Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
sedemên nexweşikbûna xortên kurd - tirşik
sedemên nexweşikbûna xortên kurd
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

18. Ji ber ku pîvan û zihniyeta xweşikbûn û nexweşikbûna mirovên nûjen di bin bandora standartên rojavayî (bejna dirêj, porên rast û rûyên spî û çavên bireng û hwd) de ye, em nikarin bêjin xort û keçên kurdan sik û nexweşik û bêşikl in. (bnr: popular culture)

Em li gorî şert û mercên xwe yên ku em tê de ne, em rind in, bedew in û qeşeng in. Ji ber ku estetîka kalpîr û mezinên me em xistine vê şeklê. Yanî em berhem û encama standarta xweşikbûnê ya mezinên xwe ne. Yanî em xweşik in canik û camêrno. Divê em edî dev ji xwezîpêanîn û xwepiçûkxistinan berdin û bawerî bixwe bînin.



31.05.2020 14:05 ~14:06 | xelîl

19. Kî ev gotibe bi hevt bavê xwe neheq e. Xort û lawên Kurdan qeşeng in. Bi bejn û bala xwe, avirên xwe û rûyê xwe ve lihevhatî ne. Bes hin ji wan nizanin xwe çawa bixemilînin. Bi taybet xort û lawên di varoşên metropolan de dijîn hetikîne, hay ji xwe nînin. Ev qederek e di nav wan de terzeke ecêb paydabûye.
Gelamperiya wan pantorên delingên wan teng û kurt, îşlikên stûyê wan heta singê vekirî li xwe dikin solên ecêb yên dişibin çarixan û goreyên heta peniyê li pê dikin. Por û riyê xwe bi awayekî ecêb diqusînin, şiklên sosret didine rûyê xwe. Dema çavên min bi yên wiha dikeve dilê min dixele û heyfa min li wan tê.
Ji bilî wan yek jî tişta bala min kişandî ev e ku piraniya xortên Kurdan xwe di nav pirç û polê de dihêlin. Vê wekî terzekê, xemlekê dikin lê li gelekan nayê. Erê rî yan simbêl xweşik e lê bi qirarekî. Ji dil Carnan dibêm qey ev kes bi salan e di şikeftan de mane. Tu yê bêjî qey çiqas rî û simbêlên xwe berdin, dirêjkin wê Ewqasî qeşeng bibin lê nexêr! Ne wisa ye.



01.06.2020 02:17 ~02:18 | xeyda

20. Hejarbûn e. Ferhenga şikestî sedema mijarê rast daye lê tesnîfkirina wê şaş kiriye û sedema wê nizanibûye çi ye.

Ihhhhhh, belê wekî ku di hevoka serî de jî min got sedema nexweşikbûnê hejarbûn an feqîrî ye. Başe, vêca kî xweşik e? Wekî ku di 2 beşa de tesnîf kiriye lê şaş e. Lewra pêşketîbûn dewlemendiyê bi xwe re têne û ev jî dîsa dikeve beşa dewlemendiyê. Dewlemendî têgehek berfireh e. Di xwede hebûna diraf, saman, zanîn, jêhatîbûn hwd. Gelek tiştan dihewîne. Herçî ê ku dewlemend be, dê bi jineke xweşik re bizewice, wekî ku jê tê hêvîkirin dê zarokên wê jî xweşik be. Yanê bav zêde ne girîng e( ji xwe bav dewlemend be, dêbavê wî jî xweşikin û divê ew jî xweşik be). Dê xweşik be zar jî xweşik in. Dêyên xweşik jî bi dewlemendiyê çêdibin. Yanê herçî yê dewlemend, bi li xwe nêrînê xweşik nabe. Ji xwe ji dayikbûn xweşik e. Belê li xwe nêrîn, makyaj filan jî bandora wan heye lê ne ewqas.

Yên feqîr, belengaz û hejar, rebenê xwedê çi jinên xweşik li ruyê wan nanihêre. Ew jî diçin bi jinên feqîr(ji bela ku feqîr in, nexwe dêbavê wan jî feqîr e. Wekî ku me pênase kiribû, dêbavê wan jî nexweşik in) yên ku mêrên zengîn bi wan qaîl nebûne û nexweşik re dizewicin û zarokên hîn nexweşiktir çê dikin. Di dersa zîndewerzanî de ji vê buyerê re digotin " yapay seçilim" lê kurdiya wê nizanim çiye.


Nîşe: min vê pênaseya xweşikiyê û teoriya dewlemendiyê li gor pîvanên ku ewropa û emerîka bi saya tv û tora civakî li ser gerdûnê ferz kiriye an wan bi vê daye bawerkirin, honand. Yanê ew pîvanên ku dibêjin jinê xweşik ewên çavê wan bi reng, bejna wan dirêj, porê zerî, lêvên dagirtî, çiçikên mezin, qunên fire û çîqên dirêj. Herwiha mêrên bejna wan dirêj, zikê wan 6 kîlo peqlewe, pazûyê wan stûr, nav pişta wan fireh û hwd.

Yan na ji xwe kes dêbavê xwe bi kesî nade û dêbavê herkesî li ber çavên wan xweşik e.



05.01.2021 03:25 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedemên binçavkirinê
» nexweşikbûna alfabeya kurdî
» xortên kurd ên herî ciwan û çeleng
» kurd zarokên xwe hînî kurdî nakin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî