiyê dil

3. 2 peyvên ku li gor rewşê şûna hev jî dikarin werin bikaranîn.

meselam em gelek caran dibêjin "hewayê cemidî" ;

"tu yê di vê hewayê cemidî de biçî ku kuro rûnê mala xwe" (ev diya min bû) *







06.11.2015 00:44 | brusk56

4. (bnr: cemidîn), (bnr: cemedîn)

Mînak:

ez cemidîm.

Hewa cemidî. (Hewa bû weke cemedê)(bûz)



Sar -> serma

Mînak:

min serma girt.

Hewaya sar. (Zayenda peyva hewayê mê ye û hewaya cemidî tune ye lê hewaya sar heye)

Hewa sar bû. (Yanî hewa sar bû*)



06.11.2015 00:49 | mergehez

5. Cemidî û sar gelek caran dikarin şûna hev bigrin.

Lê firqiya wateya wan çi ye? Ez bawerin "cemidî" ji "sar" sartire. Herwiha hestê min ji min re dibêje ku "cemidî" ji erebî tê (belkî bi erebî "cemed" tê gotin) lê ez erebî nizanim. "Sar" jî hind-ewropî ye bawerim



06.11.2015 02:38 | hola êzîda

6. - "min sar e". Li vir di dema niha de ergatî li ser "sar" tê bikaranîn. "Ez sar im" jî heye, wateya wê cuda ye (mirovek dilsar).

Wisa xuyaye ku bermahiyek ergativ e ku di prosêsa îranîzekirina zimanên proto-kurmancî de asîmîle nebû, lê tenê wek awarte, ne wek qanûna rêziman (bo nimûne ergatîn ji bo lêkerên transîtîv di demo borî de tê bikaranîn)



06.11.2015 02:47 | hola êzîda

7. cemidî ji cemedê tê sar jî ji sirê/sermayê tê peyvên wekî ku hola êzîda cara yekem tiştekî rast gotiye.. herdû peyv carna hem watene mînak;

ava sar

ava cemidî

herdû jî wateya ne germbûnê didin.



06.11.2015 16:33 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemidî
» sarmaşık

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî