Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 19 peyam
    paşîva bê çay - tirşik
    paşîva bê çay
    (2) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. felaketek e. çiqas nehatibe serê min jî ji nişka ve hate bîra min û çavê min tirsand. bila xwedê teala neyne serê tu kesê, bila ev jî diaya vê paşîvê be. bêjine amîn xêrxwazno!



    06.08.2013 01:33 | azadixwaz

    2. wek fitara bêparpar e *



    06.08.2013 01:41 | brusk56

    3. ger li malê ava fêkiya hebê ti carî jî pirsgirêk dernakevê. Min bixwe ceriband û ez zanim. Li gor min ji çayê xweştir e..



    07.08.2013 01:43 | nan û av

    4. Ji bo kurdekî jiyîna fîlmê tirsê ye.

    - te go çay tune!? Hewarê!



    Lê çi be jî kurdê ku li xeribiyê bi salan dimînin hînê jiyîna bêçaybûnê jî dibin.



    19.10.2013 01:06 | ceso

    5. tu tişt dewsa çay danagre



    19.10.2013 13:29 | serhednişîn

    6. mijara ku pirsa "gelo ramazan hatîye ferhengê" bi min daye pirs kirin.



    19.10.2013 13:58 | saladin

    7. gava ku ez paşîvan (mêze kin, li ba me paşîv ne xwarina sihoran e, şîva piştî şîvê ye, zivistanê derdora 10an) çayê vedixwim xew dinizile çavê min, agir berdide canê min û bîngol şewitî, ji ber vî qasî çavê min ji hev diçe.



    19.10.2013 14:21 | înano lo

    8. li mala me rojê sê caran çay tê çêkirin: wekî her mala kurda di taştê de, ê duyemîn piştî navrojê, ê dawî jî piştî paşîvê. dema çay nehat çêkirin ku ev ne tiştekî normal e, ferdên malbatê me bi hêrs û bi qehr dihere û tê. kesekî nikare ji yekî pirsêkî bipirse. nîqaş û munaqeşe heta tu bê bese dewam dike... erê ÇAY JI BO ME WEKÎ AVÊ YE. ÇAWA BENZÎN JI BO ŞIXOLANDINA EREBEYAN LAZIM E ÇAY JÎ JI BO ME TÊ EV WATE YA. HENEK Û PEYVÎN DI SAYA ÇAYÊ YE. *



    19.10.2013 22:39 | biruya hayao miyazaki

    9. em ji vexwarina çayê heznakin lê gava herkes vexe mirov mejbûr dimîne vexwe

    çay stara meye gava mêvanek bê tunebûna hertiştî bincil dike



    19.10.2013 22:51 | jara eş

    10. paşîva ku piştî 2-3 meh ji ser remezanê derbas bû bûye rojev . balkêş



    19.10.2013 22:55 | brusk56

    11. wekî şîva bê cixare



    04.04.2014 17:22 | bijîmillah

    12. Ji fitara bê av ne xerabtir e.



    01.02.2016 02:15 | nejwan

    13. xêra rojîya wî tune an rojîya wî qebûl nabe



    01.02.2016 22:20 | shorbevan

    14. wek tirşika bê bacane



    05.05.2021 19:47 | merwano

    dengdanên dawîn (yên din..)
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    îroj, 21ê adarê 2023ya, saet 20.10... Min komputera xwe îro da bavê x...
    tirşik mobîl [1]
    Ez bawer nakim ku pir hewce ye lê wê baş be ku tiştekî wisa biqewime....
    newroz [1]
    newroza me pîroz be . ji bîr nekin kampanya newrozê ya pirtûkfiroş û ...
    newroz [1]
    îro newroza nisêbînê bû. pir xweş bû lê ya herî xweş a li baja...
    turkcealtyazi.org [1]
    wergerekî wê bi navê "pexwas" heye ko 6373 jêrnivîsên turkî ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » paşîva bê çay
    » berfedims
    » cayî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî