Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
gava mirov dikeve nav nivînan û lingê we qet germ nabe - tirşik
gava mirov dikeve nav nivînan û lingê we qet germ nabe

Navê mijarê ya ewil ev bû:gava mirov dikeve nav nivînan û lingê wî qet germ nabe
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mirov dibehecîne.



07.11.2015 03:14 | metowski

2. cara ewil bi goreyan bikevin nava nivînan (ez zanim hûn giş genî ne heta ji goreyê bêhn neyê hûn naguherînin lewma bila goreyên we yên malê ji yên derveyê cuda be, paqij be) bi qasî nîv saetekê bi goreyê dirêj bikevin dûre goreyê derxin oxxx germahiya lingên we dê dilê we jî bisojîne *



07.11.2015 19:07 | ferhenga şikestî

3. î çaxt;

bijî demokratîk özerkliğa lingan.



07.11.2015 19:13 ~19:14 | alîbeg komêrî

4. nîv lîtir avê germ bikim têxin nav şûşeyeke avê û bi destmalekê bipêçin. wê jî têxin navbera nigên xwe *

dema hevalekî/e we hebe jixwe nehewceye hun van tiştan bifikirin jî ;)



30.11.2017 21:45 | berxweda


6. hevaleke canecan divê
ez heta qirqê bin lihêfê
germ nabim heyra
germ nabim çilmê
bi lihêfê germ nabim haa



04.11.2018 18:33 | xwelî li ser

7. (bnr: tenêtî)



06.11.2018 21:12 | serpale

8. Tişta ku min ji sernivîsê fêhm nekir: ê wî germ nabe lê ya wê germ dibe ?*



07.11.2018 09:36 | xelîl

9. Mirovê/a ku divê an bizewice (zîna jî dibe) an jî patîkên pîreka xwe li xwe ke.*



05.08.2019 19:29 ~20:48 | xelîl

10. zilmeke mezin e, heta ew nig germ nebe xew tune ye. lê niha ji ber rewşê xaniyan û dîtina xwarinan çêtir bûye êdî gazin wek berê ne zêde ye.

çareseriya herî şêrin û xweş dîtina hevalekê ye *



25.11.2019 00:37 | berxweda

11. Heta lingê mirov germ dibe jixwe xewa mirov dihê. Di zivistanê de pirsgirêkek e ji bo gelek kesan lê nizanim wexta ku lingên min sar dikevin nav cihê da xewa min zêdetir dihê.



25.11.2019 00:47 | hesinkar

12. Welle ez xwe di nav nivînan de dikim wek gulokek û wilo germ dibim *



25.11.2019 00:57 | gulêê

13. problema ku bi betanîya elektrîkî an jî bi goreyan dikare were çareserkirin. li mala me kombî heye, loma ez ji vê rewşê zêde ne aciz im lê bi rastî jî dema lingên mirov sar bin, xewa mirov nayê.
berî 2 heftîyan di kampê de me kir û nekir lingên me di nav tuluma xewê de germ nebû. loma ji pişt 3ê şevê xew li me herimîbû. pî girîng in.
ev soz, bi qasê dizanim aîdî pêşîyên çînîyan e: "lingê xwe germ bigire, serê xwe hûnik, ji xwe re karekî bibîne, nefikire kûr".



25.11.2019 17:33 | simurg56

14. Pirsgirêka ku ez gelek jê aciz im. Lewma hertim patika pîrka min çekiriye li pîyên xwe dikim. *

Kombî bûye agir dişewitîne lê germ nake. :/



25.11.2019 20:44 | xelîl

15. Mixabin, lingê min jî qet germ nabin Û destên min jî* belkî pirsgirêkeke tendûristîyê be.



25.11.2019 20:57 | fatoş xanim

16. (bnr: kesên bi kurikan dikevin nav nivînan)



26.11.2019 07:31 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» gava diyarkera lezê
» mirov ji kû dera zirarê vegere
» navdarên sêrtê
» lingê ortê
» qet mijar tune..
» germany
» nabe

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî