Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
her tim di palûteyan de mirime - tirşik
her tim di palûteyan de mirime
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke çiya mazî ye. fermo bixwînin û bi dengê wî bi xwe guhdar bikin. (via asoya helbesta kurdî)



Hertim Di Palûteyan De Mirime



Te ji min sitend

çavreşa min

Ji kezeba min qut kir

Parî parî

Di dema çûyî de

bê xem

Te silav lal kirin

ji wê demê de

Bê dem

Li wan qiraxên sînorên dardakirî

Ew dem û ev xem

li hev nakin ezbenî



Bi biratî me berhev kirin

bajarok

Ji xerzikên zerikan

Nenûka min û te

bi hev re xwîn bûn

Ji sitriyên ber perê bahrê

Me feq danîbûn sînorên kubaran

Bi hev re

Kubar bûn nîşanên sipî

Wext nedîn xatir bixwazin û çûn

Ew nîşan û ev jan

li hev nakin ezbenî

Ka soza mêrên berê

Di halana palûteyan de dimirin

Doz bû ya ronî dikir çavên wan

Ji fermanên bavên xwe

par sitendin heqdestî

Ew soz û ev doz

li hev nakin ezbenî



Te yara min ji min sitend

Bi qondaxa çapliyê

bi mil de dardakirî

Lê kerem bike

Ji sipiyên ber doxîna xwe bipirse

Birçîbûna min

Ji bo cihê tu tê re diçû û dihat

Di bextê min de

Tu ket dexlê namûsa min

Ji bo delalya xwe î daxilî

Lê çavreşa min kete destên te

Korfersend

Ew bar û ev barbarî

li hevnakin ezbenî



Namûs

ne tenê şibakeya avdest e

Dizanim

Lê te fedî nekir

Ji destên rext girê didan

Ji diziya girêkên besta jêrîn

Ew best û ev dest

Li hev nakin ezbenî



Te 47 parsûyê min

di kezeba min de çikandin

Sî û sê gulle

bûn para porxeleka min

Te got

Qelen benê mûyînî ye bê fedî

Belê...

Textê te zêrîn e îro

Lê ew bext û ev text

Li hev nakin ezbenî



Tu bi min dikenî niha

Bi çavên xwe î şîn

Bi ehmeqiya min tu şîr vedixwî

Dizanim

Lê yên diafirînin buhuştan

Ferîşteyên ehmeq (!) in

Tu bizanî

Ev şîrheramî û ev ehmeqî

li hev nakin ezbenî



Giha

di bin kevir de namîne dibêjin

Min hesin kiriye binê solên xwe

şor hatiye ber devê derî

Zindî ye êdî totê min

Ev tot û ew bot

li hev nakin ezbenî



Tebax 2000



13.11.2015 13:34 ~23:54 | xendekî

2. bi dengê çiya mazî helbesta wî

her tim di palûteyan de mirime:





13.11.2015 13:38 ~23:54 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heramsîker
» times new roman

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî