21. Hema bû nîv saet ez jî êdî endamekî Tirşikê me. Ev peyam ji peyama min a yekemin e. Slav ji we hemû peyamnerên kurd re* |
|
09.08.2018 01:24 |
kaniya bayiya
|
22. sernamek pirr baş e û li ber vî sernameyê ez gelek xemgîn bûm. |
|
31.03.2019 22:19 |
brzn
|
23. Min çend peyam li ser tirşikê nivîsîn. Lê ne bi temamî ji bo kurdî, ji bo xwe jî. |
|
01.04.2019 11:56 |
henûn
|
24. Ez ketim tirsik.net'ê. Min çend hevokên kurdî nivîsî.(Wey xwedê ji min razî be, ez çawa newestiya me ?) |
|
20.11.2019 23:05 ~23:14 |
hesinkar
|
25. doh min ji bo hînkirina zimanê Kurdî du heb vîdeo kişandin * |
|
21.11.2019 14:04 |
gulêê
|
26. li ser google translatê min gelek gotin wergerandin Kurdî, dilê min rehet e, oxx |
|
06.12.2019 19:03 |
gulêê
|
27. Min jî mîmekê Here lînkê çêkir, ne pêkenok e lê belê bi kurdî ye |
|
06.12.2019 19:07 |
serfiraz hêvî
|
28. ez û apê izedîn ku qelqelîyî ye, em bi hev ra kurdî axifîyan. Apê îzedîn behsa piçûkatîya xwe behsa zor û zehmetên berê dikir, piştre behsa leşkerî û tade û zilmîya wan romîyan dikir. sohbeta me pir xweş bû. Me behsa dengbêjî dikir. Cara yekem bû li civatê de piçek jî be min stran digot, bûme dengbêj ;) apê îzedîn piştre şîret li me kir û got “hevdu sevmîş bikin” ji bo kurdî tiştek e yan nîne nizanim lê ji bo Kurdî îro kurdî diaxifiyam. |
|
06.12.2019 22:39 ~22:39 |
kajav
|
29. serê sibe dayik ê ke kurd re kurdî axifîm. kare wê cî anî û .hûne naha bejin evê ji bo kurdî tistekê ku tu dinivisî.belê tiştikê. ev dayik a nexwşxanê da bi tena serê xwe hevîya ameliyata xwe bu. tirkî ya wê min fêmkir ku kurd e. gava ku tistek ê pirsîyarkira fedî dikir. min jî xwest ku carek be jî bila zimanê zikmakî xizmetê bistîne |
|
07.12.2019 00:21 |
golikvan
|
30. Min yekî xwendekar elimande alfabeya kurdî |
|
07.12.2019 00:21 |
gumgumok
|
31. Demek dirêje ku hevalê min tirkmancî dipeyivî mînak "min kazanmîş kir" an " ağriya wê derbas bû" ango "qahwaltîyê bikin" û min tim mîna henekan bi ken digot ne wiha divê tu bi vê awayê bê. wê rojê min nêrî di nav hevokê de peyva "binaşe" bi kar anî, li çavê min nêrî û got "de hadê min got çi?". Min li ferhengê jî mêze kir lê tiştek nedît. Jê şûnde rave kir ku wateya wê "binesazî" ye. Gelek xweşa min çû ev rewş. Belê ev min kir* |
|
07.12.2019 01:30 |
rizgarm
|
32. Li ber çavê Kurdên bi Tirkî dinivîsin, tîpên bi şewqe min nivîsandin ser kaxezekê û heya ji min hat, min ew tîpen bi şewqe alastin. (bnr: alastin) |
|
26.12.2019 20:51 ~20:51 |
mansûr
|
33. Min dît hevalekî colemêrgî bi keça xwe re zimanê tirkî diaxife. Min serê wî xwar şîret li ser wan barand. Piştre maf da min û biryara xwe da, keça wê heta mezin be wê tenê kurdî biaxife. Îro min dîsa jê pirsî? Got: min ji jina xwe re jî gotiye jixwe mezin be fêrî tirkî dibe bila nebe pêşî fêrî zimanê xwe bibe. Min jî wî pîroz kir. (Di serî de min rewşa zarokên Amedê jê re gotibû) |
|
27.12.2019 13:18 |
kajav
|
34. Min gotarek xwand û peyvên tê da derbas dibin ên ku min nedizanî min tevlî gencîneya xwe ya peyvan kirin. Bawerim min xizmeteka baş kir. |
|
27.12.2019 16:18 |
dijberîst
|
35. Min filmek kurdî bi navê " Kilama dayika min" temaşe kir. Min bêşek rêzefilma bi navê "mala minê" temaşe kir. Min rojnameya "xwebûn" stend û pîçekî jî xwend. Min kovara "zirîng" hejmara duyemîn xwend. Û ma tenê ev xwelîserê, min pirtûka Selîm berekat bi wergera kurdî stend. Weylaaa ma hew xwakê lê ez çi bikim * |
|
27.12.2019 18:29 |
rizgarm
|
36. 1- hevalekî min ji min pirsî ka gelo dema keça min çû dibistanê, ji ber nezanîna zimanê tirkî rastî problemek hat an na. min jî dilê wî rihet kir û got tu problem çênebû. di ser de jî min got dema keça min tam hînî xwendinê bû, ez ê wê hînî xwendina kurdî jî bikim. gelek şaşwaz bû, got hê ez nikarim baş bixwînim... |
|
27.12.2019 20:25 ~20:25 |
simurg56
|
37. Li ser tirşik.net bi Kurdî ya xwe a Torîyan li ser (bnr: xanîyên axî) nivîsand * |
|
28.12.2019 03:21 ~03:21 |
merwano
|
38. 1.Bi birazîk û xwarzêkên xwe re bi kurmancî şitexilîm û min ji wan re zarok tv vekir û me pevre temaşe kir. |
|
28.12.2019 12:04 |
gumgumok
|
39. do êvarî li mecîdîyegund min got merheba xalo ka simîdek, got tu j' kurî. |
|
27.02.2020 16:55 |
hespêsor
|
40. Min helbesteke sergey yesenîn wergerand Kurdî û li ser bloga xwe parve kir * |
|
10.04.2020 19:36 ~2020.04.11 02:06 |
gulêê
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |