Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
cihêzên keçikan - tirşik
cihêzên keçikan
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. cihêzên berê; gore, lûfik, qilifê lembayan, qilifê meqesa yên bi tayê rîs çêbûne kumaşê çiftexas, çîtik sindoq... û tiştên wisa bêkêr. cihêzên niha jî eşyayên spî cîh û livîn û filan û bêvan.



06.11.2015 15:43 | shorbevan

2. bi ya min salên xwendinê, kitêb û kovar divê ji cihêz werine hesêb..



07.11.2015 00:17 | diclefirat

3. Ku dibêjin cihêz; tayê dantêla û patîka tê bîra min. Ez navbera 6 qîza da mezin bum 5 hev ablayê min hene. Wana sibe û êvar dantêl mantêl çê dikirin. Ez dikarim bêjim ku zaroktîya min ören bayan kirînê re derbas bu...

Me dikanan da tayê dantêla nedihîşt.

Welhasıl tişteki bê fayde bu... Ew dantêl hemuşk heta du sal ewil jî disekinîn paşê jî qismeke wan avîtin qismek jî firotin.



26.03.2016 03:50 | bûtîmar

4. Karê bûye sebebê ku gellek keçik hema bêje çavê xwe kor bikin û stûyê xwe bişkînin. Tê bîra min xwihên min ji sibê heya êvara bi wan ve mijûl bûn. Diya min dema wextê wê hebû gore dirîsîn.

Piştî keç dizewicin ez bawerim ew dantel û yazmeyên ku çêdikirin kêm bikartînin. qet nebê naha yazmeyan bikartînin lê ez bawer nakim ji bilî gunda kesek hebê ku hêjî nexşa deynê ser dolab, televizyon, qenepe û sehpeyên xwe.. Heyfa keda wî zemani...



26.03.2016 20:09 ~20:10 | nan û av

5. mixabin keçikê me yê ciwan, aqil û hişe xwe tiştekî waha nehewce re diwestînin..

haa ez nabêjim hemû nehewce ye. hema lê gellekê wan kara nehewce ye..

yek jî dibê ew qîza ku cihêze xwe amade nekiribe (sîh heb lûfik, bist hev dantêlê fîskosê, çıl cot patîk, oy oy fadîk.. nizam çik nizam çik) dibê ew qiza, cêhatî nîn e, nikare mêrê xwe û mala xwe rêbibe...

û zehv fikrên mîstîk..

yaww çi hewceye ewqas barê giranê badulhawayî didine ser pişta ciwanên me yê qijik!

bihêlin bila kêfa ciwantîya xwe derxin; bila hinekî bigerin, bibînin, him bin.. serwaxt bin serwaxt!

hişê wana yê heçî mayî jî tînin dixine hindirê mîl ê.. patîk ê.. fadîkê

hêrsa min hat yaw

ez idî hez nakim behs bikim..

xelas nabe..

lê şikir weka berê nîn e. ıdî ber baş bûnê va diçe ev rewşa.



01.05.2016 22:10 ~22:15 | bûtîmar

6. cihêzên ku hewqas xwe pê kul û kor dikin kêrî ti quzillqurtî nayên.. niha bûye xaniyek û hinek polikên beredayî.. bi a min jî divê xwe pê gêjo mêjoyî nekin berî hertiştî xaniyek we hebe û cîhê hûn li tevî hev razên hebe bese jixwe bi zikekî têr bi dehê birçî îdare dibe yanî çi lazim be jixwe ewê bistînin.. heyfa meriv lêtê li cîhê bereday çêdikin/ distînin xwe pê diêşînin û datînin goşekî ku edî riya xwedê jî pê nakebe.



cihêzên ku dinav yê diyaminde qilifê mekes û lembeyan jî hene.. hew maye bi ta û şîşikan prezervatîfa jî çêbikin



02.05.2016 11:10 | shorbevan

7.

cihêzên ku min ji bû we ji nav arşîvan derxist *

Here lînkê



02.05.2016 12:09 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» cihêzên keçikan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî