Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurmanc - tirşik
kurmanc
(9) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. Li gorî nêrîna Apê osman sebrî bêjeya 'Kurdmancî 'ji sê bêjeyan pêk tê Kurd+man+cî. Nêrîna wî jî ev e: Piştî tofana/lehîya Nuh nebî mirov/însan li dunyayê belav bûn, tenê Kurd di cîyê/cihê xwe de man, anku kes nema ji Kurdan pê ve.

Nêrîna Seydayê cegerxwîn cuda ye û ew jî wiha dibêje : Gundek hebû jê re manco digotin, xelkên wê gelekî har bûn û karê wan keleşî bû, anku talan dibirin li ser gundên derdora xwe, dayikan jî ji bo ku zarokên xwe bidin razandin, ew bi wan ditirsandin “Razin dê/wê gurê manco were we ” wiha berdewam bû “Gurê manco – Kurê manco - Kurmanc”, der barê vê yekê de jî zimanzan dîyar dikin ku bêjeya ‘manc’ ji navê gundê ‘mancî’ hatiye karê wan cadûbazî bû ‘sihirvanbûn’, û dema zerdeşt hat wî gundî û ji wan re got : Ez pêxember im, wan şerê wî kir, û ji ber ku dê nanê wan ji ber karê pêxemberîyê nemîne, Zeredeşt qewirand ‘berdanê’ li gorî vê çîrokê peyva ‘Mancî’ ji wir hatiye, peyva Laîtînî jî ‘Macîk ‘Magic’’e anku ‘sihir’ e.



06.08.2013 05:14 | endazer

2. li gorî îdîayekî ku çavkaniya wê ne diyar e mîrê mîran celadet elî bedirxan dibêje ku "manc" herêm e û Kurdmanc jî Kurdên Mancê veguherîye Kurdmanc, dûre Kurmanc. Her weha li gorî heman îdîayê peyvên "Manc" û "Magu" bi hev re têkilîdar dike.

magû çîna (tebeqe) keşeyên Zerdeştî ye. Bi xebatên xwe yên li ser astrolojîyê di warên navnetewî de navdar bûne û ji ber wê têgîna “Magî” pêk hatiye, ji wir jî “magic” (magîk/macîk; s’êr, efsûn). Anku ji ber jêhatîbûna wan a xwendin û şîrovekirina sitêrkan peyva “magic” ji navê wan hatiye dariştin û ji wê jî “magician” (sihêrbaz, efsûnkar).



06.08.2013 05:18 | endazer

3. li gorî wîkîpediya kurdî:

peyv bi eslê xwe ji zimanê aryanî ye û berevajî ku kurdnasê navdar minorsky gotiye û ji ber gotina wî belav e, "kurmanc" ne ji peyvên "kurdên manî" anku ji dînê ku Manî damezrand hatibe. "-man-"a di peyva kurmanc de jî wek "-man-" yan "-men-" ya di peyva "tirkmen, tirkoman" de ye. Di herdu peyvan de jî "man/men" maneya "mîna, wek" dide anku "kurmanc=yên wek kurdan". Di farisî de hevberî peyva "mîna" bêjeya "manend" e. Ihtimal e ku herdu "kurmanc" û "tirkmen/tirkoman" ji wê bin, paşî kurttir bûbin û di peyva tirkmen/tirkoman de "-end" ji dawiya "manend" ketibe lê di peyva kurmanc de "-en-" ketibe û "d" bûbe "c". Nimûneyeke din jî ku "d" tê de bûye "c" peyva "gazind/gazinde" ye ku di hin devokan de bûye "gazinc". Herwiha di hin devokan de bi taybetî li Mêrdînê "d" wek "c" tê xwendin: "ciya min=diya min=dayika min".

Herwiha peyv divê wek "kurmanc" yan kirmanc" were nivîsîn, ne wek "kurdman" ji ber ku kurmancî "d" ya piştî "r" red dike, binere:

soranî: birdin, zazakî: berden, farisî: burden lê kurmancî bir_in

soranî: xwardin: zazakî: werden, farisî: x(w)arden lê kurmancî: xwar_in

Sebebê ku "kurmanc" li gelek deveran bûye "kirmanc" jî ew e ku meyla kurmancî li ser "i" ye li hevberî "u":yê ye..



06.08.2013 05:23 | endazer

4. yên kurmancî diaxivin. *



01.09.2013 14:10 | ehmed

5. li gorî gotina bavûkalan;

dema têr dibin pêşiyê li paniya xwe dinêrîn û paşê jî yan mêrekî dikujin yan jî jinekî direvînin..



28.10.2013 01:02 | endazer

6. yên ne "ne-kurmanc" in *



28.10.2013 22:09 | elomelo

7. peyvê ku -mixabin- li alîya hin kesên ku bi xwe jî kurmanc in, ji şûna peyvê serhîşkê, weke peyvek pejoratîv, tê bikaranîn. ji bo nimûne: "ma tu fêhm ne kir, kurmanc!"



ez bi xwe jî çend cara şahidê vê yekê bûm. ji ber vê, êdî ew kesên ku gûyek wisan dixwen û peyvê "kurmancê" weke peyvek pejoratîv bikartînin, li ba min wek "tirko" tê bang kirin.



06.04.2014 20:35 | ervah.azad

8. yên ku ji tirsa kurdên soran û zaza newêrin û nikarin êdî ji xwe re bêjin kurmanc.. *

di vî warî de ez xweziya xwe bi kurd û kurmancên xorasanê tînim, dinya ne bi xema wan ve ye, ne kurd ne kurdistan, tekane aîdiyeta wan kurmancbûna wan e..



23.04.2014 21:51 | endazer

9. (bnr: kurmancî)



31.12.2016 17:56 | bûtîmar

10. li gorî gel kesên ne xwedî êl an eşîr in ango kurdên ji rêzê re tê gotin.

niha erê axe, mîr, beg û êlên wan kurmanc in lê di gotinan de wek kesên bêkes tê bi kar anîn û heta di gelek gotinan de wek biçûkdîtin tê gotin.



20.12.2019 23:56 | berxweda

11. (bnr: kurmênc)



21.12.2019 00:03 | kurê xelkê

12. Ez çend caran rastê tiştek wisa hatim.
Li deverên ku kurdên elewî û kurdên sûnnî li ba hew dijin tenê ji bo kurdên elewî dibêjin kurmanc.
Minak, çemişgezek (dêrsim), pêrtag (dêrsim), kûrecik(meletî), qoçgirî(sêwaz).
---
Kurmanc: kurdên elewî
Tirk/Rûmî: tirkên sûnnî.
Kurr: kurdên sûnnî (li hinek deveran jî kurdên sûnnî tenê bi navê eşîrê ten gotin. Minak li pêrtag û çemişgezekê ji bo şekakan nabêjin kurmanc yan jî kurd. Dibêjin şekak, şavak, zimanê şekakî...hwd.)
Tirkên Elewî: elewî.
File: Yermenî
Tirkên Macir: tirkên ku ji deverên balkan yan jî ji qefkazê haninê li xarpêt, meletî û sêwazê bicih kirine.



18.05.2021 20:59 | cinorek

13. Em ne Elewî ne, ne jî Zazakî ne lê em jî ji xwe re dibêjin Kurmanc



18.05.2021 22:38 | pîroz

14. Peyva ku nav xelkê de bi piranî wek kirmanc tê telafuz kirin



20.06.2022 19:02 ~19:04 | evcebarê pirê

15. (bnr: mêrikê kurmanc)



07.09.2023 23:43 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmanciya zaravayê zimanê kurdî yek ji wan zimanên pêşîn ên dinyayê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî