Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
zimanê standart - tirşik
zimanê standart
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Heke neteweyek an civakek li ser zimanekî li hev bike ku êdî di karûbarên fermî, xizmetên dewletê, perwerde, weşangerî, medya û hwd de wî bi kar bîne, yan dewlet li neteweya xwe ferz bike, an jî sazîyek li civaka xwe ferz bike; ew ziman dibe zimanê standard.

Îcar ew ziman dikane hilbijartina zaravayekê be, yan jî di nav pêvajoyê de biserketina zaravayekê be, lê her wilo dikane ji zarava û devokan pêkanîna zimanekî be jî; heke ji zarava û devokan zimanek were pêkanîn, da ku ji alîyê hemû kesî ve were bikaranîn, ew ziman dibe hem yekgirtî, hem jî standard.Car caran lînguîst bi xwe jî li ser vê pênasê rind li hev nakin,.



06.08.2013 06:04 | endazer

2. encex beton mistoyek despot û gestapo ji nav kurdan jî rabe û bêje gelî hêjayan ji vir û pê de min çi layiqî we dît û min çi danî ber we hÛn ê wê bixwin û wê derêxin eger na ev ben û ev sêdar.. wekê din zimaneke standart ji bo kurdan bes xewnek e ew jî ya feqîr û şairan.. hê me nekariye em li ser albafêta hawarê ku celadetê rehmetî emrê xwe di ber de edem kiriye li hev bikin.. bihêlin bila memet emîn bozarslan têra dilê xwe bi pey qûna ııııııııya tirkan bikeve û bila nefel û zêrevanê nefelê arifê mala gundikê melî jî heta êvarî bêje ko ko ko..



14.09.2013 06:53 | endazer

3. her çiqas were rexnekirin jî kêm zêde zimanek wisa hatiye afirandin. weke tê dîtin li platformek wisa de em kurdên ji hemû deverê kurdistanê, bi hêsanî ji hev û din fêhm dikin.

gelo ev ne bi saya xebatên celadet elî bedîrxan û xebatên med tv, azadiya welat, nçm û hwd. be nexwe bi saya çi çêbû?

zimanek standart ji bo kurdan tiştekî gelekî girîng e. zimanên heremî dikarin her hebin lê zimanek standart tune be, weke rewşa heyî, wê saziyên kurdan de gelek kurd neçar bimînin ku bi hev re bi tirkî biaxivin.



14.09.2013 14:33 | simurg56

4. kirmanckî (zazakî) de xebata standardîzasyonî hetê grûba xebate ya vateyî ra ameya kerdene.



14.09.2013 19:05 | kurdane

5. (bnr: kurdiya girê xwar)



17.02.2015 21:22 | simurg56

6. Ne tenê ji bo Kûrmancî pêwîste ji bo Kûrdî tevî yekgirtinek were sazkirin
Îroj di zimanê axaftinê nebe jî di zimanê nivîskîde hêdî hêdî bi ber yekgirtinê ve diçe

Bê guman ev yek jî saya Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî çêbu



09.01.2020 16:24 | tîrêj zana 21

7. berhemên hemû hereman li bênderêkê dicivin û bi demê re serbêjing û binbêjing dibin û ziman dê dewlened û rêyekê ji xwe re bibîne. helbet têsîra berhemên di hemû mijaran de jî dê têsîreke êrenî li vê pêşkeftinê bike



10.01.2020 04:27 | oceancr

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê farisî vs zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî