Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hypatia - tirşik
hypatia
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. feylesofeke jin a pirtûkxaneya îskenderiyeyê bû. eslê xwe yewnane û qîza theon ê îskenderiyeyê ye. piştî zayînê sedsala 5. jîyaye û li ser felsefeyê, matematîkê û astronomiye xebatan kirine. ji ber jîrayiya xwe gelek caran tev li politikaya wê demê bûye. di nav xiristiyanan, paganan û waliyê îskenderiyê de bûye sedema hin dek û lihevnehatinan. dawiya dawîn ji aliyê xiristiyanan ve bi şeytaniye û cazûyê ve hatiye sûcdar kirin. rojekê ji aliyê xiristiyanan ve tê revandin, didin ber keviran û dikujin. fîlma agorayê derbarê jiyana wê de ye.



09.11.2015 14:10 | nazim tolhildan

2. yekemîn bîrkarîzana jin. li aleksandrîya misrê bi hebûna xwe bajêr firazwer kirye lê oldarên paşverû ji kirêtî w ehmeqtî pê ve tir ne tu tiştin, ji bilî darizandin, destdirêjî w kuştina xelkên ji wan çêtir tiştek dî nizanin. fîlmê agora jî kuştina hypathia rast nîşan nekirye. herhal gotine em zêdetir filehan rencîde nekin.



06.03.2020 00:38 | hespêsor

3. feylezof, matematîkzan û stêrezana ji serdema helenîstîk e.



06.03.2020 13:30 | xelîl

4. dema ku "Ol" xrîstyanan nû nû belav dibû.

Lê zêdetir dilê min bi pirtûkxaneya ku bi salan hatiye avakirin.carekî de hate talan kirin re pirr şewitî.

Belê ew roj hypatia kuştin lê mixabin ew roj mirovahî jî kuştin.Dibe ku 500 sal paşve ma bo her tiştî



06.03.2020 16:25 ~16:26 | brzn

5. Hypatîa, li cihanê di astronomî, felsefe û matematîkê de yekem zanyara jinê.



13.05.2020 19:07 | merwano

6. zanyarekê jin e û li ser astronomî û matematîk xebitîye.Di sala 370 de li Misirê (îskenderîye) ji dayikbûye.bi eslê xwe yewnan e.bi taybetî xebatên wî yên li ser astronomiyê gelek balkêş in.li gorî hin çavkaniyan baweriya wê paganîzm bû û bi fikrên xwe bûye sedema dubendiyê di navbera siyasetmedarên îskenderiyeyê de û bi vê "provokasyonê" di sala 415 de ji aliyê komeke xirîstiyanên kiptî ve li Îskenderiyeyê bi lînckirinê hat kuştin.Jiyana wê bûye mijara fîlma ya bi navê Agora(2009).



14.05.2020 13:30 ~13:35 | jehr

7. Min vî fîlmî rojekê nîşanî xwendevanan da, gelek hêja ye. Pirê xwendevanan digiriyan dawîyê de. Lê paşê min bihîst ku hinek du sê xwendevanên oldar çûne li me gilî kirine, daxwazname nivîsandine, ji bo di fîlmê de cihê ku hypatîa tazî dikin me çima serê negirtiye, me sansur nekiriye.
Hinek oldar pir ecêbin, wekî ku me fîlmê çêkiriye. Û hema dixwazin tişt bila tim wekî wan bin.



14.05.2020 14:09 | afa

8. hypatia Fîlozof û zanyareke ku di navbera salên (370-415) de, li Skenderiyayê jiyaye. Wekî jineke bedew û berçav bû; nezewiciye û temenê xwe ji bo xwendin û lêkolînê pêşkêş kiriye. Bi felsefe û bîrkariyê re mijûl bûye. Ew keça fîlozof, bîrkarîzan û stêrnasê navdar, Theon (Siyon)ê Skenderayî bû. Theon Skenderayî bi perwerdeya keça xwe mijûl bûye. Heypatiya, piştî ku, perwerdeya xwe ya bingehîn, li Atînayê bi dawî kiriye, vegeriyaye Skenderiyayê û li wir dibistanekê vekiriye û li wir rêveberiya pirtûkxaneya Skenderiyayê kiriye. Di dibistanê de jî waneyên felsefe, bîrkarî û stêrnasiyê daye.

Tê gotin ku, wane li ser Arîsto û Platon jî daye û di heman demê de jî berhemên fîlozofên wê demê, şîrove û rexne kiriye. Li hemberî dogmatîzma dînî têkoşîyaye. Ev yek jî bûye sedema ku rahibên dêrê li hember wê derkevin û wê di 45 saliya wê de bikujin. Bi vê yekê, wê muhra xwe li dîroka mirovahiyê xistiye.

Nîşe: min jibîr kiriye ku çavkaniyê deynim, minhac



12.05.2021 19:13 ~2021.05.20 15:11 | yûsiv

9. Fîlma agora li ser jiyan û xebata hypatia ye.



12.05.2021 19:24 | xwelî li ser

10. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv hypatia/133464 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dawiya gotarê ev e:

li navendeke ku pevçûnên dijwar lê peyda dibûn dijiya. Ji bo ku di navbera xwendekarên wê de şerên olî pêk neyên, wiha digot:
"Tu yek ji me naşibe yê din, lê ew tiştên ku me digihînin hev, ji wan tiştên ku me ji hev vediqetînin, pirtir in. Em hemû xwişk û birayên hev in."

Ev gotin bi xwe jî helwesta Heypatiya ya sincî û ramyarî, li hemberî rewşên wiha nîşan dide. Haypatiya, berevanî di ber felsefeyê de dikir û xwe di nav dibistana ramanên Platon ên ku nû dihatin binavkirin de, didît û rêbaza bîrkariyê, li akadimiya Atînayê dipejirand. Bi hizira Plotîn (Plotinus) bandor bibû. Plotîn ê ku lêkolînan bi rêya vac û bîrkariyê, ji zanîna piratîkî bêtir dipejirand. Lewma Plotîn zagon ji xwezayê baştir, didît.
Ji xebatên wê:

usturlap: Amûra ku ji bo pîvana bilindbûna gewdeyê ezmanî, tê bikaranîn, çêkiribû. Tê gotin ku Heypatiyayê bi xwe, xwe spartiye şîroveyên xewnan, zanista stêrkan û ezmûnên fîzîkî. Her wiha xwe li ser razên kîmyayê jî kûr kiriye. Hêjayî gotinê ye ku di qada hejmarnasiyê de, berhemeke wê ye ku li ser 13 çerman hatiye nivîsandin, heye. Tevî vê yekê jî navê wê bi awayekî diyar, di dîroka felsfeyê û di ya zanistê de jî derbas nebûye.

Heger Haypatiya nehatiba kuştin û dibistana Skenderiyayê, nehatiba girtin, wê mirovahî bi hezarên salan berî niha, gihiştiba asta şaristaniya heyî. Weke jineke ramandar, bi zanîn û zanebûna xwe, gel ronî dikir û rê li ber desthilatdariya rahibên dêrê, digirt.



20.05.2021 15:07 ~15:08 | sitî cp

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hypatia

Kategoriyên mijarê:: zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî