Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
sedemên nexweşikbûna xortên kurd - tirşik
sedemên nexweşikbûna xortên kurd
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. sedemek wisa tune ye, ji ber ku xortên kurd têra xwe xweşik in *



(bnr: 404 not found)



10.11.2015 13:56 | brusk56

2. (bnr: kerembikin keçikno)



dibe li ber tavê zêde xwe reş û peşdikin ev jî nayê wateya nexweşik bûnê... û dibe por û rûyên wan ji alî hineka neyê ecibandin... wekî din xortên nexweşik tunene çavên xweş dibînin hene..



10.11.2015 17:32 | shorbevan

3. heman sedem in yê ku di mijara sedemên nexweşikbûna keçên kurd hatine gotin.



10.11.2015 18:11 | dijber

4. Yek sebeb ew e ku ji bo (bnr: )sedemên nexweşikbûna keçên kurd bi dehan şîrove dinivîsin lê nikarin di eynikekî de li bejn û bala xwe binêrin.



10.11.2015 18:42 ~18:45 | şînşînok

6. (bnr: sedemên ku hûn lê digerin nehatin dîtin)*



10.11.2015 20:05 ~20:07 | ferhenga şikestî

7. (bnr: bêvil, poz, difin, kepî...)



10.11.2015 22:36 | simurg56

8. (bnr: nexwe ezê vekim)

(bnr: bike kul û derd)

(bnr: lêgerîna berfireh)



11.11.2015 17:05 | shorbevan

10. radyasyone.



11.11.2015 21:43 | mijdar

11. bila kes dilê xwe negire ger nebêjim ezê biteqim..

du tişt hene dêhna min kişandin

yek jê dewlemendî; ez bala xwe didimê xort û keçên dewlemendan xweşik û qeşeng dibin

min vê yekê hem li amedê, hem li qersê hem jî li stenbolê dîtin.

yav dema diçî sultanbeylî kit ji xweşik û qeşengan nîn e! ji ber ku tev feqîr in, lê dema diçî kadiköy, beşiktaş, şişlî tev xweşik û qeşeng in, di destê wan de du heb telefonên buha, di binê wan de bmw an jî audi, kirasên wan zêdetirî meaşa min e..

tiştê din jî ev e; bi giştî li netew û miletên pêşketî giş xweşik û qeşeng in, miletên binketî û şûndemayî jî tev cirnexweş û xirab in.. mesela diherî awropayê keçikên wan giş spehî ne, kurik dîsa giş qeşeng in lê dema tu têt rojhilata navîn xelaya xweşik û qeşengan radibe..

di nav sînorên tirkiyê de jî wisa ye, îzmîr bajerekî modern û pêşketî ye, spehîbûna keçikên îzmîrê têra xwe meşhur e..

ev her du sedem gelek caran tê hişê min ez nizanim xwudê em hem feqîriyê ceza kirin hem jî bi cirnexweşiyê..

bila di navbera me de bimîne ez ji malbata xwe mînak bidim, xalekî min biyolog e û rewşa wî ya aboriyê gelek baş e. di metropolê de rûdinî, di binê wî de audi a3 heye falan, sê heb qîzên wî hene û kurikek wî heye, yaw qardaşim mariv li rûyê wan dinêre hew dibe yanê, xalekî min î dî heye feqîr e, kurikek û sê qîzên wî jî hene yaw tev cirnexweş in..

min bi rastî fêm nekir ev çi îş e



11.11.2015 22:03 ~22:05 | ferhenga şikestî

12. Ji sedî sed li gel ferhenga şikestî bi pêşketin û dewlemendiyê re têkildar e . Heke pereyê te hebit tû yê wilqasa li xwe binêrî xwe xweşik sipehî û qeşeng bikî (helbet divè tu ne çikûs bî ) an ku pereyên te hebin ji xwe çavên hemî kesên li derûdora te dê tu xweşik bibîne*)



11.11.2015 22:53 | darînê daryo

13. di derbarê vê mijarêde (bnr: ferhenga şikestî) tespîtek baş kirîye yên dewlemend rojê pênc ferz ji bû porê xwe rîyê xwe datînin edî bi maske edî bi estetîk, bi jûle, bi biryantîn, bi boyax.. yê rebenê feqîra jixwe qet ne pirsin.



12.11.2015 12:02 | shorbevan

14. bêdewletbûn e.

(bnr: îbrahîm xelîl baran)



12.11.2015 22:16 | vêca çiyeeee

16. (bnr: serê dilketiyan sax be) *



01.08.2018 13:01 | bûtîmar

17. xortên ku reşikin meşikin lê xweşikin.




02.05.2020 15:34 | brzn

18. sporê nakin dawî jî qutî qalin dibînin.
bi xwedê giş ji nan e ,
#nannexwin



02.05.2020 15:35 ~15:36 | shwinsherm

19. Sedem poz e.



30.05.2020 23:18 | yûsiv

20. Nizanim ez bi dest kîjanê bikim :(

Teqez poz/bevil
Por,rêh û birhên reş, mîna qîr e.
Mûyên li ser dest, mil û pakan
Û hwd.
Edît: ev hemû taybetiyên laşê min bûn jsjjsjss
Lê wek ku Ferhenga şikestî gotiye, ger pere heba
Ev pirsgirêk jî nediman :(



31.05.2020 00:10 ~01:07 | merwano

21. Ji ber ku pîvan û zihniyeta xweşikbûn û nexweşikbûna mirovên nûjen di bin bandora standartên rojavayî (bejna dirêj, porên rast û rûyên spî û çavên bireng û hwd) de ye, em nikarin bêjin xort û keçên kurdan sik û nexweşik û bêşikl in. (bnr: popular culture)

Em li gorî şert û mercên xwe yên ku em tê de ne, em rind in, bedew in û qeşeng in. Ji ber ku estetîka kalpîr û mezinên me em xistine vê şeklê. Yanî em berhem û encama standarta xweşikbûnê ya mezinên xwe ne. Yanî em xweşik in canik û camêrno. Divê em edî dev ji xwezîpêanîn û xwepiçûkxistinan berdin û bawerî bixwe bînin.



31.05.2020 14:05 ~14:06 | xelîl

22. Kî ev gotibe bi hevt bavê xwe neheq e. Xort û lawên Kurdan qeşeng in. Bi bejn û bala xwe, avirên xwe û rûyê xwe ve lihevhatî ne. Bes hin ji wan nizanin xwe çawa bixemilînin. Bi taybet xort û lawên di varoşên metropolan de dijîn hetikîne, hay ji xwe nînin. Ev qederek e di nav wan de terzeke ecêb paydabûye.
Gelamperiya wan pantorên delingên wan teng û kurt, îşlikên stûyê wan heta singê vekirî li xwe dikin solên ecêb yên dişibin çarixan û goreyên heta peniyê li pê dikin. Por û riyê xwe bi awayekî ecêb diqusînin, şiklên sosret didine rûyê xwe. Dema çavên min bi yên wiha dikeve dilê min dixele û heyfa min li wan tê.
Ji bilî wan yek jî tişta bala min kişandî ev e ku piraniya xortên Kurdan xwe di nav pirç û polê de dihêlin. Vê wekî terzekê, xemlekê dikin lê li gelekan nayê. Erê rî yan simbêl xweşik e lê bi qirarekî. Ji dil Carnan dibêm qey ev kes bi salan e di şikeftan de mane. Tu yê bêjî qey çiqas rî û simbêlên xwe berdin, dirêjkin wê Ewqasî qeşeng bibin lê nexêr! Ne wisa ye.



01.06.2020 02:17 ~02:18 | xeyda

23. Hejarbûn e. Ferhenga şikestî sedema mijarê rast daye lê tesnîfkirina wê şaş kiriye û sedema wê nizanibûye çi ye.

Ihhhhhh, belê wekî ku di hevoka serî de jî min got sedema nexweşikbûnê hejarbûn an feqîrî ye. Başe, vêca kî xweşik e? Wekî ku di 2 beşa de tesnîf kiriye lê şaş e. Lewra pêşketîbûn dewlemendiyê bi xwe re têne û ev jî dîsa dikeve beşa dewlemendiyê. Dewlemendî têgehek berfireh e. Di xwede hebûna diraf, saman, zanîn, jêhatîbûn hwd. Gelek tiştan dihewîne. Herçî ê ku dewlemend be, dê bi jineke xweşik re bizewice, wekî ku jê tê hêvîkirin dê zarokên wê jî xweşik be. Yanê bav zêde ne girîng e( ji xwe bav dewlemend be, dêbavê wî jî xweşikin û divê ew jî xweşik be). Dê xweşik be zar jî xweşik in. Dêyên xweşik jî bi dewlemendiyê çêdibin. Yanê herçî yê dewlemend, bi li xwe nêrînê xweşik nabe. Ji xwe ji dayikbûn xweşik e. Belê li xwe nêrîn, makyaj filan jî bandora wan heye lê ne ewqas.

Yên feqîr, belengaz û hejar, rebenê xwedê çi jinên xweşik li ruyê wan nanihêre. Ew jî diçin bi jinên feqîr(ji bela ku feqîr in, nexwe dêbavê wan jî feqîr e. Wekî ku me pênase kiribû, dêbavê wan jî nexweşik in) yên ku mêrên zengîn bi wan qaîl nebûne û nexweşik re dizewicin û zarokên hîn nexweşiktir çê dikin. Di dersa zîndewerzanî de ji vê buyerê re digotin " yapay seçilim" lê kurdiya wê nizanim çiye.


Nîşe: min vê pênaseya xweşikiyê û teoriya dewlemendiyê li gor pîvanên ku ewropa û emerîka bi saya tv û tora civakî li ser gerdûnê ferz kiriye an wan bi vê daye bawerkirin, honand. Yanê ew pîvanên ku dibêjin jinê xweşik ewên çavê wan bi reng, bejna wan dirêj, porê zerî, lêvên dagirtî, çiçikên mezin, qunên fire û çîqên dirêj. Herwiha mêrên bejna wan dirêj, zikê wan 6 kîlo peqlewe, pazûyê wan stûr, nav pişta wan fireh û hwd.

Yan na ji xwe kes dêbavê xwe bi kesî nade û dêbavê herkesî li ber çavên wan xweşik e.



05.01.2021 03:25 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedemên paşketina zimanê kurdî
» nexweşikbûna alfabeya kurdî
» xortên kurd ên herî ciwan û çeleng
» kurdiya peyva ana akım-ê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî