Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    anatomiya demsalên zer - tirşik
    anatomiya demsalên zer
    (2) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. navê pirtûka helbestan a yehya omerî ye, di heman demê de navê helbesta wî ya dirêj î xweşik e
    helbesta ha ji hêla abdullah koçal ve jî hatiye gotin.
    muzîka ku hatiye hilbijartin û dengê koçal û helbest gelek li hev hatine û hunereke qedirbilind jê pekiyaye..


    ez yek ji wan kesan
    filankes kurê filankes, ji te hez dikim
    li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
    li cihekî dûr im, her der çiya
    di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
    ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
    û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
    ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye.
    min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
    bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
    min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
    bila di bîra te de be.
    xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên.
    baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso.
    ji cihên pirr dûr têm anha
    mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te
    mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te.
    tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
    xewnên hişk. helbestên giran
    û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
    ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
    ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me

    mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim
    mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim

    ez yek ji wan kesan
    filankes kurê filankes
    ji bo ronahiya şevên te
    xewnên herî zelal dixim paxila xwe.
    kulîlkên xerabiyê diqurmiçînim, xerab nîn im, min effû bike
    min zêde ji beybunan hez kir.
    bi rastî tu were
    ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin,
    em ê çîroka bêjin ewê şev ji me hez bikin
    kirîvê emê ji hev hez bikin ewê xalên me
    çemê çetelê di navbera me de biherikînin

    mînak; li ser me wê tiştên bîyanî bê gotin
    mînak; wê di replikek tirkî de çîroka me nîvco bihêlin
    li min baş binêre delalê, rûyê min ji erdnîgariya xwînê pêk hatiye.
    dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçax im,
    li amudê filîmek herî tirajîk im, li min baş binêre.

    rojê li ser çar birînê xezalekê dinalim,
    şevê çar carî destê xwe bi deyn didim kujêrên heftrengan
    mehê çar carî dilê xwe bi deyn didim evîndaran
    kilamên min nemaye qîzê
    min hemû gotinên xweş diyarî hatine te kiriye.

    ez yanî rastî ez ne ji wan kesanim,
    rehên min qusîyaye û di bêdengîyeke gulî de hatiye
    dadiwerivandin dengê min. ji deştan hez nakim, zêde rastin.
    di destanên xwe de jî agirê vêketî venamirînin
    û heta niha bi tu lehengî re xayin neketime.
    li vir ji kesên ku qet nayên hez kirin hez dikim.
    li vir li cihên tarî û girtî digerim.

    mînak; meytekî wenda me di rêya azadiya binefşan de.
    mînak; xezalek sebixwe me di daristanên mirinê de.

    ez yanî carna bi solên mezin gavên qedexe davêjim sînorê
    hezkirina porê te, sûreyên bihûştê li ser dojeha pişta te dibêjim
    û dibêjim divê hinek sûre qet neyên fêmkirin ji bo selametîya xwedê.
    û şevê li her çar birînên dîlokê mikur têm.
    piştî veqetandina payîzekê li peyva vedigerim dîsa.
    û dibêjim; deynê çavên te li hezkirinên min heye.
    divê ji berîyên te dûr bikevim

    ez yanî yek ji wan kesên xêrnedî.
    van rojan bi pirranî li êşê dixebitim
    van rojan bi pirranî li êşê û dînbûnê dixebitim.

    mînak; dil didim goristaneke dirinde
    mînak; dibim berbejna janeka zirav













    2015.11.09-12:41 ~2017.12.02 16:51]| ferhenga şikestî

    2. ez yek ji wan kesan

    filankes kurê filankes, ji te hez dikim





    Ji bo xwidê, ev rêz min dikujin :-)

    Min qinyat anîye ku ev herdû rêz tene jî bes bûn.

    Hey sed carî malî ava yahya omerî û abdullah koçal



    2016.03.31-23:32 ~23:33]| gumgumok

    3.








    ev helbest jî xwes nivîsandiye..



    2017.01.06-17:47 | porkurîşk

    4. Mala xwidê ava ku berî mirinê ez leqayî vê helbesta mîna ava kevserê hatim.



    2017.02.02-18:48 | gumgumok

    5. Helbesta yahya omerî ye. Helbest Li ser YouTubeê li alîyê abdullah koçal û giyasettîn uçun hatine dengdayîn. Her du jî xweş dixwînin. Li Heftê carekî guhdarî dikim.























    2020.02.18-14:46 | kajav

    6. Helbesta ku îro min û xwendekareke pev re xwend.
    Helbest xweş serçavan lê Yehya malik li ergativiteyê xera kiriye :(
    Weşanxaneyê jî çawa wilo weşandiye, eyb e eyb!



    2021.11.25-13:50 | gulêê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    heydê simurg56 vê meseleyê jî rave bike [1]
    (bnr: heydê moderator keyomerd vê meselê jî rave bike)...
    bandora stranan li ser gelî [3]
    Stran an muzîk beşa hunerê ya herî pir bandora xwe li ser gel û mirova...
    tewandina peyvên nêr [5]
    tewandina ku piraniya devokan bi awayekî temam pêk nayîne. heya niha m...
    basnews.com [2]
    bila vê nûçeya wan a pîs î qirêj tu carî ji bîr nekin! (lînk: https://...
    wolf cut [2]
    Bi Kurmancî dibe jêkirina guranî. Şêweyek bi qat qat jêkirina ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » anatomiya dilî
    » zêr

    Kategoriyên mijarê:: pirtukweje wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî